Berdêlik

Ji Qedrî Canê canbira ra :

Jiyîn xweş e bi xurtî
Li Kurdistan bi kurdan,
Bav û biran çi bikim?
Hemû min tê bi derdan.

Min dil tucar nenalî
Min zar tucar nekali
Bi dilhişkî bi lalî
Singa xwe da ber riman.

Min îşev dît xewna rast
Deng û gazî çi xweş hat
Digot rabin kurdino!
Tev biran û tev xwehan.

Derban li me tu zanî
Rim nîne giş nezanî
Xopan kirin kurdanî
Ev tiral û nezanan.

Hawarê, xweş awa kir
Dilê kurdan pê şa kir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî bela kir.

Kaniya Ereban 18-5-1932

Osman Sebrî

Amadekar :Keko Osman
keko3osman@gmail.com
HEJMAR: 2-HAWAR 1932

Etîket: Dîrok, hawar, hawarname, keko osman, Kovar, Kovargerî, Lêkolîn, Nivîsên Hewarê, osman sebri, qedrî can, Weşangerî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Şervanê Azadîyê Nelson Mandela

Edebiyata Berxwedanê Çi ye?

Dîwanên Cegerxwînî Hatin Dîjîtalîzekirin

Kurteya Romana ”Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle