arzûyên li ber bayê felekê ketî dara bextewariya biharên pel weşandî qêrîna gewriya bedenên şewitî û stûyê mezlûmên bi kindira sêdarê ve daliqandî ez westandim hovitiya celadên serdeman êşkenceya zîndanên rûreş xwîna wek çemên melûl herikînî û bêhna cendekên ji kolanan difûre ez westandim cehaleta zimandirêjên xwenenas axa şaristaniya ku ji kezebê dinale înga berbangên êş û keseran dikişîne û rondikên di korta çavên dayikan de cemidînî ez westandim zarokên li quncikên tenha sêwî mayî xeyalên saf û sefîl ku hatinî dizîn endîşeyên dahatûya nediyar û bêdengiya îhana ker û kor ez westandim agirpêta eşqa dilê sipîsar bûyî qedera kirasê xerîbiyê li bejna xwe pêçayî jana bêxewiya şevistanên payî û tirsa ketî zikê tava heyvê ez westandim kul û kederên laşê demsalên bêçare hêviyên bask şikestî keştiya giyanê li nav pêlên har asê mayî hêrs û nefsa mirovên hesûd û zilma çaxên genî ez westandim şîrheramên li baxê hezkirinê kemîn vedanî xençera di cîgerê wîjdanê re çûyî xwarê tenêtiya li nav qelebalixan dengvedana ramanên kûr giraniya barê tûrikê pirsên nependî û gera li pey bersivên di mêjiyê min de diçeliqin ez westandim Xizan Șîlan 2018-09-22 Stockholm