Çûn û Hatinên Bê Wext

Jîyan e, geh li jêr û geh li jor e. Meriv nizane çi bûye, çi dibe û wê çi bibe û kesek jî nizan e. Di nava çemê demê de jîyana xwe bi soberî û bi nîv soberî derbasî dikin. Heta meriv di nava çemê demê de bixeniqe dê li ber xwe bide.

Çemekî wisa ye ev jîyan ji çûn û hatinan pêk tê lê newal û çol û çiya jî tim yek in.

Hem William Shakespeare û hem jî Omer Xeyamî vê jînê dişibînin dika şanoyê. Pîyes yek e, herkes xwedî karekterekî ye û carna jî xwedîyê sê-çar karekteran e. Gava rola (erk-wezîfe) wan diqede ew jî ji şanoyên têne xwar û lîstika wan diqede.

Kostum, dik û pîyes hertişt amade ye. Niha jî dora me û em li ser dikê ne heta rola me biqede em ê li ser dikê bimînin kengî rol û çîroka me qedîya wê demê em ê jî xatirên xwe ji temaşevanan bixwazin û oxira xwe bi xêr bikin. Her çiqasî jîyana me li gorî qaîdeyên malbat, îdeoloj û dînî hatibe eşkere kirin jî bi awayekî spontane meriv dikare li ser dika xwe bi awayekî azadî jî tevbigere û çîroka xwe bi destê xwe binivîse. Lê mixabin her kes nikare vê yekê bike, ev karekî pir zehmet e û kesên bikaribin vî karî bikin mohra xwe li demê û dîrokê didin.

Bi aweyekî din jî meriv dikare vêya jî bêje: ev cîhan dişibe stasyona garê. Em hemû mirov li stasyonê li hêvîya trena xwe ne. Li pêşberî me bi dehan tren bi rê dikevin û bi hezaran mirov jî diçin û tên û wekî temaşevenekî em li wan temaşe dikin û hew. Li stasyonê carna em li trena xelet siwar dibin û berê xwe didin mirov û cihên xelet. Tiştên li pêşberî me diçin û tên pir bala me nakişînin û bi awayekî pasîf li ber bendemayîneke nedîyar û wekî kalekî ji demê westîyayî li hêvîya hin tiştan dimînin.

Di ber van çûn û hatinan de ne wateya demê dimîne û ne jî wateya mirovan. Piştî demekê hemû jî ji bo me dibin tiştên xerckirinê û em hînî dijmirovatîyê dibin. Bi awayekî rehetî em hem dema xwe û hem jî mirovan bi dilekî rehet li gorî berjewendîyên xwe xerc dikin. Ji ber van sedemên narsîstî û berjewendperestîyê em dibin mirovan kolonyalîst û piştre jî em radibin û gazindê xwe ji mirovan dikin.

Yên ji mirovatîyê ketî em in û yên mirovatîya tarûmar kirî jî dîsa em in. Bi ser vê yekê jî em radibin bi awayekî neheqî gazinda ji mirovan û ji mirovatîyê dikin. Em gêsinê di çavên xe de nabînin lê em qala qirşên çavên xelkê dikin.

Jîyana me ji çûn û hatinan pêk tê; ji çûn û hatinên nedîyar, ji çûn û hatinên bê wext. Li bendemayînên ne eşkere jîyana xwe diborînin. Her kesa/ê derdikeve pêşberî me ji me re wekî Mesîh tê xuyakirin û meriv dixwaz ew kes me ji jîyana tarî derxe pêşberî jîyanek ronak û bi rûmet. Me benê xwe xistîye stûyê xwe em li benda xwedîyekî sekînî mane. Ev yek bi awayekî sosretî bandor li folklora me jî kirîye. Di gotinekpêşîyan de wiha derbas dibe: “Bê Xwedê dibe lê bê xwedî nabe.”
Ji tiralî, ji nezanîn û ji ehmeqîyê timî em li cihê xwe sekînî dimînin û ji bo pêşketinê tiştekî nakin û timî li benda wî/wê disekinin.

Carna jî wekî di çîroka Sîndirellayê de, di destên me de pêlava yara xeyalî û kesê/a derketî li pêşberî me gelo ew e an na? Bi vî awayî em li yara/ê heqîqî digerin. Hemû hêvîyên me bi wê pêlava di destên me de girêdayîye. Dê ew yar kengî derkeve pêşberî ne eşkere ye û her û her li bendemayînek bê wext disekin û her disekinin.

Her çiqasî li ser vê dika jîyanê meriv bi awayekî spontane û azadî bikaribe tevbigere jî pîyesek hatîye nivîsîn û gelek caran dest û lingên me girêdayî dimîne. Hewceye carna meriv van zincîran û prangayan ji dest û lingên xwe û ya herî girîng wan ji mêjîyên xwe biavêje. Wê demê meriv wê azadtir be û barên me wê siviktir be.

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply