Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vizyonê

Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 11 fîlmê li sînemeyên Tirkiyeyê bên nîşandan.

Vê hefteyê fîlma “Manîfesto”yê ya ku Julian Rosefeldt derhêneriya wê dike û Cate Blanchetta tê da dilîze ew ê têkeve vizyonê.

Di vê fîlmê da Cate Blanchett qala manîfestoyên wek Pop Art, Futurîzm, Dadaîzm, Dogma 95 û Minîmalîzmê yên ku li dinyayê hatine qebûlkirin dike.

– “Pêlî Gazê Bike”

Derhêneriya fîlma “Pêlî Gazê Bike” Antonîo Negret dike û di fîlmê da Ana de Armas, Scott Eastwood, Gaia Weiss, Freddie Thorp û Clemens Schick dilîzin.

Senaryoya fîlmê bi destê Michael Brandt û Derek Haas hatiye nivîsandin û di fîlmê da qala du birayên diz ên ku li pey firsendên teze digerin dikin.

– “Şêlandina Bankeyê”

Derhêneriya fîlma “Şêlandina Bankeyê” Wolfgang Petersen dike û di fîlmê da qala çîroka komek merivên ji bo ku hemû pereyê xwe yê berhevkirî ji bankeyê bistînin dikin.

Di fîlmê da Til Schweiger, Matthias Schweighofer, Jan Josef Liefers, Alexandra Maria Lara, Michael Herbig, Jana Pallaske û Claudia Michelsen dilîzin.

– “Şervanê Dawîn”

Di fîlma “Şervanê Dawîn” da Kellan Lutz, Daniel MacPherson, Isabel Lucas, Luke Ford, Rachel Griffiths ve Temuera Morrison dilîzin û derhêneriya fîlmê jî Shane Abbess dike.

– “Hemû Tişt”

Derhêneriya fîlma “Hemû Tişt”ê Stella Meghie dike û di fîlmê da Amandla Stenberg, Nick Robinson, Ana de la Reguera û Anika Noni Rose dilîzin.

Di vê fîlmê da qala serpêhatiyên qîzeke xama dikin.

– “The Model”

Di fîlma “The Model”ê da Ed Skrein, Maria Palm, Dominic Allburn, Virgile Bramly û Elise Lissague dilîzin û derhêneriya fîlmê jî Mads Matthiesen dike.

Di fîlmê da qala qîzeke ku dixwaze di warê wênekêşiya modayê da pêş bikeve dikin.

– “Xizmetkar”

Derhêneriya fîlma “Xizmetkar”ê Park Chan-wookê ji Koreya Başûr dike, di fîlmê da qala jineke dewlemend, merivekî ku dixwazê bibe xwediyê milkên wê û xizmetkara ku ji jinikê ra girtiye dikin.

Di fîlma “Xizmetkar”ê da Min-hee Kim, Tae-ri Kim, Jung-woo Ha û Jin-woong Jo dilîzin.

– “Mezarci”

Derhêneriya fîlma “Mezarci”yê Talip Karamahmutoglu dike û di fîlmê da Emre Altug, Nîlay Erdonmez, Turan Ozdemir, Sadik Gurbuz, Mustafa Uzunyilmaz û Orhan Aydin dilîzin.

– “Çîrokên Eşqa Organîk”

Derhêneriya fîlma “Çîrokên Eşqa Organîk” Alpgiray M. Ugurlu dike û di fîlmê da Ozge Gurel, Gokhan Alkan, Furkan Kizilay, Sadî Celîl Cengîz, Îrem Helvacioglu, Melîke Ocalan, Taylan Guner û Ceyda Kasabali dilîzin.

– “Xizneya Amigos Meksîkayê”

Derhêneriya fîlma “Xizneya Amigos Meksîkayê” Arif Çagatay Ozkan dike û di fîlmê da Kaan Oztop, Namî Esatgîl, Arif Çagatay Ozkan, Hamit Demir û Suat Înal dilîzin.

Di fîlmê da qala çar hevalên ku li pey xizneyekê ne dikin.

– “Emojiyên Xunşirîn”

Di fîlma “Emojiyên Xunşirîn” ya anîmasyonê da qala jiyana emojiyên ku di peyaman da tên bikaranîn dikin, derhêneriya fîlmê jî Alexander Romanetz dike.

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply