Duşem , 21 Îlon. 2020

Arşîvên Nîşanê: e-Kovara Çandnameyê

e-Kovara Çandnameyê Jimar 2

Xwendevanên delal û bi rûmet! Ewilî em lêborînê ji we dixwazin û dibêjin me biborin ji ber hinek sedeman em pir dereng man. Lê şikur ku va ye bi hejmera 2.em em dîsa bi we re ne.  Niha çanda Kurdî û xebatên zimanê Kurdî tev bi dildariyê ve bi rêve diçe û didome Xweda van kesên dildar kêm neke înşellah. …

Bêhtir Bixwîne »

Çanda Miriyan

Ez xwediyê miriyan im. Ez wan dikirim û difiroşim, hayê wan jê nîne. Ez mîratxûrê mirîyan im. Çi entîqê ji wan mabe, ez difroşim. Nanê me jê derdikeve. Ez wateya hebûna xwe tê de dibînim. Erdê wan ji min re dimîne, mal û milkê wan ji min re maye. Ez derewînê miriyan im. Min tecrûbe û dîroka wan ji xwe …

Bêhtir Bixwîne »

Danezana e-Kovara Çandnameyê ji bo jimara duyem

Şopînerên hêja, Bi tevlîbûna gelek heval û hogirên kurdîhez me jimara xwe ya yekem weşand. Gelek pîrozbahî û rexne li e-Kovara Çandnameyê hatin kirin. Em wek Koma Rêvebirên Çandnameyê, ji bo hemû pîrozbahîyên we spas dikin û di heman demê de ji bo rexneyên we jî spasdar in. Em hemû rexneyên we qebûl dikin, ser seran û ser çavan, tenê …

Bêhtir Bixwîne »

Diyarname: E-Kovara Çandnameyê derket

Malpera Çandname ku ev du sal in weşana xwe didomÎne niha biryar da ku e-kovareke derxe. Kovarê bi navê E-Kovara Çandname hejmara yekem a kovarê derxist û li ser malpera xwe weşand. Li gor amadekarên e-kovarê dê sê mehan carek bi vî rengî e-kovarê li ser înternetê biweşînin û yên bixwazin dikarin PDF’a wê daxin û bixwînin. Li ser du …

Bêhtir Bixwîne »

Bianet: E-Kovara Çandnameyê hat weşandin

Malpera Çandnameyê ya ku nivîs û nûçeyên li ser çandê belav dike, E-Kovareka sêmehane bi heman navî weşand. Berpirs û xwediyê kovarê, Firat Bawerî ye û di lijneya weşana kovarê de; Paşa Amedî, Omer Bextiyar, Firat Bawerî, Abdullah Araf, Ridwan Xelîl hene. Bergsaz û rûpelsazê kovarê Ridwan Xelîl e. Di Kovarê de helbesta “Helebçe”yê ya helbestkarê navdar, Berken Berehî jî …

Bêhtir Bixwîne »

Sputnik: Bi navê Çandname kovereke dijîtal li kovargeriya kurdî zêde bû

Kovara Çandnameyê bi mottoya “li pey şopa bav û kalan” li kovargeriya kurdî zêde bû. Çandname kovareke dijîtal e û dê her demsalekê hejmarek der biçe. Edîtorê kovarê Xelîl ragihand, “Armanca kovarê zêdekirine hilberîna berhemên bi zimanê kurdî ye.” Kovara Çandnameyê ya dijîtal dê her demsalê hejmarek der biçe û dê hewil bide bi hemû zaravayên kurdî nivîsan biweşîne. Di …

Bêhtir Bixwîne »

Rûdaw: Di jiyana dijîtal de şopa bav û kalan ‘Kovara Çandname’

Li pey şopa bav û kalan û bi reng û dengên jiyanê. Çandname

Kovara Çandnameyê bi zimanê kurdî li jêr dirûşma “Li pey şopa bav û kalan” wek dijîtal derket û hilberîna bi zimanê Kurdî kiriye armanca xwe. Kovara Çandnameyê bi zimanê kurdî tê weşandin. Ji bo ku niha bigiranî xizmeta Kurmancî dike kovar wê bi Kurdiya Kurmancî derkeve. Armanca kovarê hilberîna bi zimanê Kurdî zêdekirin e. Ji bo vê yekê hem ji …

Bêhtir Bixwîne »

e-Kovara Çandnameyê Jimar 1

Bi Silavên germ Merheba ji we re Kurdînus û xwînerên hêja… Ji ber ku me bi xebatek wiha silav da we pir kêfxweş û bi kelecanî ne. Hêvî dikin ev kelecanî û kêfxweşîya me her dem dewam bike. Koma me bi navê malpera “www.candname.com”ê ev du sal in di xizmeta gelê xwe de bû. Piştî tecrûbeya du salan bi hevalên …

Bêhtir Bixwîne »

Danezana E-Kovara Çandnameyê

Şopînerên ezîz û hêja, Malpera “www.candname.com”ê ev 2 sal in di xizmeta gelê xwe de ye. Me wek koma Çandnameyê ji destpêka weşanê heta îro bi armanca xizmeta Zimanê Kurdî û zaraveyên wê hewl da û didin. Di vê heyama 2 salî de, nivîsên ku me ji derdorê berhev kirin û yên ku nivîskaran bi xwe ji me re şandin …

Bêhtir Bixwîne »