Danezana e-Kovara Çandnameyê ji bo jimara duyem

Şopînerên hêja,

Bi tevlîbûna gelek heval û hogirên kurdîhez me jimara xwe ya yekem weşand.

Gelek pîrozbahî û rexne li e-Kovara Çandnameyê hatin kirin. Em wek Koma Rêvebirên Çandnameyê, ji bo hemû pîrozbahîyên we spas dikin û di heman demê de ji bo rexneyên we jî spasdar in. Em hemû rexneyên we qebûl dikin, ser seran û ser çavan, tenê em dikarin dîsa bibêjin “weşan ji me, nivîs ji we.”

Wekî din em vegerin ser danezana xwe ya ji bo jimara duyem a e-Kovara Çandnameyê.

Wek ku me di nivîsa edîtoryayê de jî diyarkiribû em ê ji sê mehan carekê e-Kovara Çandnameyê biweşînin. Em niha li qonaxa yekem a jimara duyem de ne û heta dawiya Nîsanê li benda nivîsên we ne.

Ji bo jimara duyem plana me ev e:

  • 01-30 Nîsan – Dema nivîsşandinê ji bo jimara nû
  • 01-31 Gulan – Dema Serrastkirina nivîsan û rûpelsaziya jimara nû
  • 01-30 Hezîran – Dema weşandin û danasîna jimara nû

Gelî Kurdînivîsno!

Bila ked û xebata weşandinê ji me, nivîsandin jî ji we be.
Ey xwişk û birayên hêja, tevlî vê xebata hêja bibin û nivîsên xwe ji navnîşana me re bişînin.
Hûn dikarin heta roja dawîn a vê mehê (30ê Nîsana 2018an) nivîsên xwe ji bo hejmara duyem a e-Kovara Çandnameyê bigihînin ber destên me.
Hejmara Duyem a e-Kovara Çandnameyê wê di 1ê Hezîrana 2018 de bê weşandin.

Navnîşana ku hûnê nivîsan bişînin ev e: candnamekovara@gmail.com

Etîket: Agahdarî, Çandname, Danezan, Dîjîtal, E-Kovar, e-Kovara Çandnameyê, e-Weşan, Kovar, Kovara Çandnameyê, Pdf, Weşan

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Şîroveyekê bihêle