Diyarname: E-Kovara Çandnameyê derket

Malpera Çandname ku ev du sal in weşana xwe didomÎne niha biryar da ku e-kovareke derxe. Kovarê bi navê E-Kovara Çandname hejmara yekem a kovarê derxist û li ser malpera xwe weşand.

Li gor amadekarên e-kovarê dê sê mehan carek bi vî rengî e-kovarê li ser înternetê biweşînin û yên bixwazin dikarin PDF’a wê daxin û bixwînin.

Li ser du sedemên amadekirina e-kovareke wisa amadekarên Çandnameyê wisa gotine: “Yek; em dixwazin ev xebat li sînoran neeliqe û di heman demê de li her derê dinyayê belav bibe û kengî Kurdek bixwaze xwe bigihîne vê xebatê divê bi sê-çar pişkokên kompîtirê karibe. Dudo; wekî tê zanîn xebatên Kurdî yên çapkirî bi zor û zehmet tên belavkirin û gelek caran jî mixabin weşangerên wan xebatan dikevin nav zirar û zîyaneke aborî. Ji ber vê yekê heta niha gelek xebatên Kurdan di nîvî de mane an jî piştî hejmara yekem derfet nedîtine ku hejmara duyem biweşînin.”

Heta niha ji ber zor û zehmetiyên çapê hin kovarên bi kurdî derketin û nekarîn berdewam bikin. Ji ber vê hin caran e-kovar jî derketin lê wan jî heta cihek weşana xwe dom kir. Niha yeka nû E-Kovara Çandname ketiye ser vê rêyê û hêvî heye ku demek dirêj weşana xwe bidomîne. Di hejmara yekem ku bi diruşma “Li pey şopa bav û kalan bi reng û dengên jiyanê” dest bi weşanê kiriye de gotar, helbest, nivîs û lêkolîn hatine pêşkêş kirin.

Ji bo yên ku bixwazin nivîsên xwe bişînin e-kovarê:
candnamekovar@gmail.com

Û ji bo daxistina e-kovarê:
https://candname.com/kovara-candnameye-jimar-1/

C.O.
Diyarname

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply