Cumartesi , Mart 6 2021

Tag Archives: berhem

METODA LÊKOLÎNÊ Û HAWAYÊ XEBATA MIN

(Ji bo afirandina berheman) Ciwanên Hêja! Ev gotara min, li ser hawayê xebata min a ji bo afirandina berheman e. Hêvîdar im hemû ciwanên ku hewesa wan li ser Çanda Kurdî heye, bixwînin. Kêm-zêde, wê her kes li gor xwe sûd jê werbigire: Îro dostê hêja Doçent Zahir Ertekîn ê berpirsê Beşa Kurdî ya li Zanîngeha Çewlikê, telefonê min kir …

Read More »

Alî Kut: Nivîskarên Kurd di sirgûnê de berhem afirandin

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd yê Swêdê Alî Kut, di derbarê xebatên komelê, rewşa nivîskarên kurd yên li Swêdê, nêzikbûna dewleta Swêdê ya li hemberî nivîskarên Kurd û gelek mijarên din yên di derbarê rewşa nivîskaran de ji BasNewsê re axivî.  Armanca damezrandina komelê çi ye? Ji bo danasîna ziman û edebiyata kurdî û berhemên endamên komeleyê xebatê dike. Ji bo zimanê kurdî bibe qada …

Read More »

Gelo Mehmet Oncu Kî Ye ?

Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa Xarxarê ya Semsûrê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar, ji sala 1983an û vir de, li ser folklora Kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine …

Read More »

Xezal

Kurdên Sovyeta berê (Kurdên Kafkasyayê) berhemên xwe bi tîpên Krilî dinivîsînin. Wan hetanî niha gelek berhemên çandî, edebî, lêkolînî û dîrokî afirandine. Di van çend salên dawîn de hinek berhemên wan bi metoda Transkrîpsiyonê ji alfabeya Krilî kirin alfabeya Latînî. Ev kar û xebat ji bo çand û zimanê Kurdî xizmetek gelek hêja ye. Pirtûka bi navê “XEZAL”ê jî bi …

Read More »

Li Amedê Panela ”Xanî-Civak, Felsefe û Ziman”

Li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn bi pêşengiya Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî, bi dirûşma “Xanî- Civak, Felsefe û Ziman” panelek hat lidarxistin. Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî, bi dirûşma “Xanî- Civak, Felsefe û Ziman” panelek li dar xist. Panel di 16’ê çileyê, de li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn a li navçeya Peyasa Amedê pêk hat. Di …

Read More »

Şîroveya Kîteyeke Mem û Zînê

“Sernameyê name namê Ellah Bê namê Wî natemam e wellah” Gava mirov dest bi karekî bike divê miro navê Xwedê hilde, ango bibêjî “Bismîllahîrrehmanîrrehîm” an “Bismîllah” Xêrek ê mezin heye di Besmelê de û sinetê Pêxember e(silava Xwedê li ser Wî bî) ku mirov bi Besmelê dest bi karê xwe bike. Heta di hinek cihan de ferz e. Mesela li …

Read More »

Li Efrînê Bermayiyên Kevnare Hatin Dîtin

Komîteya Berhemên Dîrokî, li gundê Elbîse yê bi ser Efrînê ve gundekî kevnare hate dîtin. Tê texmînkirin bi sedhezaran sal dîroka gund heye. Piştî ku komîteyê agahdar kir, ekîbên pispor dest bi xebatê kirin. Du sal in ku xebat berdewam in. Piştî vê xebata dirêj tabloyên dîrokî, Melekê Tawus, werdek, xezal, hesp, gor, bîrên avê û fîgûrên mîmarî hatin dîtin. …

Read More »

Seta (Berhemên Giştî) – Firat Cewherî

SETA (BERHEMÊN GIŞTÎ) FIRAT CEWERÎ AMADE YE! JI 10 KITÊBAN PÊK TÊ Payiza Dereng Ez ê Yekî Bikujim Lehî Maria Melekek Bû Li Mala Mîr Çîroka Malbata Evdo Girtî Kevoka Spî Romanseke Çilmisî Pêlên Deryaya Reş

Read More »