Devliken Kelogirî: ”Ji ber serdestîya tirkî/erebî/farisî, îro kurdî bindest e.”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Devliken Kelogirî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Devliken Kelogirî – 1- Çendî kêfa gelek nivîskaran ji vê pirsê re bê jî, ez bi xwe ji vê pirsê aciz im, lewra bi min danenaskirina mêvanan karê mazûvên e, lê madem bûye adet, bi kin û kurmancî, bêyî ku ez xwe li ber çavê xwendevanan bikim hûtekî efsanewî, li ser xwe çend gotin û kelaman bikim. Ez Devliken im. Lê bira jî ez dev li ken im; him dikenim, him jî dikenînim. Lê carinan jî diqeherim, aciz dibim, hêrs dibim. Devliken û qehr? Devliken û acizî? Devliken û hêrs? Bêguman nabe! Nabe, lewra min jî go ka ez paşnavê xwe jî bikim Kelogirî, mîna şev û rojê ez jî kirasê jîyanê lê bibirim û lê bikim; lewra jîyan her ne bihar e. Bi min felsefeya jîyanê bi girî dest pê dike lê bi naskirina jîn û jîyanê re ew girî bi demê re vediguhere ken. Û ken jî dermanê jîyanê ye. Bikenin, bikenînin da ku hûn xweş bijîn!.. Heger hûn bixwazin li ser min xwe bigihînin hin agahîyên klasîk jî, kerem bikin herin serîyekî li http://devliken.blogspot.com/?m=1 bixin. Li wir, di heqê min de her tişt heye; ji xêndî bejn û bala min. Lê jixwe bejn û bala min jî ne xema we ye. De belkî hinek ji we bi xwe re nebînin herin li derîyê bloga min bixin, loma ka ez ji bo we li ser xwe çend gotinên klasîk bikim: Ji Mêrdînê me. Li Qoserê ji dawa dêya xwe ketime û heta lîseyê jî ez li wir jîyame. Dû re derketim Stenbolê. Min li zanîngeha Beykentê beşa sînema televîzyonê xwend. Nuha jî dansalek ji min re maye ez beşa erdnîgarîyê ya zanîngeha Stenbolê biqedînim. Lê piştî ev beş jî biqede, ji bo ez li erdê nemînim û li xwe neheyirim, hewce ye sala bê ez dest bi xwendina zanîngeheke din bikim. Wek hûn jî dizanin li Stenbolê çûyin û hatin mesele ye û meriv di ber heqê rê de dernakeve. Qet nebe bi xêra xwendekarîyê ez xwe bê akbîl nahêlim; akbîla xwe dixim bêrîka xwe û bi haweyekî bêminetî li sikak û kolan û qadên Stenbolê zîz dibim. Hêleke dilê min ji bo edebîyatê, hêleke dilê min jî ji bo sînemayê diavêje. Bi navên Doxînsistîzm, Xwelîserîzm, Xweşzûgotinokîzm, Leylan û Peyvforîzma pênc kitêbên min çap bûne. Bi navên Xof, Reş û Şîn, Mirîd û Xwekuştin çar kurtefîlmên min hene.

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Xweliserizm-Devliken Kelogiri Kitabı ve Fiyatı - HepsiburadaDevliken Kelogirî – 2- Xortanîya min li Stenbola xopan bi haweyekî lumpen derbas bû. Ji sala 96an heta sala 2002an ji edebîyat û hunerê dûr, tenê ez li pey kêfa kîr û dilê xwe pengizîm. Erê ez kurd bûm, bi kurdî dipeyivîm, bi kurdî dijîyam û di nav derdoreke politîk de radibûm rûdiniştim (çendî jîyaneke min a lumpen hebû jî wextekî min ê pir li NÇMyê jî derbas dibû) lê polîtîze nebûbûm. Wek nuha di xortanîya xwe de jî tu carî bi haweyekî rêxistinî ez nebûm zilam û endamê partîyekê/rêxistinekê, her serbixwe bûm. Lê ji sekn û tevger û karaktera xwe min bi xwe derdixist ez ne kesekî ji rêzê me. Û piştî demekê (piştî çavê min û dilê min û navnigên min gelek tişt dîtin, pelandin, tahm kirin) mejî û dilê min berê min dida derin dinê. Dema min ji kovara qerfî-mîzahî Pîneyê re karîkaturek çêkir û min ew karîkatur li ser rûpelên Pîneyê dît, min hîs kir orgazm tenê ne di nav nivînan de ye û ew roj ev roj e ez nikarim xwe ji wê orgazmê dûr bisekinînim. Erê, bi kovara Pîneyê min çav berda huner/edebîyatê, lê bi malpera Lotikxaneyê ez bûm evîndarekî serserî. Çima? Heger eşqa huner û edebîyatê bi meriv re çêbûbe, meriv ji kîjan zimanî afirîbe, hewce ye meriv bi wî zimanî binivîsîne, bike. Û ez ji dawa kurdîyê ketime. Ziman îxanetê efû nake!

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 3- Wek di pirsa berî vê pirsê de min got, meriv ji kîrê kîjan zimanî ketibe, meriv dola wî zimanî ye û heger tu bi wî zimanî binivîsînî, tu dibî perçeyekî wî zimanî. Bi min, kurdên bi eslê xwe kurd, ne kurd in, heger xwe nas kiribin lê ji bo kurdbûna xwe neketibin nav hewldanekê!.. Loma jî, nivîskarên bi eslê xwe kurd heger bi tirkî-erebî-farisî binivîsînin, ji dagirkeran bêtir xisar û zirarê didin miletê xwe, lewra, bi qasî miletê wan bi qelema wan ji xwe dûr dikeve/asîmile dibe, bi çek û seleh û zilma dagirkeran ji xwe dûr nakeve/asîmile nabe. Heta kurdî azad nebe, heta Kurdistan serbixwe nebe, ew luks û heq û konfora nivîskarên kurd tune ye bi zimanên dagirkeran binivîsînin û xizmetê ji ziman û edebîyat û hunera wan re bikin. Lewra ji ber serdestîya tirkî/erebî/farisî, îro kurdî bindest e. Îja ka aqil!

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Devliken Kelogirî – 4- Di edebîyata kurdî de qelemên tûj û xurt hene, lê ji ber ku pirê berheman dişibin hev, meriv nikare bi dewlemendî pesnê wê bide. Lê heger ji kurdî re dewletek çêbibe, ew potansîyel heye; him ji bo edebîyatê, him jî ji bo huner û sînemayê.

Doxînsistîzm derket -

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Devliken Kelogirî – 5- Ji bo kurdan a herî hêsan helbest e, çendî helbest ne karê her kesî be jî. Bi min roman li pêş e. Bi qasî ez taqîb dikim…

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye, şiroveya berhemê ye, xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 6- Û bêguman ji rexnegirîya edebî re vîzyoneke xurt divê lê mixabin pirê zana û xwendeyên me bi vîzyoneke televîzyonî tev digerin.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Devliken Kelogirî – 7- Dev ji girîngîyê berde, rexnegir newêrin bi sî û stara berhemên min bikevin. Ê bêguman sedemên wê jî hene: Ez ne endam û zilamê partîyekê/rêxistinekê/sazîyekê me. Ez ne mirîdê şêxekî/serokekî me. Ne dêr xema min e, ne mizgeft. Wek hinekan bi haweyekî margîseyî/bûkalemonî tev nagerim û dilê her kesî xweş nakim. Serê min jî bifire, ji bo berjewendîyên şexsî ji sekn û helwesta xwe nayêm xwar. Zimanê min çewt û tûj û rep e, kî bi ber keve, avê lê venaxwe, xwe lê diqelibîne û di ser re dihere. Ne dîn û îdeolojî li ser bala min in, ne jî civak û ehlaqê civakê yê pepûk û reben û belengaz û têkçûyî. Xema min ne misilman in, ne elewî ne, ne jî êzîdî; jixwe meriv li ser axa xwe ne azad û serbixwe be, bi kêrî çi tê ew dîn û dîndarî û mirîdî! Bi kin û kurmancî, kurd ji rastgoyan aciz in û ez jî têra xwe û wan, wan aciz dikim.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çi radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Devliken Kelogirî – 8- Rexnegirîya edebî di nav kurdan de bi haweyekî gundîkî ye; dilê kê ji kê re bixwaze, dipesinîne, lê heger meriv ne şinek û şelaf û qûnalês be, bi gotineke din heger meriv xwedan sekn û helwest be û hesabê kesî neke û guh nede berjewendîyên şexsî, berhema meriv çi qasî bikalîte û hêja be jî, ji hesûdî û çavnebarî kes qala wê berhemê nake. Rexnegirî, xwendin û xwenuhkirin e. Rexnegirî, lêkolîn û lêpirsîn e. Rexnegirî, zanîna edebî, hunerî, estetîkî, felsefî, sosyolojî û psîkolojîyî ye. Rexnegirî, bext û ûjdan e. Rexnegirî, kesayeteke vîzyoner e.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çi ne?

Devliken Kelogirî – 9- Mijara berhemên min diguhere. Ez ji xwe re sînoran çênakim. Zimanê min ji axa ez li ser dijîm azadtir e. Erê, hîn ji bedena min re welatekî azad û serbixwe ava nebûbe jî, zimanê min ji xwe re welatekî azad û serbixwe ava kirîye. Dilê wî çi û çawa bixwaze werê dijî. Carinan bi haweyekî qûnde û tolaz û serserî, carinan bi haweyekî bêhawe û bêedeb û henekî, carinan jî li pey peyv û gotin û kelaman bi hewara feylesofekî dipengize mîna şêxekî, dewrêşekî, dînekî… Ez bi zimanekî eşkere bibêjim. Mijarên berhemên min: Çîrokên qerfî, mîzahî û erotîk. Peyvforîzmayên civakî, politîk, dînî. Helbestên erotîk û qerfî. Pêkenok û meselok û çîrçîrokên cûr bi cûr. Romanên postmodern û têra xwe bi zimanekî vekirî û erotîk.

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?

Devliken Kelogirî – 10- Weleh ez kitêbên kurdî dixwînim lê yên kêfa min ji wan re neyê, ez heta dawîyê wan naxwînim; xelas nakim û datînim. Bêguman ez xwe li nivîskêr jî diceribînim!

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 11- Seyda, helbest ne qada min e, loma jî naxwazim tiştekî bibêjim, lê bêyî ku zêde bidim nav, heger sibê kurdî azad bibe, hin helbestvan ê qelema xwe bişikînin û di qûna xwe kin, lewra ne kurdî ew qasî erzan e, ne jî hosteyîya helbestê…

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Devliken Kelogirî – 12- Xwezî hin rexnegiran bikarîya bi dilekî wêrek berhemên min rexne bikirana lê ne çavê wan bar dibe pesnê berhemên min bidin, ne jî xwedîyê wî dilê wêrek in rabin li ser berhemên min ne baş binivîsînin. Ê qey ez ê jî ranebim xwe bi xwe, xwe rexne nekim! Rastîyeke din jî heye, terzeke min a cuda heye, belkî jî rexnegir û edebîyathez hîn jî hînî vê terzê nebûne… Lê ev terz ê jî wan azad bike, hayê wan ji wan tune ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Devliken Kelogirî – 13- Çi dost çi heval, heger mebest bû huner û edebîyat, ji bo asta civakê bilind bibe, çi çê çi xerab divê meriv texsîr neke û ya mejî û dilê xwe bê tirs û bê fedî bibêje. Lewra civaka ku di warê huner û edebîyatê de ne pêşketî be, ew civak tim bindest û belengaz û ketî ye. Huner û edebîyat mirêka civakan e. Bi kultura şinekî û şelafî û xweşkirin û hevaltîyê rexnegirî nabe, heger bibe jî, nabe rexne, dibe rêxne.

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye? Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Devliken Kelogirî – 14- Em endamên civakeke hestyar in. Peyv zû li meriv dikeve, mixabin. Malbata em tê de mezin bûne, civaka em tê de hînî jîyanê bûne, sîstema perwerdeyîyê ya seqet, her yekê bi serê xwe li ser bedena me birînek vekirîye û bêyî em van birînan tedawî bikin, em bi van birînan re dijîn. Loma jî tehamula me ji rexneyan re tune ye. Bi qîma me nayê yek di heqê meriv de tiştekî ne bi dilê me bibêje; wan birînan em hînî pesn û pesinandinê kirine.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tiştekê wan kêmê neteweyên din nîn e. Divê erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 15- Edebîyat û huner li eyb û şerm û fedîyê guhdarî nake. Jixwe ji bo ew eyb û şerm û fedî terbîye bibe/kedî bibe edebîyat û huner heye. Û ew kesê nikaribe kirasê şermê ji xwe bike, bila li mala xwe, li nav zarokên xwe, li ber serê jina xwe/mêrê xwe rûne û karekî din ji xwe re bike. Edebîyat û huner, ne li pey civakê, civakê li pey xwe digerînin. Loma jî hewce ye edebîyatvan û hunermend bajon ser tabû û metirsîyên civakê. Bi vî haweyî meriv dibe milet û di nav miletekî de bi qasî kesên “biedeb” kesên “bêedeb” jî hene. Mixabin, pirê kurdan çûne li bajar û metropolan bi cî bûne lê gundîtîya xwe jî bi xwe re birine. Şaş fêhm nekin, mebest ne biçûkxistina gund û gundîyan e, lê ev jî rastîyek e, bi mentiq û hişmendîyeke gundîkî karên bajarî û bajarvanî nabe. Hewce ye edîb û hunermend ji kompleksên xwe rizgar bibin. Civaka ku edîb û hunermendên wê ne azad bin, ew civak ê tu carî azad nebe û pêş nakeve. Divê zîhnîyet bê guhertin lê bi van tabû û kompleksan, bi vê mentîq û hişmendîya pûç û perîşan zor û zehmet e. Û ji bo zîhnîyeteke xweş û ronak jî zîhnîyeteke nûkîtop divê; zîhnîyeteke xweş û nûkîtop jî bi tedawîkirina zîhnîyeta berê ne mimkun e; divê zîhnîyeta berê ya nexweş bimire û li şûna wê yeke nuh ava bibe. Ez dizanim ez zêde peyivîm û min hûn aciz kirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd. de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?

Devliken Kelogirî – 16- Ma nizanim hewce ye ez bersiva vê pirsê jî bidim? Jixwe yek ji wan nivîskaran ez im û di wî warê de ez dibêjim ê herî bêkompleks tev digere ez im.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Devliken Kelogirî – 17- Ez dikarim li ser navê xwe û berhemên xwe bersiva vê pirsê bidim. Çendî meriv xwe qure bike û bibêje bandora kesî li ser min çênebûye, ez xwedan terzeke cuda me jî, ev tez zirderewek e. Ji roja em dest bi xwendinê dikin heta em xwe nas dikin û dibin xwe û heta piştî wê qonaxê jî, çê xerab bandora nivîskar û hunermendan li ser meriv çêdibe. Erê, her kesek xwedan karakterek e û piştî demekê li ser wê karakterê kesayetek ava dibe. Nivîskarî, hunermendî jî werê ye. Karakterek heye lê bi demê re ew karakter dixwîne, dibîne, diceribîne û hewl dide ji wan tecrûbeyan karakterek xweser çêke û heger ew potansîyel hebe, çêdibe jî. Loma jî min kî û çi berhem xwendibin, çê xerab îlle bandor li min kirine. Lê ji hemûyan ên li ber dilê min delalî, ji bo qonaxa min a edebîyatê: Charles Bukowskî, John Fante, Dostoyevskî, Tolstoy, Jose Saramago, Vladimir Nabokov, Gorkî, Balzac, Stefan Zweig. Lê herî pir John Fante û Charles Bukovskî. Di qonaxa min a sînemayê de jî: Abbas Kiarustemî, Pedro Almodovar, Alejandro Gonzalez Inarritu, Akira Kurosava, Francis Ford Coppola, Theodoros Angelopulos, Ingmar Bergman. Ez neheqîyê li yên me jî nekim, bêguman bi xêra Hesenê Metê, Bavê Nazê, Mehmed Uzun, Bextîyar Elî, Mistefa Aydogan, Cemîl Denlî, Jan Dost, Arjen Arî û Helîm Yusiv jî min ji kurdî û edebîyata kurdî hez kir. Lê carinan li ber tayê Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran jî xwe dihejînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na?

Devliken Kelogirî – 18- Hewce ye meriv her ekolê biceribîne û jixwe kurd jî diceribînin. Hewce nake meriv ta bi derzîyê ve bike û yek bi yek bîne ziman, îro ro di edebîyata kurdî de çê xerab hemû ekol hatine ceribandin. Lê ez bi xwe realîst û postmodernîst im.

 

Lokman Polat – Pirs : 19 – Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?

Devliken Kelogirî – 19- Bêguman esasê edebîyat û hunerê, afirînerî ye. Heger afirînerî qels an jî kêm be, pirê caran xewn û xeyal û fantezî jî bi hewara meriv de nayên. Mixabin, pirê nivîskaran serpêhatî û bîranînên xwe û bav û kalên xwe dinivîsînin. Belê, ew jî hewce ne lê heger meriv karekî werê kir jî, hewce ye meriv bi vîzyoneke xurt bike. Ji bo edebîyat û hunerê afirînerî, vîzyon, şarezatî, xeyal û fantezî hewce ne; hemû bi hev ve girêdayî ne û heger ji van têgehan yek qels an tune be, berhem jî qels dimîne. Bi kin û kurmancî, ji bo meriv berhemên xwe bi xeyal û fantezîyan bixemilîne, xwendineke xurt divê, vîzyoneke xurt divê û ya herî girîng, afirînerî divê. Mixabin, di edebîyata kurdî de afirînerî, xeyal û fantezî têra xwe ne serketî ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çi ne? Û herweha mijara berhemên te çi ne? Û tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 20- Bi min bersiva vê pirsê jî di nav bersiva pirsa berî vê pirsê de heye. Jixwe edebîyat û huner ji peyva nehewce hez nakin. Haa, mijara berhemên min jî, ez ne şaş bim li jor, li derekê min qal kiribû lê ji bo te bi kinî ez dîsa bibêjim. Ji bo berhemên min her tişt dikare bibe mijar û bûye jî. Serpêhatî hene, bîranîn hene, xeyal û fantezî hene, romantîzm û nîyhandin û erotîzm hene, peyvforîzma û aforîzmayên civakî/sosyolojîk/politîk hene, çarînên eşqê û şehwetê jî. Mijara berhemên din jî ne xema min e, ez li xwe û berhemên xwe germ û konsantre dibim.

 

Lokman Polat – Pirs : 21 – Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne.

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî?

Devliken Kelogirî – 21- Her kes bi kêfa xwe ye. Tiştek hebe û heta sibê ez bibêjim ew tişt tune ye, ma ew tişt tune dibe? Na. Û jixwe dema mijar dibe edebîyat û huner, ên bi qasî misqalekê dil û mejî û hestên xwe li ber wê baranê baş şil nekiribin/ne nermijandibin, radibin xwe qure dikin û li ser serê civakê xwe dikin otorîte; lê ew kesên xwe otorîte dibînin, di esasê xwe de ne tu barûte ne. Loma jî ha ew peyivîne ha keran tir kirine heman tişt e.

 

Lokman Polat – Pirs : 22 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Devliken Kelogirî – 22- Weleh Seyda, ne ez xwe nêzîkî kesî dibînim, ne jî kesî nêzîkî xwe… Ez deve me û bi serê xwe me. Ne tirsa min ji sîyasetê heye, ne tirsa min ji dîn heye û ne jî qeyde û adet û tabû û kompleksên civakê xema min in. Mejîyê min û dilê min dinin hev, ji wê nîyhandinê çi bizê, zimanê reben wê dibêje. Ez kesekî rep im! Zimanê min jî rep e, sekn û helwesta min jî…

 

Lokman Polat – Pirs : 23 – Te qet pirtûkên min xwendine?

Devliken Kelogirî – 23- Çima derewan bikim, weleh hîn min nexwendîye, lê piştî vê gazinê ez ê bixwînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 24 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Devliken Kelogirî – 24- Nuha li ber destê min du proje hene; yek edebî, yek sînemagerî… Min dest bi romanekê kirîye û heger ew Xwedayê ku ez nizanim xwe li ku veşartîye hêz û qawet û xîretê bide min, di demeke nêzîk de ew ê bigihê. Her weha heger ez çend qurişan bikarim bidim ser hev, li ber destê min senaryoya kurtefîlmekî heye, mijar serxwebûn e, dixwazim herim li welêt bigirim.

 

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

Devliken Kelogirî – 25- Ez ji “Gotina Dawî” hez dikim. Di bloga xwe de jî bi vî navî quncikek heye. Îja madem te got gotina te ya dawî, ez jî te neşikînim û gotina xwe ya dawî bikim: Bi hêvîya kurdî bibe kîrek û têkeve qûna kurdan!

 

Hevpeyvîna Lokman Polat e

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply