Ji weşanxaneya NAyê du berhemên nû DERKETIN!

Wek Weşanxaneya Nayê, em tevî rewşa heyî ya nebaş jî bêsekin xebatên xwe dimeşinîn. Ji xeynî van herdu berheman jî em ê di nêz de mizgînaya “Pirtuka Vê Sedsalê û Ya Sê Sedsalên Derbazbûyî” bi wera parve bikin.

Navê pirtûkê: Çavqirpandina Bêriyê
Novel
Nivîskar: Mahîr Bagok
84 Rûpel
Gulan 2023

Derheq da: Her çiqas ev novela li ser jiyana rojan e û li ser takekesiya  Jîrzanî, Gulbêrî û Bozê hatibe honandin ji, wekî berhemên din yên Mahîr Bagok di paşxanê de dîsa tekoşîna  salên notî bi bîra me dixe. Ev berhem bêrîkirin e, bêrikirina welatekî, welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê bûn.

Cihê zaroktîya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartîye. Bêrîkirina demên bihurî di tûrikê dilê mirovî de veşartîye mîna dîrokekê. Dema qala cihê zaroktîya mirovî tê kirin janên dilê mirovî ji nav lêvan dibarin.

***

Xwîna me ji bo evîna welat diherike. Evîna me welat e, welat jî di rihê ciwanan de her tim zindî ye! Dengê me dengekê xweşîyeka nepenî ye. Em di girêdana welatê xwe de sermest in. Evîna takekesî di nav zemanî de mîna pelên guleka bitenê diwere li ber bablîsoka demê. Evîna mezin, hezkirina di rihê felsefeya me de watedar e. Jîyanek, xwedî felsefeya evîneka hevpar be, wê demê rihê azad, vîna bi biryar jî wê di hundirê xwe de ava bike. Tekilîyeka evînê ya ji rêzê bi xwe re piştî kêfxweşîya du rojan, nakokîyan tîne. Bila gavên evîna we mezin bin, wê demê rihê jîyana we jî wê di dilpakîyê de bibe behr.”

 

Mahîr Bagok kî ye? Mahîr Bagok, di sala 1981ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Bi qasî
şeş salan li çîyayên Kurdistanê şervanî kiriye; ev nêzikî neh salan e di zindanê de ye.

Berhemên Wî:
1= Derîyê Sibehê / Helbest / 2011 / Weşanên Lîs
2= Pênc Kulîlkên Zivistanê / Kurteçîrok / 2012 / Weşanên Lîs
3= Dewsa Ramûsanên Birûskan / Kurteçîrok / 2013 / Weşanên Lîs
4= Sîya Nepenê / Roman / 2015 / Weşanên Na
5= Bêrîrehê / Helbest / 2017 / Weşanên Ava
6=Kefiyên Cihêreng / Roman / 2016 / Weşanên Lîs
7=Nîgarên Hebûna Xewnerojkan/Helbest / Weşanên Ava
8=Dilsîda / Helbest / 2020 / Weşanên Ava
9= Henesa Jiyanê / Roman / 2022 / Weşanên Na
10= Çavqirpandina Bêrîyê / Novela /2023 / Weşanên Na

Navê pirtûkê: Şibake
Çîrok
Nivîskar: Serdar Komurcu
94 Rûpel
Gulan 2023

Derheq da: Şibake; hem navê pirtûkê ye hem jî navê çîrokê ye, ev çîrok di 11. Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrt de hêjayî xeleta hatibû dîtin. Nivîskar Serdar Komurcu du sal li ser hevdû di vê pêşbaziyê da xelat bidestxistiye. Lewma wî vê pirtûkê diyariyê Şerzan Kûrt kiriye. Serdar Komurcu heya vêga 4 roman bi tirkî û 2 du pirtûkên çîrokan jî bi kurdi nivîsandiye. Di çîrokên pirtûka Şibake de diyar e ku nivîskar  her diçe li nivîskariya xwe zêde dike. Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê de ji hev cûda hene, çîrokên kesên ji rêze,mijarên  ku em dizanin û tevneke zexm wê van çîrokan bi xwendevan bide xwendin.

Ji çîrokan:
Jiyan, wek çemê avê, bê navber diherikî, diguherî û Mêro jî wek hesinekî li ber dilopa avê be, di cîhê xwe de mabû û her ku diçû zingar digirt!
***

Mirov digot qey derdora wî giştik tije stirî ye û nikare bi dilekî rihet xwe bide erdê û rûnê. Rewşa wî balkêş bû. Li her du destên xwe nêrî, tilîyên xwe ji hev vekir, destên xwe qeliband û wek dest û tilîyên xwe nû kifş bike, bi balkêşî li pişta destên xwe û li tilî û nenûkên xwe nêrî. Bêhneke kûr veda. Mahdê wî tirş bû. Gelo bêhna wî, ji destên wî yan jî ji tilîyên wî teng bûbû?

Serdar Komurcu kî ye? Serdar Komurcu, di sala 1986an de li gundê Germika Jor a Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dîya xwe welidî. Dibistana seretayî li “Germika Jor” xwend. Dûre jî dibistana navîn, li gundê “Tilbisim” berdewam kir. Lîseyê li Dêrik a Çiyayê Mazî, û zanigîngehe jî li Zanîngeha Mêrsînê Mamostetîya Kombersê (Kompûter) xwend. Li navçeya Dêrikê çar salan mamostetî kir. Di 2016an de ji karê xwe hat dûrxistin û dûre jî di sala 2017 de sirgunî Anatoliya Navîn, Aksarayê bû. Li navçeya Amedê Bismilê (Bîstmal) pênc salan karê xwe yê mamostetiyê kir. Dûre jî tayîna wî çû navçeya Qoserê.

Xelat û xebatên wî:
(2021)Di 11. PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT de. di beşa Kurdî de çîroka wî ya bi navê “ŞIBAKE” ji alîyê desteya hilbijêr ve hêjayî xelatê hat dîtin.

(2022) Di 12. PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT de. di qada Tirkî de çîroka wî ya bi navê “KARADENİZ” ji alîyê desteya hilbijêr ve hêjayî xelatê hat dîtin. Di rûpela medyaya civakî de jî ê bi navê Bernamegeh, Mezopotamya Yazarlar Derneği de helbestên wî çap dibe. Di nava nivîskarên MYD’ê de bi hevre bi navê” ANTOLOJIYA ÇÎROKÊN MEZOPOTAMYAYÊ-Mezopotamya Öyküleri Antolojisi” pirtûkek amade kirin û çap kirin. Di vê pirtûkê de çîrokek wî jî cîh girt. Di nava nivîskarê MYD’ê de bi wan re kovara “DEPTER’ê” jî
derdixe.

Berhemên wî:
JAN (Roman), Gece kitaplığı, 2016 – Enqere/ Çapa 2. Weşanên Sîdar, 2022
GÜVERCİNİN GÖZYAŞLARI (Roman) Weşanên Na, 2017 – Îzmîr
SEYİTHAN (Roman) Weşanên Na, 2018 – Îzmîr
ÇIROKÊN WELÊT (Çîrok) Weşanê J&J 2019
SEYİTHAN Kurtlara Karşı (Roman) Weşanên Na, 2021- Îzmîr
ŞIBAKE (Çîrok) Weşanên Na,2023-Îzmîr

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply