Sûdê Guhdarkirina Zarokan

Ji bo takekesîya peresîn, guhdarîkirina zarokan pir girîng e. Lewra zarokên ku di piçûkatîyê de tên guhdarîkirin him bixwebawerî û him jî bixwegiramîya wan li gor zarokên din ciyawaz e.

Zarokên ku ji hêla malbatên tên guhdarîkirin girîngiyê didin xwe, ji xwe hezdikin û xwe wek mirovekî dibînin. Vêca ev zarok him di dibistanê him jî di nav civakê de serkeftî ne.

Zarokên ku di piçûkatîya xwe de nehatine guhdarîkirin: dema ku mezin dibin pirsgirêkên xwe daivêjin hundirê xwe û derûnîya wan xera dibe. Ji bilî di binehişê xwe de girîngiyê nadin xwe, bixwebawerî û bixwegiramîya wan kêm e.

Hinek malbat hene ku gazindê wisa dikin: em nikarin bi zarokên xwe re têkilîyên erênî pêk bînin, zarokên me naaxivin, dema em jê tiştekî pirs dikin zû hêrs dibin, pirsgirêkên xwe ji me re nabêjin.

Em dibînin ku zarokên ku di piçûkatîya wan de nehatîye guhdarîkirin, bi helwestên wisa xwe îfade dikin. Ji bo vê mijar çi qas girîng dibe bila bibe pêwîst e ku em fikrên wan bigirin û guhdarî bikin.

Berî her tiştî çawa ku em dixwazin doralîya me, me guhdarî bikin, ji bo em hêstê xwe û ramanê xwe îfade bikin pêwîst e ku em jî hestên zarokên xwe û hizrên wan guhdarî bikin. Bila em bizanibin ku zarok jî wek me pirsgirêkên wan hene, zarok jî dikevin stresê, zarok jî hezdikin ku hinek wan guhdarî bikin. Ji ber vê yeke tu cûdatîya wan û me ji hevdu tune ye. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em jî zarokên xwe wek însanekî bibînin û guhdarî bikin. Zarok dema hestên xwe û fikrên xwe bi dewisînin pêşrerojê arîşeyên derûnî dê derkevin holê.

Ji bo vê heke em dixwazin derûnîya zarokên xwe nasbikin , zarokên xwe nasbikin lazim e ku em bi empati nêzîkî zarokên xwe bibin û wan guhdarî bikin.

Madem guhdarîkirina zarokan ev qas girîng e, gelo em ê çawa zarokên xwe guhdarî bikin?
1) Dema zarokên we axivîn wan guhdarî bikin û peyvên wan nebirin û zarok di nav civakê de piçûk nexînin, pê de neqeherin.
2)Dema ku zarok diaxivin li çavên wan binêrin û li ser axaftina wan baldar bin.
3) Zarok dema pirsgirêkên xwe vedibijên ji kesî re nebêjin û axaftinê wan nebirin.
4)Heke ji bo guhdarîkirinê wextê we tune be, wextekî ji wan re dîyar bikin.

Fikrên zarokê we çi dibe bila bibe zarokên xwe ji bo pêşeroja wan guhdarî bikin. Bila em bizanibin ku zarok hebûna me ne. Ji bo em li vê hebûnê xwedî derkevin lazim e ku em zarokên xwe guhdarî bikin.

M. Ali Basık

Derbar Çand Name

Check Also

Di Toreya Kurdî De Nasnavê Jinan

Ciwanên Hêja! Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo jinan heye. Rûmeteke wisan …

Leave a Reply