Çorekê Amedê

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 8 kesan

*Ardê genim: 2 kîlo

*Şîr: Nîv kîlo

*Hebikên dara kenêrê: Kevçiyekî xwarinê

*Cehcehik: Kevçiyek xwarinê

*Reşreşk: Kevçiyekî xwarinê

*Kuncî: Qedehek bi yê qehwê

*Hêk: Hebek

*Rûnê malê: 500 gr

*Xwê: têra çorekan

*Av: Têra çorekan

ÇÊKIRINA ÇOREKA AMEDÊ

Ardê xwe di teltekê de li moxil bixin, nava wî kort bikin, qedehek rûnê helandî, hevîrtirşê ku we di ava şîregermî de helandiye, şîr, xwê, reşreşk, cehcehik û berêkin kenêrê tev lê bikin û bi avê bisitrên û hevîrekê xwe hişk çêkin. Di vê navberê de rûnê ku maye jî di dema eciqandina hevîr de bi hevîr bidin xwarin. Paşê paçekê nedawî li ser devê teşta hevîr rast bikin da ku bila hevîrê we tirş bibe.

Gava hevîrê we tirş bû, di sêniyekê de raxin, ser hevîr bi destan rast bikin. Serê hevîrê xwe yê ku we di sêniyê de rast kiriye, çargoşe bibirin, bi kevşî yan jî bi fincanê qehweyê bixemilînin, hêka çirpandî bi firçeyekê rûyê wan bidin, kunciyan li ser wan bireşînin û bişînin firinê bila bipijin.

Noşî can be

Etîket: Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Zarokên We Divê Çi Bixwin/Vexwin

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Rêza Fêkîyên Bi Herî Sûd

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle