ŞEYBÛK

  • Şeyûk şeybûka etê
  • Şeyûk şeybûka etê
  • Alla b’kim baran bê
  • Xwedê b’kim baran bê
  • Şeyûk şeybûka etê
  • Şeyûk şeybûka etê
  • Golka me gîya divê
  • Melê me zekat divê
  • Bi devkî; Erênî
  • Serê salê binê salê
  • Xwedê kurek bide
  • Xweyîyê malê
  • Bi devkî; Erênî
  • Serê salê bine salê
  • Xwedê pîrê(n) malê bike
  • Qurbana zarokê(n) malê

AGAHÎ

Ev lîyistik salê çarekê tenê tê leyistin. Betir yan di hefteya dawiya Adarê de, yan jî di hefteya pêşî ya Nîsanê de tê leyistin. Di van mehan de ku baran hinek kêm bibare û zad tî dibin, ji bo baran bêye. Ev lîstik di rojeke de, ji şeveqê dest pê dike hete ber bi evarkî dewam dike.

Lîstik li herema Xerzan, heremoka Babosîyan(gundê Herbelûz) dihata lîstin.

Peşî  şeveqê zarok hemû (nêzî 50 heb) li Bênderê kom dibin. Piştî zarok ji xwe re Şeybûk çêdikin. Paşî jî du zarok bi hev re yek li aliyê rastê û yê din li çepê, Şeybûk di pêş de dimeşîn. Şeybûk ji dareke du çaqîl e û fistanek lê dikin. Bi vî awayî zarok malo malo li hemû gund digerin û wiha dibêjin;

  • Şeybûk şeybûka etê
  • Şeybûk şeybûka etê
  • Alla b’kim baran bê
  • Xwedê b’kim baran bê
  • Şeybûk şeybûka etê
  • Şeybûk şeybûka etê
  • Golka me gîya divê
  • Melê me zekat divê

Ji malan rûn û arvan dixwazin. Hin mal rûn, hin bal arvan didin û hin mal jî tiştek nadin û bi misînê av li zarokan dikin. Wateya av li zarokan kirin ew e ku; baran ha bi vî aweyî bibare û bereketî bibeye. Ev rewş gelek kêfa zarokan tîne. Heke ku malxweyî rûn an jî arvan bide wiha dibêjin;

  • Serê salê bine salê
  • Xwedê kurekî bide
  • Xwediyê malê

Lê heke ku malxweyî rûn an jî arvan nede hinca wiha dibêjin;

  • Serê salê bine salê
  • Xwedê pîrê(n) malê bike
  • Qurbana zarokê(n) malê

Li dûv gerîna li hemû malan, wext dibe nîvro. Zarok diçin cihekî ku li ber gund e. Ku ji wê re Serêxwarê tê gotin, dicivin. Jina mala ku nêzî Serêxwarê ye, sêlik tîne û ji zarokan re fetîran çêdike.

Zarok, wan fetîran bi awayeke edaletî par ve dikin û dixwin.

Pîştî xwarinê hinca dor tê ser lîstikan.

Lîstikên ku tê lîstin; Tîpê, Birê, lîstika Kêla, Kaşkaşok, Zindrezîq, Pêncok, Pîrê Pindê û Dare Qitkê,…. Ev lîstikên hane hema hema di rojekê de tên lêyistin. Lê ev lîstik ne tenê yên vê rojê ne. Ev lîstik ref bi ref tên lîyistîn.

Hema ku darîtî bikeve erde hamû zarok diçin mala xwe.

Botan

Derbar Rêvebir

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply