Şeva Beraetê (Xutbe)

 

حم (1)وَالْكِتَابِ الْمُبِينِ (2) إِنَّا أَنْزَلْنَاهُ فِي لَيْلَةٍ مُبَارَكَةٍ إِنَّا كُنَّا مُنْذِرِينَ (3) فِيهَا يُفْرَقُ كُلُّ أَمْرٍ حَكِيمٍ (4) سورة الدخان  

Bawermendên birûmet!

Şeva yekşemê ya girêdayiyê bi duşemê ve, şeva Beraetê ye. Li we û alema îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo xweşî û aramiyê. Beraet tê wateya xilasbûna ji guneh, deyn û cezayan e. Ji ber ku di vê şevê de efûkirina Xuda û bexşandin pir çêdibe, jê re beraet hatiye gotin. Şevên Beraet û Qedrê, rojên în û eydan, şev û rojên gelek pîroz in ku misilman berê xwe didin Xuda Teala û îbadetên cûrbicûr jê re dikin, xêr û qenciyan dikin, tobe dikin bi bal Xuda Teala ve û daxwaziya efûkirina gunehên xwe jê dikin. Pêxemberê me bi giştî di Şebanê û bi taybetî jî di wan rojên nêzîkî şeva Beraetê de rojiyên sinet pir digirt û gava yekî sedema wê dipirsî, digot: “Di vê mehê de emel ji Xuda Teala re tên pêşkêşkirin. Ez jî dixwazim gava emelê min ji Xuda re bê pêşkêşkirin, bi rojî bim.” Bersiv dida.

Xuda Teala di Qur’ana pîroz sureyê Duxan de wiha ferman dike: ” Sond bi wê kitêba ronîker! Bi rastî me ew di şeveke pîroz de daxistiye da ku em bi wê (mirovan) hişyar bikin.”[1] Armanc ji wê şeva pîroz a di ayeta derbasbûyî de, şeva Beraetê ye û yan jî Qedrê ye. Pêxemberê me digot: “Şeva Beraetê bi îbadetê derbas bikin û roja wê jî bi rojî.” Lewre Xuda Teala di vê şevê de li asîmanê dinyayê bi dilovaniya xwe, xwe nîşan dide; gelo yên tobe bikin nîn in, da ku ez wan efû bikim, gelo yên rizqê bixwazin nîn in , da ku ez rizqê bidim wan, gelo yên ji nexweşiyên xwe re şîfayê bixwazin nîn in, da ku ez wan şefa bikim, yên vê tiştê û yan jî wê tiştê jî bixwazin nîn in, da ku ez xwesteka wan jî bidim wan û her wiha heta şefeqê dewam dike.[2]

Misilmanên birûmet!

Ji Şeva Beraetê re îbadeteke taybet tune ye. Ew Xudayê ku rehma wî xelebetî li xezeba wî kirî, di vê şeva pîroz de efû û rehmeta xwe weke baranê dibarîne. Vêca hûn jî vê şevê firset bizanibin; tobe bikin bal Xuda Teala ve û daxwaziya efûkirina gunehên xwe jê bikin. Ji bo ku em ji vê ziyafeta Xuda sûdê wergirin, pêwîst e tişta were milê me, bikin. Di gel ku di vê şeva pîroz de xêr û bereket, mîna baranê dibare, lê hinek kes ji xêr û bereketa vê şevê, (mehrûm in)sûdê wernagirin. Ewên ku (mehrûm in)sudê wernagirin jî ev in: Ew ên şerîkan ji Xuda re çê dikin, dijminahiya hev dikin, kîna birayên xwe yên misilman têxin dilê xwe, pêwendî û eleqeya xwe ji mirovên xwe dibirin, kesên qure, bêemriya dê û bavan û dewamkirina li ser vexwarina eraqê.

Misilmanên birûmet!

Ew kesên ku di şeva Beraeta sala borî de, mirin jî di aqlê xwe de derbas nedikirin, gelek ji wan mirine û çûne. Ji ber ku ewlehiya mayîna saleke din ji tu kesî ji me re jî tune ye, pêwîst e em van şevên pîroz firset bizanibin û bi xeflet derbas nekin.

Mele Cewadê Girdarî

ÇANDNAME

 

[1] Duxan 1-4

[2] Tac II. 107

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply