Saqoyê M. Uzun û romana kurdî

Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên curbecur dihatin, bi çûyina Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifşekî wêjeyî peyda bû. Vî nifşê nû, kurdî berî hertiştî weke qada terapiya xwe dît. Weke darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weşanxane, rojname û sazî û dezgehên ku li Swêd û Almanya û Fransayê hatin avakirin, herweha bûn qadên weha ku dengê Kurdan di ser wan re gihîşt civaka derve jî.

Çapkirin û nivîsandina kurdî ya ku bi rojnameya Kurdistanê ve dest pê kiribû, di ber qutbûyinan re be jî, kevneşopiyeke çalakiya nivîsê da avakirin. Vê kevneşopiyê, çîroka Fuadê Temo û piyesa Evdirehîm Rehmiyê Hekarî ji me re hiştibû û rê li ber peydabûna heyama Hawarê ava kiribû. Nivîs êdî çalakiyek bû di qada kurdî de.

Li welatên Ewropayê kurdî ne qedexe bû û bi ser de nivîskar û rewşenbîrên kurd dihatin teşwîqkirin jî. Alîkariyên darayî û bûrsên xwendin û nivîsandinê didan Kurdan. Di nava van şert û mercan de, nifşê siyasî yê salên 70’î veguherî ser qada nivîs û wêjeyê. Mehmed Uzun baştirîn mînaka vê veguherînê bû.

Ji endametiya siyasî, Mehmed Uzun bala xwe da ser karên zimanî û wêjeyî. Weke ku wî bi xwe digot, zimanê ku wî bi kar dianî têrê nedikir ku ew bikare bi dilê xwe ve romanan binivîse. Ne ku kurdî qels bû, lê belê kurdiya ku wî zanîbû qels bû, eynî mîna kurdiya me hemûyan. Lewma Mehmed Uzun du karên baş bi hev re kirin ku îroj qiymetê wê baştir tê fahmkirin.

Ya pêşîn ew bû ku Mehmed Uzun hewl da ku zimanê xwe xurt bike ; lewma berê xwe da Hawarê. Di romana xwe ya bi navê Tu de, bi taybetî beşên metnên Hawarê rasterast bi kar anîn. Gava ku gazind jê hate kirin jî, di cîh de got « kurdiya min têra min nedikir, lewma min ji metnên Hawarê îstifade kir ». Dijwar e ku mirov çalakiyeke bi vî rengî bipejirîne, lê sîh û pênc sal bi şûn de, em êdî dikarin bibêjin ku azmûna ku ew tê re derbas bûye, ji xwe karekî bi vî rengî pêwîst dikir.

Mehmed Uzun, ya rast, bi romana Siya Evînê ve bû romannivîs. Bikaranîna zimanî, şêwaza vegotina wêjeyî, avakirina lehengan, teknîkên vegotinê, cara pêşîn di vê romana wî de bi rastî û durustî hatin bikaranîn. Me rengên wêjeya cîhanî jî cara pêşîn bi vê romanê ve di nava romana kurdî de dîtin. Gava ku Bîra Qederê hate çapkirin, êdî tiştekî ku Mehmed Uzun ji me re îspat bikiraya nemabû. Piştî ewqas cerribandinan, aşkere bû ku wî ê romaneke mezin binivîsandaya. Lewma jî, fînala azmûna romannivîsiya Mehmed Uzun romana wî ya piştî Bîra Qederê ye ku navê Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê bû.

Ev roman di çîroka wî ya nivîskariyê de gellekî girîng bû. Lewre, cara pêşîn bû ku Mehmed Uzun ji çîrokên gelêrî, ji dîroka rewşenbîriya kurdî û dokumentasyona dîrok û çanda kurdî bi dûr ketibû û êdî berê xwe dabû qada afirandina xwerû a wêjeyî. Di vê romanê de, behsa çîroka du welatan dibû ku jê re digot Welatê Mezin û Welatê Piçûk an jî Welatê Çiyayan weke wê şanoya Harold Pinter ku wî bi xwe bi civaka kurdî ve dabû nasandin ku navê wê Zimanê Çiyayan bû. Bûyera sereke serboriya Baz e, lê em di ber re serboriya Kevokê jî dixwînin ku romanê weke vegotina du çîrokên parallel datîne ber me. Kevok şervaneke kurd e ku derketiye çiyê, bi brîndarî ketiye destê artêşa welatê mezin. Baz jî bi eslê xwe ve kurd e, eşîr û malbata wî tev hatine qirkirin û efserekî welatê mezin ew ji xwe re kiriye law û bi xwe re biriye. Bi dû re, Baz jî bûye efserekî artêşê û li dijî şervanên ku ji gelê bindest in tev li têkoşîna çekdarî bûye.

Axir, rêya Baz û Kevokê bi vî awayî ve digihîje hevdu. Lê gava ku Baz alî Kevokê dike û hewl dide ku wê ji mirinê xilas bike, biryarê didin ku Baz jî û Kevokê jî bikujin.

Weke hemû romanên Mehmed Uzun, tevna vê romanê jî ji paşiyê de dest pê dike û hê bi dû re em vedigerin destpêka çîrokên her du lehengan.

Ji aliyê zimanî ve, herçend em şopên romanên wî yên berê tê de bibînin jî, ziman û şêwaza vê romana Ronî mîna Evînê Tarî mîna Mirinê gellekî kamiltir e û mirov di cîh de fahm dike ku romannivîs bi xwe jî êdî bi awayekî şarezatir ve romana xwe ava dike. Tevna wê têkûz, zimanê wê kamil, şayes û diyalog û monologên ku li nava romanê reşandî ne, xurttir hatine avakirin. Leheng bêtir dişibin rastiyê û tevlêbûyina wî ya li nava çîrokê jî bêtir bi ruh û can e. Mehmed Uzun êdî fahm kiriye ku roman karê sebrê ye, lê ne bi tenê karê vegotina serboriyekê ye; lewma pirsa nasnameyê û hebûnê tev li avakirina lehengên xwe kiriye. Baz bi nasnameyeke jibîrkirî ve heye. Kevok bi nasnameyeke weha ve ku divê ji bo wê biçe serê çiyê û şerrî bike, eynî mîna hezkiriyê xwe yê bi navê Jîr.

Di romanê de propaganda nîne, em şervanan weke şervan û leşkeran jî weke leşker dibînin. Di nava van hemûyan de lêgerîna Bazî bi stranekê ve diteqe û berê wê diguhere. Êvarekê gava ku Baz vedigere mala ku Kevok lê hatiye hefskirin, dibihîse ku Kevok stranekê bi zimanê çiyayan dibêje. Tiştin di nava dil û hinavên wî de dilivin. Ji wê kêlîkê û bi şûn ve Baz wê nakokiya dubeytiya nasnameya xwe zelaltir bike.

Ev pirsgirêka ku Mehmed Uzun di takekesiya Bazê wendabûyî de nîşan dide û axir bi zimanê çiyayan, bi zimanê bîra bav û kalan ve wî li eslê wî vedigerîne, esil serboriya hemû nifşê salên 70’î ye jî.

Bi romannivîsiya xwe ve, Mehmed Uzun nîşan da ku, eynî mîna Ehmedê Xanî, romana kurdî ya modern dikare bi awayekî xurttir ve jî were nivîsandin. Em li xwe mikur werin, wêjeya rûsî ji saqoyê Gogol derketibû, wêjeya kurdî ji saqoyê Uzun derneketibe jî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bandora wî li ser hemû nifşê me yê salên 90’î hebû û nikare were înkarkirin.

 

Çavkanî: xwebun1.org – Îbrahîm Seydo Aydogan

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply