Serpêhatiya Şêr, Gur û Rovî

Desala zivistanè,
Sewalèn daristanè ;
Hemu li hev civîyan,
Hinek j iwan girîyan.

Bi hewar û bang kirin,
Ax bi serè xwe de kirin.

Tiştè hatî serè me,
Pir nexweşe mîrè me.

Yè bihîstin ev xeber,
Bi rawestan çune ser.

Piçuk mezin hur û gir,
Teyr û tilur hirç û gur.

Ger çi hebun ew ajal,
Hemu rabun çun ji mal.

Xwedane ber serè şèr,
Mal tijî bun jor û jèr.

Rewşa mîrè xwe pirsîn,
Li ber çok dan merisîn.
Hin runiştin hîn rabun,
Tev li ser hev belav bun.

Gotin wiha çè na be,
Tu èş bè derman nabe.

Dibè rabin herin,
Derman bînin vegerin.

Gava derketin ji mal,
Nalîya şèrè bè hal.

Ku dengè şèr hete gur,
Hèdî rabu çu li wir.

Li ber serè şèr runişt,
Jè re gote gelek tişt.

Gur got ev çend rojè min,
Xew nakeve çavè min.

Ne xwarin û vexwarin,
Tev ji bo te li karin.

Çi sewalèn ku hene,
Li ber fermana tene.

Ajalèn daristan,
Tev hatin ser lèdanè.

Lè ewè ziman zède,
Tucarî nehat vè de.

Tu dizani ew kîye ,
Yè dibèjim rovîye.

Ewè xayîn û fenek,
Ketîye kèfa belek.

Gava èşa te b ihîst,
Wè ji kèfare dilîst.

Ku em li wir digirîn ,
Bi ken li me zivirî.

Xwe li dij me qurekir,
Hinekè xwe bi me kir.

Tu çi dibè mîrè min,
Dest û pè û serè min.

Ez dizanim çibkim jè,
Deka ku ew roja bè.

Raste hate bîramin,
Rovî nehat dora min.

Sewal hatini her der,
Belè nehat ew qeşmer.

Gelo vèga li kuye,
Demek ne xwîyanîye.

Serè min ket ji alî,
Ez ketime vî halî.

Ïro maye bi serè xwe,
Qet nade vir berè xwe.

Dè bè roja min û wî,
Ezè bînim bîra wî.

Got qet xwe aciz neke,
Em pirin ew rovyeke.

Balgî da ber pala şèr,
Gelek hurmet kire jèr.

Runisti bun pir sewal,
Hinek ji wan çune mal.

Rovî hate dora wan,
Halè şèr pirsî ji wan.

Got çi heye çi tune,
Ev çendek hun li kune.

Hinek bîhna xwe vedan ,
Dure bersîva rovî dan

Hereçî hebu li wè dè,
Hemu anîne vè dè

Wekî ku tu dizanî,
Şèr nexweşek giranî.

Kesek neme ku nehat,
Tenè deng ji te nehat.

Roja ku em çune wir,
Li ber serè şèr bu gur.

Weke ku ji te birike,
Ba şèr xeyba te dike.

Digot rovî bè xère,
Ïro zikè wè tère.

Tu carî te nasnake,
Ji bote xema nake.

Gur gelek tişt li ser te kir,
Bi rastî ser bawer kir.

Ger ku vècar rabe şèr,
Ew ji bote nabe xèr.

Rovî xatir ji wan xwest,
Kaxiz qelem xist bi dest.

Goh li serî dilive,
Dest û çîyan dipîve.

Rèya rovî pir dure,
Av çeman di bore.

Rèya rovî dirèje,
Diber xwe de dibèje.

Dibè tiştekî bikim,
Ji bo şèr rizgar bikim.

Li mal runişt ponijî,
Pîlanekî xist mèjî.

Çili mala şèr heye,
Haya rovî jè heye.

Idî borîn roj û meh,
Rovî pir tişt kir bu seh.

Gur ji cem şèr rana be,
Gote şèr wiha nabe.

Dîsa nehat ew zilam,
Çi dibèjî ez xulam.

Wele ne hawè wîye,
Deka gelo li kuye.

Rovî li mal digere,
Ferman bid bila were.

Şèr gotina gur birrî,
Rabu ser xwe zincirî

Vè yekè ji bîr nakim,
Ger fermana wî rakim.

Hîn ew tişt nebu bîst ,
Rovî li malè bihîst.

Rabu got ger ez herim,
Şèr sax bikim vegerim.

Kaxidakî kir çar par,
Lè nivîsî bi jimar.

Pèça kir berèka xwe,
Veşart kete rèka xwe.

Hè dî hèdî meşîya,
Wargeha şèr bu xwîya.

Ku gihîşte devè rè,
Pèşî gur dît li serî.

Gur li wir pal vedaye,
Herdu lingan vedaye.

Ko rovî derî vekir,
Tu kesî guh lè nekir.

Ru nedanè sewalan,
Xwe avè nav şekalan.

Ku derî ma vekirî,
Gur gelekî qehirî.

Got zu derî bigirin,
Kesè bè xèr li virin.

Dema dengè gur çu şèr,
Hîşyar bu nèrî li jèr.

Rabu çavè xwe gerand,
Serî li rovî hejand.

Got aferîn ji te re;
Tu bu zilam ji xwe re.

Vayè ev bu meha min,
Lingèn te nehat bal min.

Tu li ku bu vè mehè,
Qey tu çu bu dojehè.

Idî xwida mezine,
Sond û qesem li mine.

Ezè te darizînim,
Hesabè te bibînim.

Ko şèr dike qisè gir;
Nayè ser hev dvè gur.

Kèfa gur pir li cîye
Ji ber ku dij rovîye.

Gur got kèf kèfa mine,
Va jîyana rovî kine.

Hayè tune ji felekè,
Ko rovî bike dekî.

Şèr awirek da rovî,
Temenè wî bir nîvî.

Rovî situyè xwe xwar kir,
Bè deng guhdarî kir.

Rovî axivî ji dil,
Gelo ezim è bè kul.

Ma qey hişè te nîne,
Yèn li cem te ew kîne.

Çı feyda wan li te bu,
Zimanè wan zè de bu.

Ji min çètir diznî,
Kè ji wan derman anî.

Ev serè meha mine,
Ne xewe ne xwarine.

Ko tu ketî nav cîyan,
Ez ketim ser rèyan.

Bu èşa teya dijwar ,
Derman geryam bè jimar.

Hekî dixtor gerîyam,
Ku min dît vegerîyam.

Hemu hekîm û zana ,
Gotin navèn dermana.

Ger min ji kè dipirsî,
Navè derman nivîsîn.

Gotin idî negere ,
Derman eve vegere.

Şèr pir şah bu beşirî,
Gotina rovî birî.

Got dermanè min çîye,
Ka zu bèje li kuye.

Meha mine bè halim,
Ez nemame li malim.

Ger te anî be derman,
Ji bo te nîne ferman.

Meclisè bicivînin,
Efya rovî derînin.

Rovî hate nèzîkè,
Dest avîte bèrîkè.

Kaxiz û derman derxist,
Agir bi mala gur xist.

Got xwendina min nîne,
Mîrè min tu bi xwîne.

Ez nizanim çîye ,
Li vir nivîsandîye.

Kaxizek din daye ber,
Demanan kir bu ji ber.

Dermanan nepirsî bu,
Ewî bixwe nivî sî bu.

Haya kesî jè ne bu,
Fena rovî bi xwe bu.

Belè sèr guman nekir,
Wè kaxiza din vekir.

Şèr kaxizè dixwîne,
Navè derman dibîne.

Eva dermanè şère,
Me danîye li jè re.

Gava ku hun bi xwînin,
Ger hun derman bibînin.

Ev derman û ev zanî,
Navè derman me danî.

Navè derman li jè re,
Hèvîdarin bixère.

Navè derman liwire,
Goştè saqa gure.

Ku şèr wè gostè bixwe,
Avek sar serda vexwe.

Dè bibe weke pola,
Derkeve serèn çola.

Tiştekî wî namîne,
Ev ji bo wî mizgîne.

Gava nivîs qedîya,
Zirav li gur qetîya.

Dest û pè lè lerizî,
Ji xwe re got bi dizî.

Ev çi bu hat serè min,
Berè min ket mirinè.

Şer got rabin bi rèdin,
Dest û pè gur girè din.

Wî derxin devè derî,
Bigrin lè çavèn serî.

Birekekè tuj bibînin,
Hèta gur bifirînin.

Hinek goştè sor jèkin,
Li agir kin zu çèkin.

Dil xwza şèr anîn cî,
Baş girèdan dest û pî.

Çè bu wek dilè rovî,
Hèta gur anin nivî.

Goştè saqè jèkirin,
Xwè li ser werkirin.

Bi cîh anîn ev ferman,
Şèrè nexweş xwar derman.

Şèr birçî bu birojan,
Hèz da rabu ser çokan.

Seqet ma gurè fesad,
Rovî li wir bu azat.

Rovî ji şèr xatir xwest,
Kete rè û çol û best.

Rovî li jor gur li jèr,
Tu çewanî ey camèr.

Gur ma li ser sè pîyan,
Xwîn ji ji linga rijîya.

Te duh dikir xeyba min,
Va tu ketî tirba min.

Bèbextî ne tişteke,
Ev jibo te hindike.

Her çi hîle û fenek,
Wè were çerxa felek.

Emè rojek bi bînin,
Tol û heyfè hilînin.

Hèvîdarin talî ya xayîn û
Bè bextan ya gur be.

Feyzî Mîrhesen

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply