“Jin ji mêran zêdetir emir dikin”

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê diyar kir ji sala 2000an vir va emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû…

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê diyar kir ku ji salên 2000î vir va li seranserê dinyayê emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û li gor vê encamê jî jin ji mêran zêdetir emir dikin.

Li gor rapora “Îstatîstikên Tenduristiya Dinyayê” ku rêxistinê weşand di navbera salên 2000-2016an da emrê mirovan bi qasî 5 sal û nîvekî dirêj bû û ji 66 sal û nîvekî derket 72 salan.

Ji bo emrekî dirêj dahateke baş li ser jiyanê xwedî tesîr e û welatiyên li welatên dahat kêm e dijîn li gor kesên li welatên dahat zêde ye dijîn bi qasî 18,1 sal kêmtir emir dikin.

Jin ji mêran zêdetir emir dikin

Li gor encama rêjeya xwekuştinê ya kurewî ya sala 2016an mêr li gorî jinan ji sedî 75 zêdetir xwe dikujin û di qezayên trafîkê da jî jimara mêrên birîndar dibin li gorî jinan du qatî zêdetir e.

Di nav welatên emrê mirovan lê dirêj e da Japonya bi 84 û Swîsre jî bi 83 salan balê dikşîne lê welatên wekî Lesotho û Komara Afrîkaya Navîn di qada temendirêjiyê da welatên herî dawîn in û mirovek li wan deran bi qasî 52-53 salan dikare bijî.

Di raporê da li ser emrê jin û mêran jî hat sekinîn û hat dîtin ku welatên pêşketî di serî da jin ji mêran zêdetir emir dikin.

trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply