Çarşem , Adar 20 2019
Destpêk / Ziman / Roja zimanê zikmakî û zimanê kurdî

Roja zimanê zikmakî û zimanê kurdî

Dewlemendiya her zimanekî bi kevnariya çanda civakê ve girêdayî ye. Lê divê bêjim ku ew civakên ku bêdewlet bûne nekarîne biqasî ku pêwîst be baxçê zimanê xwe rengîntir û dewlemendtir bikin. Gelek ji wan civakan têk çûn û îro em tenê di muzeyan da dikarin şûnewarên hinek miletan peyda bikin ku çaxekî xwedî zimanekî xwe yê taybetî bûne, lê hinek ji wan netewe û civaka man û îro jî tevî ku bêdewlet in, hê jî mane. Kurd û zimanê kurdî xwedî rewşeke wiha bûne. Sedema ku kurd, ziman û bi dehan taybetmendiyên wan ji holê ranebûn, çêbûna çend dewletên weke Med û Merwaniyan bûne. Di çaxê wan desthilatdariyan de bingeha edebiyat û zimanê kurdî hate darêjandin. Êdî ji wir û şûndatir mîrekên kurda bûn hêlîna parastina ziman, perwerde û çanda kurdan. Ehemedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Hacî Qadirê Koyî û gelek kesên din berhemên serdema desthilatdariya mîrekdarên Botan, Colemêrg, Rewandiz û deverên din yên Kurdistanê ne. Dengbêjên weke Evdalê Zeynikê, Gulêya Fileh û sedan nasnavên din ên wiha jî di dîwanxane û koşkên mîrek û paşayên kurd de xwedî qedrekî bilind bûn. Wêjeya me ya devkî deyndarê hunera dengbêjiyê ye û aliyekî bihêzbûn û mayîna zimanê me jî kilam û awazên wan dengbêjên nemir e.

Li gor min ger îro em xwedî zimanekî serbixwe ne û pê dinivîsin û dixwînin, bi saya serê wan fîlsof, mîrek û hikûmetên berê ye. Ger ew nebûna em jî îro tunebûn.

Her sal roja 21’ê sibatê ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” hatiye binavkirin. Ew roj ji ber kuştina sê xwendevanên Bengalî ku dema bi zimanê xwe axivîbûn û ji hêla polîsên pakistanî ve hatibûn kuştin, bi awayekî fermî bûye roja zimanê zikmakî.

Gelo hûn texmîn dikin ku ji bo zindîmayîna zimanê kurdî çiqas ciwanên me hatine kuştin? Çiqas rewşenbîr û gire-girên me canê xwe ji dest dane? Ji bo hînbûna zimanê kurdî çi bi serê Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hêmin Mûkriyanî û Dilşad Merîwanî anîn? Ji bo mayîna wî zimanê dêrîn çi bi serê hunermendên me hat? Çi bi serê Hesen Cizîrî, Eyşe Şan, Meryem Xan, Arifê Cizîrî, Nersîn Şêrwan, Tahir Tifîq û Seîd Axayê Cizîrî de anîn? Lê li hemberî vê zordariyê wan çi kir!

Belê ew der bi der bûn, ew sivaktiya Kemalîst, Panîranîst û şovenîstên ereban nepejirandin û bûn gul û gulistanên ziman, huner û çanda xwe. Bi vê re hûn dizanin ka em çiqas deyndarên wan nirxên xwe yên neteweyî ne? Ger tenê hûn serbihûriya Eyşe Şanê bixwînin, hingî dê bizanîbin ka wan çi bela û nerihetî bi serê wê şêrejinê anîne ku tenê stranên kurdî nebêje. Stranên ku ji peyvên zimanekî qedexekirî pêk dihatin û wan hebûna kurd û Kurdistanê jî qedexe kiribûn.

Di roja îro de cihê bextewariyê ye ku li rex hemû qedexe, girtin û kuştinên ku dagirkeran ji bo nemana me kirine û dikin, zimanê kurdî yek ji zimanên zindî yên cihanê ye.

Bawer im ger UNESCO û rêxistinên din ku li ser mayîna mîrasên cihanê yên kevnar dixebitin, bi ewqas êş û elemên kurdan ên li pey zimanê xwe kişandine, bizanîbûna, dê li hemberî êrîş û tofanên ku rastî kurdan hatine, hinek tedbîrên nû bistandana. Lê heyf ku rêxistinên cîhanî jî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî biryar didin.

Li bakurê Kurdistanê niha jî tirk cesaret nakin zimanê me wek zimanekî cuda binav bikin û wek “Kurtçe lehçesî” binav dikin. Berê jî weke zimanê “Tirkiyên çiyayî” didan nasandin. Li Sûriyeyê tenê zimanê erebî, li Îranê jî di zagonê da birayareke wiha heye ku zarok dikarin li rex zimanê farisî heya 4 salan bi zimanê xwe yê herêmî bixwînin, lê di pratîkê de tiştek tune û ev biryara wan ji sînorê gotinê derneketiye. Li Iraqê jî tevî ku hikûmeta federal heye, lê di belgeyên fêrmî yên dewleta navendî da niha jî zimanê erebî zimanê fêrmî ye.

Werin di vê roja girîng de em ji bo bi fêrmîkirina zimanê xwe pêngavên mezintir bavêjin. Ev derfeteke dîrokî ye ku em wek mezintirîn neteweya bêdewlet li cihanê dengê xwe bigihînin guhê her kesî.

Du ziman: Kurdî û farisî

Faris di nasandina zimanê kurdî da wiha dibêjin: “Di rastiyê de zimanê kurdî weke zimanê farisî bi wateya yek ziman û xwedî formekî standard û sînorekî diyar û aşkera nîne. Belkî îro ew ji komek ji ziman û zaravayên îranî yên girêdayî şaxa bakurê rojava tê gotin ku geh nêzî hev û geh jî li gor zanista zimannasiyê ji hev dûr in.“(1)

Ev nêrîn di serdema selteneta Mihemed Riza Pehlewî da gelek bihêz û Panîranîstanên şovenîst li her derê li dijî hebûna neteweya kurd jê re propaganda dikirin. Çimkî M.R. Pehlewî dabû ber xwe ku zimanekî istandard li jêr navê‚ zebanê standard ê farisî biafirîne û hebûna hemû zimanên din li jêr navê‚ zimanekî cuda ji zimanê farisî qedexe û heta tawanek siyasî jî bû. Ji hêlekê wan digot zimanê kurdî zaraveke zimanê farisî yê kevin e û ji hêla din jî dema behsa destpêka dîroka selteneta xwe ya 2500 salan dikirin, destpêka salnameya xwe ya şahenşahî ji 550 beriya zayînê dihesibandin ku sala têkçûna Medan bi destê Koroşê Hexamenişî bû. Wan destpêka têkçûna imperatoriya Asûr û damezirandina imperatoriya Medan ku li 612 beriya zayînê çêbûbû, wek despêka salnamaya xwe ya fêrmî nedipejirandin. Kurdan û bi taybetî jî siyasetmedarên mîna Îhsan Nurî Paşa sala 612 (B.Z) wek destpêka salnameya kurdî dane nasandin.

Mirov bi xapandikariyên îraniyan yên li gorî siyaset û berjewendiyên rojê dihese. Çimkî ew Medan wek ejdadên farisên îroyîn nahesibînin, lê kurdan bi îraniyên esîl û zimanê kurdî jî bi zaravek ji zaravayên zimanê farisî binav dikin. Ev du nêrîn li dijî hev in û qet hev nagirin.

Zimannas û dîroknivîsê navdar ê Rusî Prof. Vladimir Minorsky (1877-1966) derheqê zimanê kurdî de wiha dibêje: “Ger kurd ji neviyên Medan nebin, lê gelo çi bi serê neteweyek wiha kevnar û xwedî desthilatdariyek bihêz hatiye û evqas qebîle û tîreyên cur bi cur ên kurdan ku bi zimanekî îranî û cuda ji zimanê îraniyên din diaxivin, ji ku hatine?“

Her wiha Prof. Mackenzie jî wiha dibêje: “Di nêrîna yekê de mirov dikare bêje ku merem ji zimanê medî heman zimanê kurdî ye.“

Sedemek din ku zimanê kurdî ji zimanê farisî cuda dike berhemên helbestvanên mîna Melayê Cizîrî, Xanay Qûbadî, Ehmedê Xanî û klasîkên din e ku ne zimanzanên faris yên sedsalên berê û ne jî yên îro heta nikarin  nivîsan bixwînin û jê fam bikin. Berhemên ku sedan sal berê bi zaravên kurmancî (Mişefa Reş a Kurdên Êzidî), Lekî (dîwana Baba Tahirê Ûriyan an jî Hemedanî) û nivîsên bi zaravayên hewramî û goranî (pratîka Yarsanên herêma Kirmaşan) zû ji me re didin kifşê ku zimanê kurdî û farisî ji gelek hêlan ve du zimanên ji hev cuda ne.

Îro ji hêla zimannasan ve zimanekî xwedî diyalêktên zêde, dewlemendiya wî zimanî ispat dike. Ji vê hêlê ve zimanê kurdî gelek dewlemend e, lê mixabin heya niha lêkolîn û xebateke berfireh ji hêla zimannas û lêkolînên me kurdan bixwe li ser van dewlemendiyên zaravayên kurdî çênebûne. Belkî berevajiyê wê ji hêla lêkolînvan û zimanzanên biyanî karekî wiha hatiye kirin ku wan jî nekariye bi têr û teselî xebateke wiha bibine serî. Çimkî ew bi qasî kurdekî zimanê kurdî nizanin. Zimanê farisî xwedî zêdetir ji 20 diyalêkt û jêrzaravên cur bi cur e. Di nava wan zaravayan û zaravayên zimanê kurdî da peyvên hevpar hene, lê ev nayê wê wateyê ku farisekî herêma Simnan ku bi zaravayê simnanî diaxive ji kurdekî herêma Kirmaşanê ku bi zarava goranî, lekî an jî kelhurî biaxive, fêm dike. Ziman dikarin ji malbatekê û di bin bandora hev da bimînin, lê ev nabe sedem ku ew ziman yek ziman bin. Îngilîzî û almanî jî hem xwedî diyalektên zêde û hem jî peyvên wanên hevpar gelek in, lê du zimanên ji hev cuda ne.

Van salên dawiyê têkoşîna siyasî li Kurdistana mezin bilind bûye. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê vê têkoşînê bi Kemalîstên înkarger da selmandin ku zimanê kurdî ne zimanên ‘tirkên çiyayî‘ û ne jî zaravayeke zimanê farisî ye. Wan bi awayekî ne fêrmî ev rastî di pratîkê de pejirandine, lê niha jî kurd li ser fermîkirina zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi israr in. Ew ê ji vê xana giran jî bi serbilindî derbasî xaneke din bibin.

Li Iraq û başûrê Kurdistanê kurdî li kêleka zimanê erebî zimanê fermî û bikaranînê ye, lê desthilatdariya Kurdistanê di van nêzî 30 salên derbasbûyî da biqasî ku pêwîst be di xwendingeh û zanîngehan da nekarîne zimanê kurdî bi kar bînin û di sîstema xwe ya perwerdeyê da bikin zimanekî fermî û standard.

Li Suriyeyê zimanê kurdî tê înkarkirin û qedexe ye. Ew hê jî bi xewnên baasiyên cinayetkar dijîn, lê di sîstema perwerdeyê ya Rojava de êdî zimanê kurdî zimanekî zindî yê îdare û jiyana civakê ye. Bi dehan akademî û enstîtû hatine damezirandin û nifşên nû êdî bi zimanê xwe yê zikmakî jî dixwînin û dîroka Kurdistanê dinasin.

Li Îranê jî tevî ku ‘komara cehalet û wehşetê‘ bi hemû şêweyan li dijî hemû cure liv û lebatên kurdan ên siyasî-çandî dixebite, lê zimanê kurdî li wira di halê pêşketinê da ye û gelek pirtûk, rojname û kovar li wilayetên rojhelatê Kurdistanê tên weşandin ku dîsa rê li ber weşandina wan tê girtin.

Zimanê me hebûn û çepera dawiyê ya nasname, hebûn û mayîna me ye. Kurdino di vê çeperê han de şervanên mêxas, dayikên çeleng û zarokên jîr bin.

(1). Dîroka zimanên îranî – Nêrîna zimanzan û lêkolînvanên weke Dêhxuda û hinek nivîskarên din yên îranî.

Çavkanî: e-rojname

Kakşar Oremar

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ

Roja Zimanê Dayîkê bi coş û kelecan di hemû dinyayê de her sal di 21’ê …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *