Pirtûkekê Lêkolînê: Navên Kurdî DERKET

Derheqê pirtûkê de hinek agahî:

Her tişkek destpêk û çîrokeke xwe heye, destpêka vê xebata min jî ev e; heft-heşt sal berê ez ji bo hevalekî li pirtûkek navan û wateya wan gerîyam, lê min pirtûkê ne-dîtibû.  Piştî vê min ji xwe re kire armanc ku ez li ser  xe-bateke bi vî rengî bixebitim. Her ez xebitîm xebat pêşva çû, min dît ku gelek pişavtin û xerakirin li ser nav û paş-navan çêbûye. Bi wext re xebata min li gor armanca min bi goşt û hestî dibû. Dema ez  li ser vê xebatê mijûl bûm çi di nav jiyana civakî de çi jî li ser medya civakî de ez rasti gelek kêmasiyan bûm.

Kesên ji ber qedexebûnê navên kurdî li wan nehatiye danîn hewldidan ku qet nebe li wê qadê navên kurdî li xwe bikin, û ji bo viya ji her li navên kurdî digeriyan û dipirsîn.

Herwiha di lêgerîna ji bo vê xebatê de min dît  li hinik hereman tê gotin; ku Guneh e mirov navên ne di Kur’anê de li zarokên xwe bike. Piştî min lêkolîn kir û dît ku ev fikir ji binî de şaş e; ev di dema Emewîya de wek fikrek netewperest derketiye, min li gotinên Hz Muhamed  ên li ser navan mize kir, ne gotîye ilam bira nav di Kur’anê  da hebên an jî bi erebî bin, tenê gotîye “karê bav û dayikan ewe ku wateya nav, gotin û bi-hîstîna wan baş  bi zarokên  xwe bidin zanîn.’’

Li ser paşnava jî çend tişta bejim;  paşnavên me jî pirr hatine xerakirin ne li zimanê me tên, ne li dîrok û rastîya me tên, bi dîtina  min paşnavên me navên  cihên em lê dijîn wek navên; robar,çîya,navçe an jî navên bajaran be wek: Berferatî, Feratî, Zeydanî, Agirî, Semsûrî …An jî bi navê eşîra-navê bera’n be wê baştir be.

Navê kargeha û marqa  jî  bi navên kurdî bin baştir dibe.

Min di vê xebatê de  ji navên mitolojik,navên keyseran yên Asûr, Med, Mîttanî, Hurî, Kasît, Urartû, Sumeriyan (bo ez bingeha çand û dîroka kurda dibînim) ,sûd wergirt û navên Robaran, Gelîyan, Deştan, Çîyan, Çeman, Şilavan, Navçeyan, Bajaran, Kulîlkan, Dar û Riwekan, Rewşen, biran, Berxwedaran, Zanyaran ( ê nav bi kur-dîne),Hinek jî li gorî wateya wan  min çêkirin, di navda hinek bi zaravayên Soranî û Zazakîne ew di nav keva-nekên da hatine nişan dayîn. Navên din hemû yên kur-mancî ne.  Hinek  nav hem di  nav soranî û zazaki da hene hem jî di nav kurmancî de. Min navên wateya wan xweş, gotin û bihîstana wan xweş berhev kirin.

Wekî Mîr Celadet Elî Bedirxan jî dibêje; ‘Dar li ser koka xwe,mîrov li ser zimanê xwe şîn dibe.’Hêvî dikim em jî  bi zimanê xwe lê ser koka xwe bijîn…

Nivîskarê pirtûkê em nasbikin

Hem Bozan Qeregêçîya;

Di sala 1983 an de li gundê Xwazbegê (Gazibey) gire-dayî bajarê Rihayê ye hatiye dinê. Dibistan û Lîseyê li ba-jarê Rihayê dixwîne. Di navbera salên 2013-2015 an de li Zanîngeha Anadoluyê (Eskişehir) programê rêveberîya mehellî beşa sazûman û serkêşîyê (yönetim ve organizas-yon bolümü yerel yönetim programı) kuta dike. Debara xwe bi karkerî û cotkarîyê dike, zewîcîye. Navên Kurdî pirtûka wî ya ewil e.

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply