3 Pirs 3 Bersiv – Cihan Roj

Me li ser edebiyatê 3 pirs li Wêjevan Cîhan Roj kirin, cenabê Cîhan Roj jî wiha bersiv dan. Keremkin bi te’meke xweş em bi tev bersivan bixwînin.

1. Çandname: Hûn gelekî li ser edebiyata Kurdî disekinin li gor we taybetiyên edebiyata kurdî çine?

Cihan Roj: Edebîyata devkî dewlemend e. Têkiliyên kurdî ên tarîxî yên bi erdnîgariyê re, ên bi ziman û kulturên din re, ji alî hêza derbirînê ve taqetê daye ziman û her wiha taqetê daye edebîyatê, ew taybetiyeke herî muhîm û berbiçav e. Klasîkên mihteşem hene, ji Baba Tahirê Hemedanî bigirin heya Melayê Cizîrî. Bo dema me meriv dikare bêje ziman û edebîyata me ya roja îroyîn bi pey ketiye têkilî bi edebîyata dunyayê re deyne. Ziman jî bi hewlê ye aliyên xwe yên kêm ên dema modern temam bike ku ew di edebîyatê de jî dibe rastî.

2. Çandname: Li gor we gelo ciwanên me edebiyatê re eleqedar in û çima?

Cihan Roj: Belê eleqeyeke xweş heye ger em rastiyên kurdî li ber çav bigirin. Pêvajoya nasîna ziman û edebîyata kurd berdewam e. Hêvîdar im ciwan ji folklor û klasîkan ve dest pê bikin, serê xwe hinekî bi zemînên kulturî ên edebîyata kurd re biêşînin çimkî bi wî awayî ew ê karibin hem bibin xwendevanên jîr ên edebîyata modern û hem jî karibin bibin nivîskarên hêja ên edebîyata modern.

Folklor û klasîk ji alî ziman û derbirînê ve çavkanî ne li alî din jî nêrît in. Ciwan di heman demê de wexta wan û edebîyata modern dixwîne rexne jî li folklor û klasîkan digire pê re jî di nav edebîyata modern de dikeve nav lêklonînan. Ji ber pêvajoyê gere coş, hestiyarî û dirûşmeyên di qada edebî de ciwanan hêsîr negirin. Belê her kurd bi awayek romantîk e bêy romantîzmê jî zor e lê romantîzma zêde çavên merivan girê dide, li pêş edebîyatê dibe astengî.

3. Çandname: Dema yek bi zimanekî din pirtûkan binivîse, bi zimanê biyanî kare xizmete zimanê kurdî bike?

Cihan Roj: Di mijarên gelemperî yên teorîk de belê dikare bi zimanekî biyanî jî feyde bigihijîne kurdî, mîsal, kesek rabe li ser çîroka zimanek ku dişibe çîroka kurdî lêkolînekê bike ew ê balkêş be lê ger mijar û nivîs rasterast li ser pratîka kurdî, li ser berhem û detayên kurdî bin ji feydeyê bêtir xisarê dide kurdî ku mixabin xisarên bi wî awayî têne jiyîn, mîsal, heya hûn kurdî û kultura kurdî nas nekin, hûn ji jiyana kurdî dûr bin hûn ê çawa karibin têkilî bi romaneke kurdî re deynin, hûn karibin analîz bikin û rabin bi zimanekî biyanî li ser wê romanê nivîs lêbikin. Ew jî pêvajoyek e çimkî di pêvajoyên wisa de kurdî li hêlekê dibe sebeb mirov zûbizû cî ji xwe re bibîne lê li gorî min ew derfet di heman demê de xapînok e, kemîn e çimkî piştî wextekê hêvî têne kirin, gerek ew kes karibin ji bin wî barî jî derbikevin, hûn dikarin bi hin tespît, qalib, ezber an jî dirûşmeyan kurdî bînin rojevê an jî li ser mexdûrîyetan nivîsa xwe bi zimanekî biyanî saz bikin, baş e, pey re? Ew pirs muhîm e.

Em aniha ketine pêvajoyeke wisa ku bi tevî şîroveyan nirxandin jî têne rojevê, pirs têne pirsîn, ha, edebîyata kurd, bi tenê ne edebîyata li bakur e, sibe kesekê rojhilatî, başûrî ku perwerdeya ilmî dîtibe, rabe dest biavêje nivîsevaniya li bakur helbet wê bêtir bi çavek objektîf lê binihêre…. Edebîyat rasterast bi zimanan têne pênasekirin, ew jî bes e meriv bo pirsê bike bersiv.

Spas ji bo bersivên Cihan Roj

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply