Pêncşem , 22 Cotmeh 2020

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav û kalan bi navê Gotinên Pêşiyan hat çapkirin. 50 hezar gotinên pêşiyan di wan 4 cildan de hene.

Gotinan Pêşiyan ji aliyê nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu ve hate amadekirin û ji aliyê Weşanaxeneya Sîtavê ve hate belavkirin.

Ev ferhenga herî mezin û berfireh a gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzîkî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar Mehmet Oncu ve ji qadê hatine berhevkirin.

Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek di navbera 1214 û 1248 rûpelan e.

Gotinên pêşîyan li gor beşên wan beş beş ji hev hatine cudakirin. Bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Mînak: Gotinên pêşîyan yên li ser jinan, gotinên pêşîyan yên li ser mêrxazîyê, gotinên pêşîyan yên qencî û xirabîyê û hwd.

Di berhemê de zêdetirî 2 hezaran çîrokên gotinên pêşiyan cih digirin.

Di berhemê de zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn, an jî di ferhengan de cih nagirin bi dîpnotan hatine şîrovekirin.

Rûdaw

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Cezayê Beşîktaşê diyar bû

Lijneya Disîplîna Fitbolê ya Profesyonel (PFDK) a li ser Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (FFT), Beşîktaşa …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.