Pênûsa Girtîgehê

PÊNÛSA GIRTÎGEHÊ Peyv gava ji pênûsê neherike, di serê pênûsê de asê bimîne, bizanibe ku li wir xemgîniyek heye. Gava tilî wek helqeyên zencîran bi pênûsê ve bişide, bizanibe ku li wir, li wî/ê bedenê de kulekî kew-negirtî heye.

Kengî ez dest diavêjim vê pênûsê ku hestên xwe yên tirsonek bînim ziman; dîwarên çarkenar hilweşin, çûkên qefesan difirin. Kengî ez dest diavêjim vê pênûsê ku janên xwe yên xwînarî bînim ziman; derîyên hêsin dihelin, renzeyên reng şîn qitik qitikî dibin.

Îcar niha jî şev e. Her der û her tebeqeyên e’zmên xewekî tehl de ne. Rehm bin-ax, hezkirin di tirban de ne. Min dest avêtiye pênûsê da ku bikarim serê kulên xwe derbikim, da ku bikarim tûnelan di bin hepsan re derbas bikim, serê zîndanan jê-bikim, maxdûriyetê darda bikim. Û îcar jî niha şev e. Ez ne li hêvîya rojê me. Min dest avêtiye pênûsê da ku bikarim şevê birevînim li pişt çiyayên roj lê diqulipe, da ku bikarim di berbangê de esaretiyê bikujim.

Lê gava peyv ji pênûsê neherike, û peyv di serê dil de dîl bimîne, bizanibe ku xew û şev heram in, nehlet bi keserî di devan de dibarin.

Dixwazim ji pênûsa xwe re bêjim axx!… ji ber ku du hevokên mîna << kêfa bayê cinnetê anjî tava heyva gulanê wenî bi reng, bi dilekî pak û şad jê nehatiye nivîsandin. Ji ber ku her û her bi xem û kederê re dinale.

Axx!… pênûsa min axx!… çibkim, hibir berf dimîne, gava peyv reş bin…

Erdal GEZÎCÎ

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply