Pêla Duyem Ji Koronayê û Kurd

Bê guman…

Ev çend meh derbasbûn û hîn korona (Covid- 19 ) maye sawîreke pir giran, derdekî bê derman, vayroseke pir dijwar û jiyana mirovên ku li ser goka zemînê dijîn dorpêçkiriye.

Belê rojane û em bi çavên serê xwe dibînin û bi guhên xwe dibihîzin ku êdî dema berî korona yê ne heman dema korona ye.

Herî zêde, medya cîhanê bi mijara koronayê ve mijûl e, ku êdî bê alîkariya me tevan ew wekî pandemî bê çare dimîne û wekî fayroseke herî metirsîdar dikare jiyana pir ji me, ji kes û karên me, ji şêrîn û hezkiriyên me bi yek carê têk bibe.

Teqez ev demeke ku medya û rojnamegeriya Alman li ser heman mijarê radiweste û hejmara hilgirên vayrosê rojane û bi awayekî eşkere û vekirî tîne zimên.

Niha jî…û herî zêde mijara hatina pêla duyem ji Covid- 19 tête holê û di piraniya guftûgoyan de, berpirsên dewletê û pisporên vayrosan ( Virolog ) imkana lockdowna duyem jî dikin.

Ji lewra û weko çareyeke lezgîn û di roja 05.09. 2020 – an wezîrê tenduristiyê rêzdar Jens Spahn ji hemwelatiyên Alman xwest ku ew di bihinvedana payîzê de (Herbest freien) û di bihinvedana serê salê û cejna Hezretê Issa ( Weihnachtsurlaub ) li Almaniya bimînin û bihinvedana xwe li welatên xwe derbas bikin, ev ji ber ku hejmara nexweşan û piştî bihinvedana havînê û vegera geştiyaran welat, mal û karên xwe pir zêde bû.

Herweha dewleta Alman ragihand ku ji bo misogerkirina têstên lezgîn, hîn pêdivî bi nêzîkî şeş mehên din jî heye.
Hêjayî gotinê ye ku her çendîn test lezgîn bin û her çendîn hemwelatî alîkar bin û xwe bi biryar û agahiyan ve girêbidin….dê derî hinekî li ber parvebûna Sars-CoV-2-Vayros bêne girtin.

Li gorî Instîtuta ( Robert-Koch- Institut ( RKI ) ) beşê vayrosan jî, ev ê demê koronayê dest bi belavbûna xwe kiriye, ji lewra RKI û rojane hejmara vayroshilgiran, yên rehet jê û yê ku dibin qurbanî destnîşan dike…ev hemû jî di medya Alman de bi awayekî raste rast tête zelalkirin.

Li vir divêt ku em tev vê yekê bizanibin û hayî jê hebin ku pir ji me dikarin Vayrosê hilgirin û werbigrin , bê ku tu sembtom li me bêne xuyakirin.

Bi wateya ku em dikarin bi Koronayê bikevin û jê rehet jî bibin bê ku haya me jê hebe.

Wekî ezmûn û li ber çavên bijîjkan…pir kes weha peyda bûn ku testên wan pozîtîv bûn, lê ew herî rehet yan sembtomên wan sivik bûn.

Ji xwe kesên weha bê guneh, bê ku li rewşa xwe hayedar bin, bêhtir dikarin jiyana hinên din bêxin metirsiyê de.

Ciyê mixabûniyê ye û wekî ku îro em bixwe bala xwe didinê ku piraniya kurdên me ên li Ewropayê dimînin. (Revenda kurd) bi xemsariyeke bê hempa li rastiya hebûna Vayrosê dinerin.

Pir ji kurdên me, xwe bi agahiyên pispor û berpirsên dewletan ve girênadin. Wê rojê û weko mînak em vê yekê tînin zimên, wê rojê xortekî ciwan û li welat ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da, kes û karên wî ên li Almaniya yê holeke mezin kirê kirin û li wir şîna xwe li dar xistin. Em kurd jî pir seyr û pir bi hin urf û adetan ve girêdayîne û bê lome be. Edî me bihîst ku di roja şemî û yekşemê de hol ji behîdaran hatibû dagirtin….!?

Me bixwe jî û bi riya telefonê û facebookê sersaxiya kes û karên xort kir, keçmama lawik teqez kir ku wan ji ber şerm û fediyê şîna xwe li dar xistin.

Bêguman û dema bûyereke weha bibe sedemê nexweşiya bi dehan ji xelkên me, mirina hinan ji wan, êdî çima em ê bikevin bin faktera şermê….?

Teqez ev rewşa nezaniya me, ne têgihişîna me û ne xwendina me a rast ji bûyer û ji nûçeyan re.

Gelo çima em xwe hîn dispêrin sawîr û nervînan….?

Xwedanê pak û dilovan ji me xwestiye ku em xwe û jiyana xe biparêzin, ev di hemû pirtûkên pîroz de hatiye û weha piraniya ol û netew jî dibêjin.

Vayroseke weha dijwar ku hîn di warê genitîk ne hatiye baş naskirin û analîze kirin. Vayroseke ku hîn çare û derman jê re nehatiye dîtin. Vayroseke nedîtber ku sînoran dibezîne û dikare bi riya hilma mirov parve bibe. Vayroseke xweguhêr, ku sedemên vê guherîna berdewam hîn nehatine naskirin. Vayroseke ku heta niha nêzîkî 900 hezar kes ji ber jiyana xwe ji dest dane.
Vayroseke pir xurt ku êrîşî pişika mirov dike, û li wir pir gur dibe. Vayroseke ku laşê her mirovekî bi awayeke din, cuda dikare yan jî nikare li ber xwe bide

Vayroseke ku bi hezaran kes ji ber rastiya hebûna wê, derfetên karê xwe windakirine.

Vayroseke ku aboriya cîhanê lawaz û qelskiriye û heta bi dewleteke herî hêzdar di warê aborî de mîna Almaniya îro ji ber parvebûna wê hino, hino piştxwîz dibe.

Vayroseke ku weha bi mebest û di labaratuaran de hatibe çêkirin, yan jî xwezayê, ji jîngehê gihîştibe ademîzadan û vê gavê ku ew dijminatiya me tevan dike.

Çawa êdî em xwe jê naparêzin ?
Çawa êdî em bi hişkî têgihiştî lê nenerin ?

 

Mizgîn Hesko

Rezbera 2020 Almaniya

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply