Pêjgeha albanî yan pêjgeha Albanyayê ji xwarin, vexwarinên gelê alban, ji cure û awayên amadekirin, hilberîna xwarin, vexwarinên wan re tê gotin. Pêjgeha albanî şaxek ji pêjgeha balkanî ye. Di xwarinên-vexwarinên albanan de nan, fringî, masî, kartol, kelem, lovî (lobiye) û şîranî cihekê sereke digirin.
Dema Osmanî tên herêmê, bandoreke mezin lê jiyana wan dikin. Xwarin, vexwarinên wan dikevin bin bandora yên erebî, farsî û romî (tirkî). Xwarinên Anatoliyayê li Albanyayê jî serdest dibin.
Bo albanan dana herî girîng navroj e. Navrojên wan rengîn in. Miheqeq divê selete hebe li ser destexaneyê (sifre). Arû, fringî, zeytûn, sirke, xwê û rûnê gulberojê ji seleteyên wan kêm nabin. Dîsa bo xwarinê jî xwarinên quşxaneyê, riz, kartol, masî û mezeyê pirr dixwin. Kafêya tehl û çayê jî gelek vedixwin.
Naverok
1 Li ser destexaneyê
2 Hin ji tehmên devê albanan
2.1 Beriya xwarinê
2.2 Xwarin
2.3 Şîranî
3 Girêdan
Li ser destexaneyê
Beriya xwarin destpê bike Ju bëftë mirë! (alb. bo Noşîcan be!, heger mirov peyv bi peyv wergerîne: Divê baş bi devê we be!) dibêjin, û bi hev re wiha bersivê didin Faleminderit, edhe ju gjithashtu! (wergera peyv bi peyv: Sipas, ji we re jî wisa be!). Gorî dab û nêrîtan divê xwediyê malê (mêr) gelek caran bipirse ka mêvan dixwaze hêj jî bixwe, yan dixwaze tiştekê din bixwe. Dema xwarin bidawî bû xwediyê malê dîsa dipirse: A je ngopur? (werger: Têr bûyî/Te têr xwar?).
Hin ji tehmên devê albanan
Beriya xwarinê
Tarator
Tarator
Masiyên hişkkirî
Qiqra, cureyekî nanê ye
Çêncên cuda ji sîrê
Tirşîn
Penîr
Gelek cureyên şorbeyê
Xwarin
Bandora Anatoliyayê: Nanê bi navê Kulaç
Tavë dheu
Tavë kosi – Mast- û gevola rizê bi goştê mihê
Kilorên albanî
Petë – cureyeke pîzayê
Mirîşka ji gûzê dagirtî
Turli – Hêyavk
Fërgesë Kavaje – Xwarineke quşxaneyî ji fringî, îsotê ji Kavajayê
Biftek – Ji goştê kişandî, penîrê mihê dagirtî
Qofte të skarës
Şorbeya kartolê bi goşt
Fasule – Navê şorbeya bi fasûliyê
Mûsakaya albanî
Burani – Cure şorbeya fasûliyê
Lakër – Şorbeya kelemê
Pêçangeyên, dolmehên albanî
Şîranî
Peqlewe li tevahiya welatên misilman tê xwarin
Helaw
Hasude – Hesîde
Loqim
Qedayîf
Helîlika albanî
Revani
Gulol
Qumështor – Ji şîrê kelî û darçînê
Peqlewe
Eklera
Sheqerpare şekirpareya albanî
Ballka – Nêzîkê şekirpareyê ye
Girêdan
Pêjgeha albanî (Kuzhina Shqiptare)