Mejî (Brain)

Di hundirê tasika serî de bi cî dibe û organa herî tevlihev a laşê mirov e. Dişibe gwîzê (gûz). Giraniya mejî her çi qas li gora kesan biguhere jî kêm zêde 1,4-1,5 kîlo ye. Mirov dikare mejî wekî rêveberê laş bi nav bike.

ResimMejiyê mirov, bi saya rehikên serî (cranial nerves, sînirên kranial) û mejîpiştê (spinal cord, omurilik) sîstema rehikan a navendî kontrol dike. Mejî karên laşê mirov serast, saz dike.Hişyarî ji mejî derdikeve û diçe organan û ew jî karên xwe dikin.

Em vê jî bibêjin ku mejî ji aliyê çermê mejî ve hatiye pêçan. Di navbera çermê mejî û mejî de şîlaviyek bi navê “Şîlaviya Mêjîpişt û Mejî” (Cerebrospinal Fluid, BOS:Beyin Omurilik Sıvısı) heye. Ev şilavî mejî ji lêdan û derbên tund diparêze

Bi giştî ji sê beşan pêk tê. A- Mejiyê Pêş B- Mejiyê Navîn C- Mejiyê Paş Li gora beşan jî peywir û karên wan ên cûda hene. Her beşek mejî jî di navbera xwe de ji hin beşên din pêk tên. Ne hewce ye ez bi hûrgiliyan dakevin û mejî li me bikim tara bêjingê

Tevgerên bêhemdî yên wekî lêdana dil, stendina bêhnê û hezimkirinê bi rêya pergala rehikan a otonom ji aliyê mejî ve tê rêvebirin. Tevgerên hişî yên wekî razberî, mentiq û fikirandinê jî bi zanebûnî ji aliyê mejî ve tê rêvebirin.

Tevgerên birçîbûn, tîbûn, xew, şiyarbûnê serast dike. Germahiya laş û pestoya(fişar) xwîne bi keys dike. Dema pijiqandina hormonan serast dike. Hînbûn û diyardeya zanînê pêk tîne.

Resim

Bûyer û pirsgirêk ji aliyê mejî ve tên fêmkirin û çareserkirin. Nirxandina hişyariyên ji organên hestan tên, dike. Li gel taybetmendî û peywirên xwe yên mezin, mejî organek pir xesas e. Bi taybetî jî rehikên mejî wekî rehikên poz ji ber tansiyona bilind dikare xwîn bibe.

Rehikên mejî tenê naperçivin û xwîn nabin. Di heman demê de ji bo xetimandinê jî rehikên mejî pir xesas in. Heke pirtikek xwînê ji rehên laş biqete û were rehikên mejî bixetimîne jî xetereyên mezin çêdibe. Di nava gel de ev yek wekî şehtîbûn, felc tê zanîn.

Hê pir taybetmendî û nexweşiyên cidî yên mejî hene lê twît têrê nakin. Di Kurdî de; pir jîr e, tev mejî ye maşale. Ew mejîsist e. Mejiyê mirîşkekê di serê wî de tune ye. Te em gêj kirin, te mejî li me kir çeqilmast… hwd peyvên xweş ên li ser hiş û mejî ne. Silav û hez

 

Ew nivîs ji rûpela twîtira Dr. Eser Çetîn hatiye standin 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply