Medreseya Axtepeyê û xusûsiyetên kurdayetiyê

Medreseyên li Kurdistanê di warê olî, perwerdehî, civakî û siyasiyî de bi rol û mîsyona xwe tesîrek zêde li ser civakê kirine. Lew taybetmendî û girîngiya medreseyan ew bû ku perwerdehiya şagirt û sûxteyan, bi zimanê wan bû. Ev xusûsiyet jî dibû munasebeta hîsiyata mîllî. Li ser vê xusûsiyetê meriv dikare bibêje di medreseyên li Kurdistanê de, di gel şop û rêça tesewifî, rêça mîllî jî her tim hebûye. Feqî û şagirt li gor edet û toreyên civaka xwe dihatine perwerdekirin û ev şagirt û dersdarên wan, rewşenbîr û zanayên serdema xwe bûn.

Yek ji van medreseyan jî Medreseya Axtepeyê ango Medreseya Nûranî (1855-1925) bû. Li gundê Axtepeyê yê ku berê bi ser Bismila Amedê ve girêdayî bû lê niha ev gund bi ser Çinara Amedê ve ye. Di dîroka Amedê de ev medrese wek “Axtepe Subyan Mektebî” derbas dibe. Yekem mûderîsê medreseyê Şêx Hesenê Nûranî bû. Piştî Nûranî kurê wî Şêx Evdirehmanê Axtepî, piştre biçûkê Şêx Evdirehman, Şêx Muhemmed Can û herî dawî kurê Şêx Evdirehman, Şêx Muhemmed Kerbelayî mûderîsiyê dike. Piştî Serhildana Şêx Seîd (1925), Şêx Muhemed Kerbelayî sirgûn dibe. Bi vê sirgûn û mişextiyê re gelek ferdên malbatê jî ji neçarî gund diterikînin. Bo vê tedrîsata medreseyê bi temamî radiweste. Ji xwe di wê demê de bi qanûn û zagonên Komara Kemalîst ên wekî “Tevhîdî Tedrîsat” û “Kilik-Kiyafetê”, hema bêje hemû medrese tên qedexekirin û girtin.

Li Medreseya Axtepeyê, wek medreseyên din zimanê perwerdehiyê kurdî bû. Li gel kurdî bi zimanê erebî jî perwerdehî dihate dayîn. Li gorî hin lêkolînan, li medreseyê gramera farisî jî dihat dayîn. Cihêtiya Medreseya Axtepeyê ya ji medreseyên din ew bû ku, ji aliyê fermî ve wek mektebeke perwerdehiyê ya Osmanî bû û ji aliyê din ve jî wek zanîngeheke serbixwe tevdigeriya. Endamên medreseyê ango ferdên axtepiyan di bin banê vê medreseyê de, di warê wêje û zimanê kurdî de bi afirandinên xwe di dîrokê de wek Ekola Axtepiyan navê xwe bi cih kirin. Bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî derbareyê xusûsiyetên Medreseya Axtepê de em bi neviyê axtepiyan nivîskar û rojnameger Fehîm Işik re axivîn.

‘Di destpêkê de wekî medreseyeke sultanî ye’

Fehîm Işik diyar kir ku li Medreseya Axtepeyê, di dema mûderîsê wê yî yekem Şêx Hesenê Nûranî de herî zêde aliyê wê yî dînî û naveroka wê yî îslamî derketiye pêş û perwerde li gorî wan esasan dihate dayîn û wiha got: “Yanî em bêjin wekî mektebeke sûltanî ye. Lê dema meriv li gorî heyamê dinirxîne, li medreseyê netewbûna kurda ya beriya Nûranî û piştî wî ne wekî hev in. Ji xwe wê demê netewebûn hêj li cîhanê jî tam cihê xwe negirtiye. Ji ber vê yekê jî tenê di naveroka perwerdehiyê de ji aliyê kurdayetiyê ve, ya derketiye pêş ziman e.”

Işik da zanîn ku piştî wefata Şêx Hesenê Nûranî kurê wî yê mezin Şêx Evdirehman muderîsiya medreseyê hildigire û bi vê re reng û dengê tedrîsata medreseyê diguhere. Işik got ku di vê dewrê de ji zimanê kurdî wêdetir, îjar kurdbûyîn vê carê xwe dide der û wiha axivî: “Yanî êdî em bêjin bi her awayî ve tenê ne perwerde, ji perwerdeyê wêdetir pêwistiya zimanê kurdî, girîngiya wî, jiyana kurdayetî û ji xeynê wê jî afirandinên wêjeyî, ilmî zanistî, tebabet(tib) bi rengekî pêşketî xwe didin der.” Işik dest nîşan kir ku di dema Şêx Evdirehman de di naveroka medreseyê de her çiqas di çavkaniyan de wek Medreseyî Subyan derbas bibe jî pileya wê mezintir dibe.

‘Di nav medreseyên kurda de organîzasyonek hebû’

Işik wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha pêwendî li gel medreseyên beşên din jî girê dide. Yanî mesela em ji çavkaniyan dizanin, ji nivîsên, ji helbestên Şêx Evdirehman, Şêx Mehmed Can û yên kurên wî yên din jî dizanin ku Şêx Evdirehman di dema xwe de bi aliyê Şamê ve jî çûye. Heta li rojavayê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, Iraqê li gelek medreseyan geriyaye, li wan dera pêwendî bi wan re daniye. Di navbera medreseyan de em bêjin guherîna feqiyan çêbûye. Êdî organîzasyoneke di nav medreseyên mîran an jî kurda de dîtiye. Ji wir jî em dizanin ku ew xusûsiyeta Osmanî, ya sultanî ji medreseya Axtepê dûr ketiye. Vê carê xusûsiyetên taybet ên kurdayetî li nav medreseyê pêş ketiye. Em vê ji kitêbên medreseyê jî dizanin.”

Di dewra Axtepî de pêşketina civata kurdî û girîngiya ziman esas e

Işik da zanîn ku bi dewrgirtina mûderîsiya medreseyê ya ji aliyê Şêx Evdirehman ve êdî bi awayekî aşkere dixuyê ku ziman, kurdayetî û pêşketina civatê xwe dide der û wiha pêde çû: “Tabî her wiha bandorekî mezin a beriya Şêx Evdirehman jî mesela bi taybet ekola Melayê Cizîrê di Şêx Mehmed Can de bi rengekî baş tê dîtin, ekola Ehmedê Xanî di Şêx Evdirehman û di Şêx Kerbelayî de zêdetir xwe didin der. Bi wan tesîra jî em dibînin ku di dema Şêx Evdirehmanê Axtepî û piştî wî heta tê girtin jî êdî medrese wekî medreseya Sultanî nîne, wekî medreseyeke kurdî bi navê Medreseya Axtepeyê kar û barê xwe didomîne.”

Işik diyar kir ku yek ji sedemên esasgirtina pêşketina civata kurdî jî têkiliya bi medreseyên kurdî yên din re ye û got ku ew ji pirtûkên Axtepeyê jî dizanin ku Şêx Evdirehman li gelek dever û welatan geriyaye û wiha axivî: “Li gelek medreseyan geriyaye, li wan dera pêwendî bi wan re daniye. Di navbera medreseyan de em bêjin guherîna feqiyan çê bûye. Êdî organîzasyoneke di nav medreseyên mîran an jî kurda de çêbûye. Ji wir jî em dizanin ku ew xusûsiyeta Osmanî ya sultanî ji medreseya Axtepê dûr ketiye. Vê carê xusûsiyetên taybet ên kurdayetî li nav medreseyê pêş ketine.”

Işik da zanîn ku Şêx Evdirehman di berhema xwe yî bi navê Rewdineîm’ê de ew kurdayetiyê baş dide der û wiha gotiye ‘Ez dizanim ji ber min bi kurdî nivîsandiye, dê qîmeteke wê zêde tune be. Dibe ku gelek însan ji ber vê kitêbê bên sirgûnkirin û kuştin lê axir ez dizanim kesê li zimanê xwe xwedî dernekeve dê xwedîtiyê li dînê xwe û Muhemmed jî dernekeve.’

Herî dawî der barê rawestandina tedrîsata medreseyê de Işik wiha got: “Piştî rehmetkirina Şêx Evdrehmanê Axtepî, êdî destpêka sedsala 20’an ne. Destpêka vê sedsalê hişmandeyetiya kurdayetî wek tevgereke siyasî jî bi rengekî berfireh derdikeve holê. Tabî vêya jî bandora xwe zêdetir li Şêx Kerbela û Şêx Eskerî dike, bi taybetî li Şêx Kerbelayî dike. Ji xwe ji ber vê yekê jî Kerbelayî di dema xwe de tê sirgûnkirin û bi vê sirgûnê re tedrîsata medreseyê radiweste.”

‘Bi kurdayetiyê li hemberî fermiyeta Osmanî serî hilda’

IŞIK dest nîşan kir ku Medreseya Axtepeyê ji ber medreseyeke deştî ye ji aliyê leşkerî û îdarî ve tu tişt li wir tuneye û nikare li hemberî Osmanî serî rake û diyar kir ku medrese bi naveroka xwe û hişmendiya xwe bi awayekî serî li hemberî fermiyeta osmanî radike û ev li xweşiya osmanî naçe û bi vî awayî debara wê yanî îaşeya wê tê birîn û wiha got: “Bi qasî em ji çavkaniyan dizanin wê demê di navbera Şêx Evdirehman û Waliyê Amedê de çend têkilî çêdibin. Waliyê Amedê ji perwerde û ji pêşketina Medreseya Axtepeyê aciz e. Debara wê bi rengekî dibirin û pişt re medrese ditengije û êdî nikare wek berê gelek xwendekaran xwedî bike û perwerde bikin.”

Rêdûr DÎJLE – Ayşe SURME / DÎHA

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply