Ziman – Rojî Kurd

Xudayê Tala “mirovan” ji “dewaran” bi ziman û aqil veqetandiye. Ziman ji bo gotin, guh ji bo bihîstin, çav ji bo dîtin daye.

Ew mirovê ku aqilê wî hebe tefekkûra qenc û xerabî neke, zimanê wî hebe pê xeber nede we derdê xo pê nebêje, guhê wî hebe emrê Xwuda we Nebî û mezinan seh neke, çavê wî hebe ew alem û ew sen’etê ecêb, ew avayê bilind, ew mektebê di mezin wî nebîne, ji bo xwe, ji bo jin û zaroyê xwe tefekkura tiştekî neke, ew mirov dunya û axretê de kor e, bi kêrî tiştekî nayê, ferqa wî û dewar tuneye. Mirov ew mirov e ku daîma xelq ji wî xêrek, bergeyek digire, mirovê bêxêr û bêberge heyînî û tuneyîya wî yek e.

Îro di rûyê erdê de nêzîkê şeş mîlyon kurd heye û hemû bi aqil in, bi guh in, bi çav in. Li ba mileta xwe, xasime ji bo misilmanîya xwe bi zimanê xwe çend kitêb nivîsandine, çend mekteb û medrese vekirine, çend zaro li ber xwendinê danîne, çend Mele û Feqîyê me rabûne li gundan gerane ji bo misilmanîya wan şîretan kirine, çend Mîrê me, çen serekê me civiyaye ji bo xo û ji bo miletê xwe fikrek kirine, çend Şêxê me ji bo îttîhada Kurdan civyane, çend eşîran bi hev xistine adetê kuştin û talanbirin ji nav wan rakirine, zaroyên di wan şîyandine mekteban.

Mezinê di Kurdan ji bo xo û ji bo mileta xo, di nav miletê wî çi cî hazir kirine, îro di nav xelqê de rûmeta wan çîye we bav û kalê wan çer kirîye ewê dê çi bikin, yan dê kurdejarîyê heya roja qîyametê di vî halî da bihêlin.

Ya rebbî tû qadir î! Rehmek bixî dilê Şêx ê Mela û Mîr serekê Kurdan, rabine pîyan berxwe bidine şîyar kirina wan.
Ey Xuda tû kerîm î! Bi kerema xwe van kurdên nezanê şîqar ji dest dijminan xelas bike. Îro sêsed mîlyon misilman heye hemî bi rê zimanê dixunin û dinivîsin, tu zîyanek ji bo dînê xo ferz û tesewur nakin. Ji bo pêş çûnê çi lazime ew îcra dikin, em jî lazime tebayê wan bin îro pêve bi zimanê xo bixunin we biniwîsin. Çend Feqeyê Kurdan xîreta kurdanîyê di wan da peyda bû, rabûn çûwana “Hêvî” çêkirin, paşê rojnama “Rojî Kurd” der xistin ji dil û can dixebitin, lazime kû hun jî arîyê wan bikin. Ev arîkirin li we ferze, wacib e, bê arîkirin dunyayêda tiştek nabî.

Ewê Kurd e, ar û namûsê xîretê kurdîtîyê têda heye we ji tenê dost û dijminan diqehire, şerm dike bila arîyê wan bike!

Ev arîkirin jî qisim qisim e, hinek bi qelema xwe, hinek bi îlmê xwe hinek bi malê xwe. Temamê wî arîkirinê ji bo pêşçûna Kurdan e, ji bo mirovbûna wan e.

Kurd îro muhatacê çi ne, em ewan bêjin:
1. Ji bo xwendin û nivîsandinê hîref. (dibe kû ev kelîme “hîref” be jî bi mana sen’etê-werg.).
2. Ser terzek nû elîfbayek.
3. Ji bo zanîna temamê zimanê Kurdîtîyê “qamusek”(luxatek).
4. İlmî halek.
5. Tarîxê bav û kalê Kurdan we an’ane ya (kultura-çev.) wan.
6. Welatê Kurdan we adet û teb’ê wan we mîqdar û navê eşîran.
7. Kitêbê hîsabê.
8. Ji bo zimanê Kurdan serf û nehvek (rêziman-çev.)
9. Tercumeyê halê mezinê di Kurdan.
10. Edebiyata Kurdan we navê şaîrê wan,

ji bo çêkirina van tiştan çiqas kitêbên kurdî heye lazime wan bişînin. Ji dengbêjan lawjek û çîrok û qewlê Kurdan(gotinên pêşîyan) pirs kin we binivîsin we rêkin. Mela û Feqehê di Kurdan çi dizanin bila bêjin. Tû texsîratek tê nekin, herkes di terafê xo da xizmetek bike, zû bi zû mirov digîhe xereda xo. Gelî biran ji we hêvîya min ewe kû xizmeta kurdîtîyê û misilmanî neavên pişt guhê xo, misilmanî ji we hêvîya xizmetê dike.

M. X.

15 Temmuz 1329
Rojî Kurd Hejmar 3

Derbar Rêvebir

Check Also

Peyvên Me Ji Kû Tên?

Peyvên hemû zimanan ji çend çavkaniyên cuda ne. Bo nimûne: 1) ji binemala wî zimanî …

Leave a Reply