Li Wanê Dibistana Kurdî Hat Vekirin

Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat a bi zimanê zikmakî perwerdeyê dide, li benda xwendekarên xwe ye. Welatiya bi navê Songol Aşkin got ku gelê kurd ji ber zimanê xwe gelek êş kişandiye û xwest her kes xwedî li zimanê xwe derkeve

Dibistanên kurdî her diçe rastî eleqeyeke mezin tên. Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat a bi pêşengiya KURDÎ-DER’a Wanê û Malên Perwerdeyê (MAPER) li taxa Sixkê ya Îpekyoluyê hat vekirin, niha zarokên 5-8 sali perwerde dike. Dibistana seretayî hefteyê 5 rojan xizmeta perwerdehiyê dide zarokan û deriyê wê ji zarokan re vekiriye.
Hevserokê KURDÎ-DER’a Wanê Osman Koşut diyar kir ku ev dibistana duyemîn e ku li Wanê tê vekirin. Koşut da zanîn ku ew ê di salên pêş de dibistanên din jî vekin. Koşut bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û wiha got: “Dibistan ji bo perwerdeya zarokan gelek girîng e. Zarok divê bi zimanê zikmakî perwerde bibin da ku di hemû qadên jiyanê da pêş ve biçin. Ji bo bi zimanê xwe bifikirin divê bi zimanê xwe ve jî perwerdeyê bibîne.”
Koşut, der barê dibistanê de jî agahî dan û wiha got: “Dibistanên me ji sê polan ve pêk tê. Niha xebatên me li du taxan hene. Em niha bi 22 xwendekaran perwerdeyê dibînin. Zarokên taxên Şehît Firat û Bostanîçî tên dibistanê. Em ê di salên pêş de dibistanên xwe zêde bikin. Niha em bingeha van xebatan diavêjin. Zarokên temenê wan 6 û 8 salî ne, li vir in. Dibistana seretayî ya pola yekem em didin. Polên din jî dema ku xebatên me pêşve çû em ê lê zêde bikin.”
ZAROKÊN XWE BIŞÎNIN
Malbata şagirt Songul Aşkan jî diyar kir ku gelê kurd ji ber zimanê xwe gelek êş kişandiye û wiha got: “Ji bo Kurdistanê û şehîdên vê rêyê em pir kêfxweş in ji bo ku zarokên xwe anîne dibistana zimanê kurdî. Ji bo ku zimanê me tune nebe em gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin ku hemû dayik jî zarokên xwe bişînin vê dibistanê. Ev zimanê me ye ku divê em tu caran zimanê xwe winda nekin. Zarokên me îro bi zimanê xwe neaxivin û nexwînin, dema ku mezin bûn nizanin ku zimanê kurdî heye. Çareserî jî divê ku dayik li mal jî bi zarokên xwe kurdî biaxivin. Pirsgirek hemû ya dayikan e. Dayik bixwaze, zarok zimanê xwe winda nake. Gelek şehîden me hene ku ji bo zimanê xwe şehîd ketine. Ji ber vê yekê divê em pêş ve bibin.”
BI GAZINC E
Malbatê şagirt Fendî Ugurlu jî diyar kir ku vekirina dibistanê dereng ket û xwest li her derê dibistanên kurdî hebin. Ugurlu destnîşan kir ku îro ew pir kêfxweş in ku zarokên wan diçin dibistanên kurdî û wiha got: “Divê em li dibistanên xwe xwedî derkevin. 5 zarokên min hene û niha 3 zarokên min diçin dibistanên dewletê. Ger zûtir dibistan hatibûna vekirin min dê zarokên xwe yên din jî şandibûna dibistanên kurdî. Ger dibistanên din vebin ez jî dê biçim. Banga min ji bo hemû kesan heye ku zarokên xwe bişîne dibistana kurdî.”
Azadiya Welat

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêbazên Pêşxistina Xwendekaran

Perwerdeya ku li dibistan û di nava malbatê de tê dayîn, du rewşên ku pir …

Leave a Reply