Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat a bi zimanê zikmakî perwerdeyê dide, li benda xwendekarên xwe ye. Welatiya bi navê Songol Aşkin got ku gelê kurd ji ber zimanê xwe gelek êş kişandiye û xwest her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
Koşut, der barê dibistanê de jî agahî dan û wiha got: “Dibistanên me ji sê polan ve pêk tê. Niha xebatên me li du taxan hene. Em niha bi 22 xwendekaran perwerdeyê dibînin. Zarokên taxên Şehît Firat û Bostanîçî tên dibistanê. Em ê di salên pêş de dibistanên xwe zêde bikin. Niha em bingeha van xebatan diavêjin. Zarokên temenê wan 6 û 8 salî ne, li vir in. Dibistana seretayî ya pola yekem em didin. Polên din jî dema ku xebatên me pêşve çû em ê lê zêde bikin.”
Malbata şagirt Songul Aşkan jî diyar kir ku gelê kurd ji ber zimanê xwe gelek êş kişandiye û wiha got: “Ji bo Kurdistanê û şehîdên vê rêyê em pir kêfxweş in ji bo ku zarokên xwe anîne dibistana zimanê kurdî. Ji bo ku zimanê me tune nebe em gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin ku hemû dayik jî zarokên xwe bişînin vê dibistanê. Ev zimanê me ye ku divê em tu caran zimanê xwe winda nekin. Zarokên me îro bi zimanê xwe neaxivin û nexwînin, dema ku mezin bûn nizanin ku zimanê kurdî heye. Çareserî jî divê ku dayik li mal jî bi zarokên xwe kurdî biaxivin. Pirsgirek hemû ya dayikan e. Dayik bixwaze, zarok zimanê xwe winda nake. Gelek şehîden me hene ku ji bo zimanê xwe şehîd ketine. Ji ber vê yekê divê em pêş ve bibin.”
Malbatê şagirt Fendî Ugurlu jî diyar kir ku vekirina dibistanê dereng ket û xwest li her derê dibistanên kurdî hebin. Ugurlu destnîşan kir ku îro ew pir kêfxweş in ku zarokên wan diçin dibistanên kurdî û wiha got: “Divê em li dibistanên xwe xwedî derkevin. 5 zarokên min hene û niha 3 zarokên min diçin dibistanên dewletê. Ger zûtir dibistan hatibûna vekirin min dê zarokên xwe yên din jî şandibûna dibistanên kurdî. Ger dibistanên din vebin ez jî dê biçim. Banga min ji bo hemû kesan heye ku zarokên xwe bişîne dibistana kurdî.”