Li ser Gola Çildirê kêfa drîfthezan

 Li Erdexana ku germahiya hewayê di bin sifirê da dadikeve 34 pileyî, hin şofêran li ser Gola Çildirê ku qerisî ye, drîft kirin.

Li herêmê ji ber serma û seqemê Gola Çildirê cemed girt. Li golê car caran qalindiya cemedê dibe 70 santîmêtro û hin şofêran ev ji xwe ra kir fisend û li ser gola qeşagirtî drîft kirin. Hin şofêrên ku ditirsin jî tenê li ser cemeda golê wesaîtên xwe ajotin.

Deniz Ozerê ku li ser golê bi wesaîta xwe drîft kir wiha got: “Li vir ajotina wesaîtê û drîft zehf xweş e. Ji ber ku berf li ser golê zêde ye meriv nikare manewrayê bike, lê dîsa jî zehf xweş e.”

Enes Ozerê 7 salî ku bi bavê xwe ra hatibû diyar kir ku kêfê ji hatina ser golê distîne.

 

AA-trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply