Pêncşem , 1 Cotmeh 2020

Li Heskîfê taxeke şikeftan hat dîtin

Li Heskîfê taxake şikeftan a 5 tebeq hat dîtin.

Li Heskîfa Batmanê ku bi çêkirina bendava Ilisû dê di bin avê de bimîne, di dema lêkolîn û lêgerînan de di bin axa ku bi sedsalane weke bûstan tê bikar anîn, taxeke ku ji şikeftan pêk tê û ji 5 tebeqan pêk tê hat dîtin. Hat diyarkirin ku bi sedan şikefta hatine dîtin.

Serokê Komeleya Çandê ya Heskîfê ji rojnameya Batmanê re diyar ku heta niha agahiya wan ji wan şikeftan nebû û wiha pê de çû: “Di encama lêkolînan de taxeke ku ji sedan şikeftan pêk tê û 5 tebeq e hat dîtin. Em ê hewl bidin van şikeftan ji avê biparêzin.”

Basnews

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Kovara Dilopê bi Jimara 16an Derket!

Pêwendî: twitter: @kovaradilop instagram: kovaradilop facebook: @kovaradilop web: kovaradilop.net e-mail: dilopdergisi@gmail.com Telefon: +90543 488 6996

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.