Ji Evîna Rojên Kevin: Zimanê Çûka

Di zaroktiya min de, hin caran xortên gund yên ji me mezintir bi zimanekî bi hev re xeber didan, da ku em zarokan ji wan fam nekin. Me ji wan fam nedikir. Hin caran jî dema ku du zilam li ber dîwarekî bi hev re, li dor problemeke taybet diaxifîn û zarokek ji me biçûya kêleka wan, wan zilaman axaftina xwe bi Zimanê Çûkan diguhert, da ku ji wan fam neke.. Ji wî zimanî re digotin; Zimanê Çûka. Bi demê re, ez jî di nav zarokên nifşê xwe de fêrî axafina wî zimanî bûm û min jî di deverên teng de- ku kes ji min fam neke- bi hevalekî xwe re bi wî zimanî diaxifîm.. Axaftina bi Zimanê Çûka di nav piraniya xelkên Beriya Mêrdînê de belav bû.. Bingehê vî zimanî, zimanê Kurdî ye. Me tîpa (Ze-zi-za) li tîpên gotina Kurdî zêde dikir û bi lez em bi hev re diaxifîn.. Yên beramberî me, ji me fam  nedikir.

Wek mînak: (Ez ê herim mala xalê xwe), me digot: (Ezê hezerizim mezaliza xezalizê xweze). Yak din: (Kurdistan welatê me ye), me digot: (Kuzirdizistizan Wezellezatizê meze yeze) û wiha..

Zimanê Çûka, ne zimanê Qereçiya ye. Ji zimanê Qereçiya cuda ye. Zimanê Çûka dewlemendbûneke di zimanê Kurdî de..

Fîkandin û kwîtandin: Fîkandin jî wek zimanekî di nav me de dihat bikar anîn. Ez jî ji xortên gund fêrî fîkandinê bûm. Bi fîkandinê re me bang hev dikir.. Hev agahdar û şiyarî probmela dikir.. Me dengên fîkandinê û kwîtandinê di gelek waran de bikar tanî û gelek cureyên wan hebûn, wek: Bangkirina hev ji dûr ve.. Di avdana sewal û dewaran de me ji wan re difîkandin.. Di henek û qeşmeriyê de me ji hev re difîkand.. Di tolaziyê de fîkandin bi kar dihat.. Bi fîkandinê me bang sehên xwe dikir.. Di gonkirina dewaran de me ji wan re difîkandin..!

Hin peyv jî hebûn, taybet bi bangkirin û qewirandina mirîşk, elok û çîçika bû wek; (Tûtû.. Tûtû) ji bo hatinê û (Kiş.. Kiş) ji bo qewirandinê. Bi fîkandinê me bang sehê xwe (Kûçik) dikir û bi gotina (Dîdî.. Dîdî), me jê re digot biqewire û bi gotina (Hay.. Hay) êrîş bike. Ji kerê re jî me digot: (Ço.. Ço), anku bimeşe, (Hoş.. Hoş), anku bisekine..

Qamişlo, 25/7/2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply