Rêbaza “birçîhiştina hucreyên seretanê” hat dîtin

Zanyarên tenduristiyê rêyeka ku nahêle hucreyên seretanê xwe zêde bikin dîtin. Bo hucre mezin bibin, pêdiviya wan bi enzîma gulatamînê heye û dema ji vê enzîmê mehrûm bimînin nikarin zêde bibin. Zanyarên tibê hucreyan ji enzîma gulatamini mehrûm dihêlin û pêşî li hucreyan digrin.

Li Amerîkayê li zanko ya bi navê Vanderlitê, li navenda Tibê, zanyarên tibê çêbûna ptoteîna ACST2 yê bloke kirin ku blokên hucerayan yên gulataminê hildigrin, di blokekirina wan de biserketin û hucreyan birçî hiştin.

Zanyarên tibî ragihandin ku hucreyên seretanê ji yên normal du cara zûtir zêde dibin û bi wê sedemê bo hucre biyosentez bikin, bêhtir pêdiviya wan bi gulataminê heye. Ev jî asta tevgera ACST2yê bilind dike.

Lêkolîner enzîmeka sentetîk ya bi navê V-9302 bipêş xistin ku dikeve pêşiya molekulan û kiryara ACST2 yê bloke dike. Di labaratuarê de, li ser mişkan bi kokên hucreyan ceribandin hatin kirin û enzîma navborî nehişt ku hucreyên kanserê mezin bibin û zêde bibin. Bi xesara oksîdankirinê kirin ku hucreyên kanserê bimrin.

Hat ragihandin ku encam dikarin di tedawiya seretanê de (kanser) bên bikaranîn. Encamên lêkolînan di kovar abi navê “Nature Medicine” de hatin belavkirin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply