Li Hember Xwezayê/sirûştê Berpirsiyariya Me (Xutbe)

 

هُوَ الَّذِي أَنْزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً لَكُمْ مِنْهُ شَرَابٌ وَمِنْهُ شَجَرٌ فِيهِ تُسِيمُونَ (10) يُنْبِتُ لَكُمْ بِهِ الزَّرْعَ وَالزَّيْتُونَ وَالنَّخِيلَ وَالْأَعْنَابَ وَمِنْ كُلِّ الثَّمَرَاتِ إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآيَةً لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ (11) النحل

Bawermendên birûmet!

Xudayê mezin nîmetên bêhejmar li me kirine. Yek ji wan nîmetan jî ew e ku dinya me bi şînahî, dar û daristanan xemilandiye û kiriye mîna bihiştê. Çawa ku pêdiviya me bi bal hewa, av û xwarinê ve heye  her wiha bi bal dar, daristan û şînahiyê ve jî heye. Xuda Teala di vê ayeta min xwendî de wiha dibêje: “Ew e yê ku ji we re avekî ji ewran daxistiye. Hinek jê ji bo vexwarinê ye û hinek jê jî dar û giya (pê tên avdan) ku hûn tê de (dewarên xwe) diçêrînin. Xuda bi wê avê ji bo we çandinî, zeytûn, darê xurma, rezê tirî û ji her fêkiyî heşîn dike. Bi rastî di vê de ji bo gelekî ku bifikire re nîşanek mezin heye.”[1] Bi vê ayetê bala me dikişîne li ser av,fêkî, giya, dar û daristanan û ji me dixwaze ku li ser van nîmetan bifikirin.

Dar û daristan dewlemendiya welatekî ye. Ji helmijîna hewayê, ava ku em vedixwin, pirtûkên ku em dixwînin û heta ku bigihêje qelemên ku em pê dinivîsin di gelek qadan de heyîna daran dibînin. Derên bêdar û daristan bi hatina baranekî dijwar re gelek windahiyên can û malê bi xwe re tînin.

Misilmanên birûmet!

Dînê Îslamê avakirina rûyê erdê û parastina xwezayê ji me dixwaze. Çandina daran weke sedeqeyeke carî hatiye pejirandin. Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Kesê misilman gava ku darekê biçîne û ji wê jî mirov, ajel û balinde bixwin jê re sedeqe ye.”[2]  Û bala me bi vê hedîsê dikişîne bi bal girîngiya vê mijarê ve. Dînê Îslamê digel ku teşwîqa me dike li ser çandina daran û parastina darên heyin jî, lê têgihiştina bêdarbûna gund û bajarên misilmanan û heta ku birîn û tunekirina darên heyîn jî, ne gengaz e. Kesê misilman neçar e ku jiyana xwe li gor emrê Xuda derbas bike. Bila em ji bîr nekin ku peywir û berpirsiyariya me ya li hember Xuda, mirov, zindewer, xweza û derdoran jî îbadet e. Di der barê parastina xwezayê de jî Xuda Teala wiha dibêje: “Xwe bi destên xwe navêjin xeterê.”[3] Bi vê ayeta pîroz Xuda Teala me hişyar dike ku em xwe ji temamê tiştên ku ziyanê didin tenduristiya mirovan biparêzin. Pêxemberê me jî di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Xwe biparêzin ji wan tiştên ku dibin sebebê lenetê, ji lewitandina rêyên ku xelk tê de diçin û siyên ku jê sûdê werdigrin.”[4] Di hedîseke din de wiha dibêje: “Xuda delal e ji delaliyê hez dike, paqij e ji paqijiyê hez dike, qenc e ji qenciyê hez dike û merd e ji merdiyê hez dike. Malên xwe, cihên kar û derdorên xwe paqij bikin nebin mîna cihûyan.”[5]

Misilmanên birûmet!

Nexwe pêwîst e em girîngiyeke mezin bidin çandina daran û paqijiya derdoran. Bila em ji bîr nekin temamê nîmetên madî û menewî ku Xuda dane me, emanet in û di roja dûmahiyê de jî em ê ji wan dê werin pirskirin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim: “ Eger di destê yekî ji we de dareke xurmê hebe û bizanibe ku wê qîyamet rabe bila dîsa biçîne.”[6]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  En-Nehl 10-11.

[2]  Mislim mûsaqat 10.

[3]  El-Beqere 195.

[4]  Mislim 269.

[5]  Tirmizî

[6]  Mecmûzzewaîd c.5 r.63

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply