Li Gor Şafiî ferziyet û sihetê mercê nimêjê

Li Gor mezhebe Şafiî ferzîyet û sihet (rastî) e merce nimêjê çi ne?

Ferzbûna mercê nimêjê ev tişt in:

1- Divêt mirov misilman be.

2- Balîx (xama) be.

3- Aqil be, evsene nînibe, bîrçûyî nînibe.

4- Rewşa jinê; Heyîz û nîfas nîni be. Jinek heyîz û nîfas be nikare nimêj bike, gava heyîz û nîfasê paqij bibe dûv re nimêja qeza nake. Lê belê meha remezanê de rojiyê negirtî piştî paqij bûnê rojiyê qeza bikin.

Siheta (ji bo muteberbûna nimêjê) mercê nimêjê

1- Hedesê paqijî. Mirovê cenabet ê xuslê bike, mirovê bê destnimêj destnimêj bigre.

2- Necasetê paqijî. Yanê bedenê mirov, çekê mirov yek jî cîhek nimêj lê bê kirinê ji necasetê paqij be.

3- Setrê ewret yanê girtina cîiê hayayê. Cihê heyayê; Ji bo mêran navikê heyya çonga ne, ji bo jina; xeyrî dest û rû temamê bedenê ye.

4- Ketina waxtê ye.

5- Bervî qible nimêj kirine.

6- Divêt mirov bizanibe nimêj çawa tê kirinê.

7-Tiştek nimêjê betal dike divêt mirov wan tiştan neke. Mînak; Xwarin, vexwarin û peyîvîn.

Ruknê nimêjê Ruknê nimêjê yê nav nimêjê de ferz in:

1- Niyet e. Niyet, di dil de tê gotin, gotin sinnet e. Tekbiretûl îhram ve tevahî tê gotin. Yanê “Allahu ekber” tê go  pê re dil ve jî bêjî. Nimêja  sê mercê nîyetê hene.

Van:

a) Mebest, yanê kirina nimêjê.

b)Diyarkirin(tayin), yanê kîjan nimêjê bikî navê wê nimêjê bêjî.

c) Ferziyet, yanê nimêja bê kirinê ferzbûna wî bêjî. Ew nimêja tê kirine nimêjê ka zêde yê kifş be; Mebest û diyarkirina wî şert e. Nimêjeka zêde be, mebest şert e.

2- Tekbîret-ul-îhram. Gava nîyet tê anînê “Ellahu ekber” gotine.

3- Xwendina fatihê. Her rekeatê Fatihe, bi Besmelê ve xwendina wî ferz e.

4- Qiyam yanê ser linga bi sekinî.

5- Herî rukû’ê.

6- Îtîdal, yanê rukû yê rabûn.

7- Du secde kirin. Di secdê de hundirê pêçî yê piya bêne erdê. Serê pêçiyan an jî pişta pêçiya bê erdê nabe.

8-Navîna her du secde de rûnuştandin.

9-Rûniştandina dawiyê.

10- Rûniştandina dawiyê de Et-tehîyyat (Teşehhûd) xwendin.

Et-tehiyîayyat wiha tê xwendinê: “Et-tehiyyatu el-mubarekatu es-salewatu etteyyîbatu lîllahî es-selamu eleyke eyyuhen-nebîyyu we rehmetullahî we berekatuhu es-selamu eleyna we ela ibadillah-îs-salihîne eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhemmeden resulullah.” Wate ya wî: (Tahîyyat (hemu pesinandin), mübarekat (tişt ê zêde dibe û bereket), selawet ( wekî nimêja pênc waxta û îbadetê ê din) we teyyîbat (emele salih)Bi taybetî Ellah’ê raye. Ey Pêxember! Selam,rehmet û bereketa Ellah ser te be. Selam ser me ser bendeyê salih be.Ez şehadetîyê ditim kû, xeyrî te tu Xweda (babetî îbadet be)tu kes tunîne. Ez dîsa şahedetîyê ditim kû, Hezreti Muhemmed,qasidê Xweda ye.

11- Piştî Et-tehiyyat’a dawî selewat anîne. Qe nebe “Allahümme salli ala Muhammed” (Xwedayê min! Selam û rehmet ê li Hz. Muhemmed bike) Lê belê selawata herî baş wiha tê gotin: “Ellahumme salli ela Muhemmedîn we ela Alî Muhemmedîn kema salleyte ala Îbrahîme we ela Ali Îbrahîme we barik ela Muhemmedîn we ela Alî Muhammedîn kema barekte ela Îbrahîme we ela Ali Îbrahîme fîl-alemîne înneke Hamîdun Mecîdun.”

Wetayê wî:

(Ya Rebbi! Selewat bîne ser Hz. Muhemmed û malbata wî, çawa te selewat anî ser Hz.Îbrahîm û malbata wî. Dîsa bereketê bide Hz Muhemmed û malbata wî,çawa nav hemî elema’da te bereket da ser Hz.Îbrahîm û malbata wî. Bêguman tu Hemîd û Mecîd’î.)

12- Selam dayîna aliyê rastê. “Esselamu aleykum we rahmetullah”bi vî teşî selam tê dayînê.

13- Ser sazûmanî (tertîb) nimêj kirin. Wekî din rîayet kirina Tumanînê jî ferz e. Tumane; Rukûyê de, îtîdalê de, navîna du secde de: “Sûbhanellah” (yanê Xweda hemî kêmasî yê minezzeh e.) ango vê gotinê sekinandine.

ÇAVKANÎ:

Îrşadul îbad Xelîfe USIV-Muxnîl muhtaç, Mînhac Îmam NEWEWÎ-Îslam Fiqhi Ansklopedîsî Vehpe ZUXEYLÎ-Fiqhi ssune Seyyîd SABIQ

Nivîskar: M.Emîn Can
24.02.2016

Derbar M.Emin Can

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply