Hejmara 9an a Kovara Lêkolînên Kurdî ya ku ev zêdeyî çar sal in li ser înternetê weşanên balkêş, dosya, gotar û hevpeyvînan dike, derket.
Di hejmara 9an a kovarê de dosyaya Şanoya Kurdî ku bi edîtoriya Mîrza Metîn û Çetoyê Zêdo hatiye amadekirin balê dikişîne. Naveroka kovara ku di Roja Şanoya Cîhanê de bi xwendevanên xwe re hat ba hev, wekî her carê dewlemend û bi bandor e.
Kovarê de Mirza Metin, Helked Îdrîs Abid, Semîhe Eyûb, Çetoyê Zêdo, Pelda Bal, Kenan Demir, Tololwa Marti Mullet, Ferhad Feqî, Berrin Shemdin, Recep İçen ve Berfin Zenderlioğlu cih digrin.
Gotar û hevpeyvînên di hejmara 9an de wiha ne:Performansa Şanogerên Kurd Di Dema Erdhejê De