Bingehên Rojnemageriyê û Rojnemageriya Kurdan

Zimanê medyayê!

Bêguman geşbûn an jî çilmisîna medyaya kurdî jî wek ziman, edebiyat û zanista kur- dan bi rewşa wan a giştî û desthilata wan ve girêdayî ye. Bi hebûna dinyaya dîjîtal, kurd dikarin hin derfetan bi kar bînin, ji xwe heta astekê bi kar tînin. Em ê li vê derê bi kêmayî û zêdeyîyan behsa hin tespîtên li ser medy- aya kurdî ya latînî bikin.

Bêyî zimanekê serast û pîvanên binge- hîn ê zimanê kurdî yên wek tewang, ergatîf …hwd ti nivîsên kurdî nikare bê nivîsîn. (Edebiyat û hûner wê rêyê dide nivîskarên xwe ku bi zimanî bilîzin û rêyên xweser ji xwe re çêbikin ev yek li derveyî vê pîvanê ye.)

Kêm kes hene ku dizanin bi zimanê kurdî binivîsin. Têra medyaya kurdî rojnamegerên kurdînivîs nînin. Ew kêm kesên heyîn difikirin ku qasî başiya zimanê xwe dikarin rojnamegerên baş jî bin. Ji xwe minaqeşeyên li ser medyaya kurdî jî ji gava yekem naborin. Ew jî “zimanê medyayê” ye.

Medya Türleri Nelerdir? - MAMUT Teknoloji Tasarım İletişim Ajansı

Rêzimana kurdî û zimanê medyayê

Gelekê xerîb e ku minaqeşeyên li ser zimanê medyaya kurdî, minaqeşeyên li ser rêzimana kurdîyê ne.

Zelal e ku her kesên kurdînivîs mec- bûrên rêzimanê ne(standardeka giştî heye bi tenê li ser hûrgilîyan minaqeşe hene). Lê rêziman karekî ji beriya rojnamegeriyê ye. Ji beriya kesek dest bi nivîsînê bike ji xwe divê rêzimanê bizane û rê nede rêziman zimanê medyayê dagir bike.

Desthilata sîyasetmedar û zimannasan

Gelek kes hene, wek min hemîya roja xwe ya karî bi nivîsîn, wergerandin, berhevkirin, serastkirin …hwd ya nûçeyan derbas dikin.

Bêguman desthilata zimanê medyaya kurdî karê edîtor û nûçegihanên medyaya kurdî ye. Divê em rojnamegerên kurd ji qo- naxa yekem a rêzimana bingehîn biqetin û dest bi minaqeşeyên li ser zimanê medyaya kurdî bikin.

Ji bo parastina pîvanên medyayê, heta ku ji bo pîvanên mirovatiyê divê qasî ku em li dijî sîyasetmedar û siyasetên dijber in em li hemberê siyaseta xwe û siyasetmedarên xwe jî bisekinin.

Mafê agehdarbûnê mafê hemî xwen- devan, guhdar û bînerên medyaya kurdî ne. Ji bo nimûne heke em nêzîkî partiyeka radîkal a kurdan bin, em nikarin ji bîr bikin ku mafê guhdar, bîner, xwendevanên me heye bi zimanê xwe bizane ka serokê parti- ya nijadperest a tirkan çi dibêje(bêyî reşki- rin û bikarhînana zimanekê req.)

Yeni Medya Neden Yeni? Doğruluğu Ne?

Ku-ku-ku

Avakerê Ajansa Nûçeyan ya Reutersê Thompson Reutersî diyar kiriye ku “dema tu bikarî bûyerekê bi du gotinan bibêjî bi sê gotinan nebêje.(Reuters.com)”

Nûçegihanên latînînivîs, di naverokê de tiştên bi sê gotinan dikare bê gotin bi deh gotinan dibêjin. Bi gihaneka “ku”yê gelek agahiyan li heman komekê zêde dikin. Li sernivîsan jî tiştên divê bi sê gotinan bê gotin bi du gotinan dinivîsin.

Sosyal Medya Yönetimi Nasıl Yapılır? - MedyaBug

Çend Xeletiyên Kronîk ên Medyaya Kurdî

Rûdaw(23.07.2018, Nûçeya li manşetê)

– Li dijî avahiya Parêzgariya Hewlêrê êrişa çekdarî!

Ya Rast:

Li dijî avahiya Parêzgariya Hewlêrê êrişa çekdarî hatiye kirin!

Ya rasttir:

Du êrîşkaran êrîşî Parêzgariya Hewlêrê kiriye

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdis- tan/23072018

 

Ajansa Anadolûyê(23.07.2018, Nûçeya li manşetê)

Li Hewlêrê li dijî avahiya Walîtiyê êrîş

Ya rast:

Li Hewlêrê li dijî avahiya Walîtiyê êrîş hatiye kirin Ya rasttir:

Li Hewlêrê, du êrîşkaran êrîşî walîtîyê kiriye

https://www.aa.com.tr/kk/dinya/li- hewl%C3%AAr%C3%AA-li-dij%C3%AE- avahiya-wal%C3%AEtiy%C3%AA-%C3%AAr%C3%AEs/1211057

Ajansa Mezopotamyayê(23.07.2018, Nûçeya li manşetê):

Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dîcle Ahmed, ku bi dehan êrîş û op- erasyonên şer şopand û dîmen û wêneyên wan kişand, şoreşa li Kobanê dest pê kir û li Rojava belav bû vegot. Dîcle Ahmed, wiha got: “Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanê azad bibe em piştre bi hevre biçin. Ger ku em ji welatnê xwe hez dikin, em azad bikin û piştre biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest wi berda. Ko- banê di wî halî de ez nikaribûm Kobane terk bikim û biçim.”

Ya rast:

Dîcle Ahmed nûçegihaneka Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ye. Dema şoreşa Kobanîyê dest pê kirî û li rojavayê belav bûyî, bi dehan êrîş û operasyon çêbûne. Wê dîmen û wêneyên şoreşê girtine.

Dîcleyê ji Ajansa Mezopotamyayê re got:

“Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanî azad bibe em pişt re bi hev re biçin. Ger ku em ji welatê xwe hez bikin, em azad bikin û pişt re biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest ji wî berda.

Kobanî di wî halî de ez nikaribûm Kobanîyê terk bikim û biçim.”

https://mezopotamyaajansi.com/kr/JIN/ content/view/29898

 

Pirsek

(23.07.2018, Dengê Amerîkayê, Nûçeya li manşetê):

Îran li Dijî Gurkirina Girjiyan Huşdariyê

Dide Amerîka.

Hûn ji vê sernivîsê çi fêm dikin? Gelo Îranê Amerîka hişyar kiriye(dema borî), Îran Amerîkayê hişyar dike(dema niho) an jî Îran ê Amerîkayê hişyar bike(dema bê)?

10 bingehên rojnamegeriyê

Mixabin di çavkaniyên tirkî û kurdî de, agahîyên bingehîn ên rojnamegeriyê, bi awayekê rêkûpêk nînin. Min ji notên Zanînge- ha Pennê ji bo Popkurdê 10 bingehên ro- jnamegeriyê yên giştî wergerandin. Her bingehek mijara dersekê ye lê li vê derê ew derfetê me nîne ku em berfirehtir binivîsin.

  1. Piştrastkirina
  2. Bêalîbûn.
  3. Resenbûn/orjînalbûn.
  4. Dayina temama agahîyan, nehiştinakêmahîyan.
  1. Zelalbûn.
  2. Adilbûn.
  3. Sînordarkirin û kontrolkirina
  4. Mirovparêzî.
  5. Agahiyên ku dikare hesabê wê bê dayin, bê hesibandin.
  6. Bihêzkirina aliyê zeîf/qels. Murat Bayram miradgundiki@gmail.com

Editorê bianet/kurdi ye. Ji bo Kurd1, Rojnameya Evro, Nefel, Waar TV û Kurd- istan24ê wek qunciknivîs, nûçegihan û edîtorê nûçeyan xebitiye.

Wek rojnamegerê serbixwe ji bo Middle East Eye, Deutsche Welle, RT TV, Aljazeera Int. û New York  Timesê kar kiriye.

Ji Zanîngeha Kalîforniyayê ya Los An- gelesê xelata “nivîsîna herî afrînêr û or- jînal(2012)” û ji Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “rojnamegerê salê(2014)” standiye.

Têbînî: Di nivîsê de ji “medyaya Kurdî” meqsed “medyaya Kurdî-Kurmancî û- Latînî ye.”

Mirad Bayram – Popkurd – Jimar 2 • 2018 Îlon 

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply