Li Amedê tenê 2 kes ji wan mane

Li bajarê Amedê peykersazê bi navê Mehmûd Nûredîn Medyelîoglu ji 2 peykersazên keviran yek e, ku ew bi kevirên Amedê peykerên şûnwarên Amedê çêdike. Medyelîoglu ev 14 sal in dest bi vê karê kiriye. Ew rojê 8 seetan di atolyeya xwe de peykeran çêdike û dibêje: “Heke ev huner di deswtê min de nebûya niha ez nesaxê nav nivîna bûm.”

 

Mahmut Nûreddîn Medyelîoglu di atolyeya xwe de li ser kevirên basalt ên Amedê dîrokê di neqişîne.

 

Medyelîoglu 27 salan mamostetiya Fransî kir û malnişîn bû. Ev 14 sal in ku ew şûnwarên Amedê yên kevnar, bi kevirê çêdike. Wî berê peykerên ji hesin û darî çêdikir lê niha tenê keviran bikartîne.

 

Mehmûd Nûreddîn Medyelîoglu: “Ez di sala 1953ê li bajarê Amedê hatime dine. Ez mamoste bûm lê her tim keyfa min ji karê hunerê re dihat. Min ji kevir û hesin peyker çêdikir. Ev dikan a bavê minê rehmetî bû, carna ez dihatim cem wî. Piştî bavê min emrê Xwedê kir dikana wî vala ma û ez hatim min ji xwe re kir atolyeya keviran.”

 

Hunermendê kevirsaz rojê 8 seet dema xwe di atolyeyê de  derbas dike. Heta niha wî 250 berhem çêkirine. Sûra Amedê, Minareya Çar Ling, Mizgefta Weliyan û gelek berhem bi destên wî ji nû ve afirîne.

 

Bi sebr û sebat ew ji serê sibê heta êvarê kevir ditelişe û dineqişîne. Hunermendê Kurd dibêje, ku di navbera wî  û kevir de evîn peyda bûye û ew baş dizane ka wê kengê bişkê jî ev kareke zehmet û hewce bi sebrê ye:

 

“Kevirê bazalt wek keçikeke bi naz e. Kevir ji herkesî heznake, heta ku kevir ji te hez bike, divê tu gelek dem pê re derbas bikî. Ev kar sebir dixwaze, piştî ku tu û kevir bûne hevalê hev, ew êdî xwe radestê te deke û xwe ji te re berdide. Ez bi mehan dem derbas dikim heta ku berhemek çêkim. Karekî zor û zehmet e, niha ez baştir dizanim ku ev Sûrên Amedê bi çi kedî çêbûne.”

 

Ji ber ku cihê hunermend Mehmûd biçûk e, ew nikare şagirtan ji xwe re bigire û wan fêrî çêkirina peykeran bike. Lê  şagirt Mehmûd wek şêniyê Sûrê gelek caran serdana hunermend kiriye û ew jî çêkirina peykeran hîn bûye.

 

Şagirt Mehmûd Demirbaş dibêje: “Mala Mamoste ava bibe, keda wî pir li ser min çêbûye. Ez ji wî hînê karê hunera kevir bûm. Li Şaredariya Bajarê Mezin min jî berhemên kevir çêkir û şagirtan fêrî vî karî kir. Lê mixabin em ji kar niha hatine avêtin. Hunereke wisa ye ku mirov dike evîndarê xwe.”

 

Li Bajarê Amedê berê karê hostatî û peykersaziya keviran hostayên Ermen dikirin. Lê niha vî karî tenê 2 kesên misilman dikin û yek ji wan Mehmûd Nûredîn Medyelîoglû ye.

 

Necmî Salih-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply