Kurdî ne di asta pêwîst de ye

Zimanê kurdî ku ji bilî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji statuyekê bêpar e di nava geşepêdanekê de ye. Her sal ji hemû waran pirtûkên cûrbicûr çap dibin û kurdî tevî hemû astengiyan jî xwe li ser lingan ragirtiye. Di vî warî de barekî giran jî li ser weşanger û weşanxaneyên kurdî ye. Em jî li ser vê mijarê bi weşangerên kurd re axivîn. Berpisyarên Weşanxaneyên Aram, Avesta, Lîs, Nûbihar û J&J’yê ji BasNûçe’yê re rewşa weşangerî, pirtûkên kurdî û astengiyên li pêşiya zimanê kurdî vegotin.

Lal Laleş: Beriya şer rewş ber bi başiyê ve diçû

Berpirsiyarê Weşanên Lîsê Lal Laleş eşkere dike ku gelek pirsgirêkên sektora weşangeriya kurdî hene. Laleş dibeje ku rewşa wêjeya kurdî, piyaseya pirtûkan, belavkirin, danasîn gelek problemên sektora weşangeriyê hene û wiha dewam dike: “ Ji ber ku rewşeke giran ya şer li welêt didome. Gelek weşanxaneyên ku berhem digihandin destê xwendevanan hatin girtin. Gelek ji wan nikarin karê xwe bikin. Ligel vê yêkê xwendevan jî di rewşeke cihêreng de ne.

Em dixwazin moralê xwendevanan xweş bikin. Û divê di hemû rewşan de wêje, ziman, çand tiştê ku însan xwe pê pêk tîne her li ser piyan bin.” Laleş destnîşan dike ku beriya şerê li Bakûr rewş ber bi başiyê ve diçû û radigihîne: “Siyaseta kurd gavên erenî yên ji hêla dewletê ve hatine avêtin beriya rewşa awarte hem bi awayekî psîkolojîk hem bi awayekî rasterast danustandina xwendevanan bi edebiyatê re jî ber bi başiyê ve diçû, lê niha bêgûman hinerewş xerab e. Ji berk u jiyana mirovan serobino bûye.” 

“Polîtîkayeke kurdan ya li ser ziman tune ye”

Lal Laleş diyar dike ku beriya her tiştî ji bo rewşeke baştir divê yektiya weşangerên bê avakirin. Weşanger bi rêxistin bin û karibin bi awayekê pirsgirêkên xwe yên kar çareser bikin. Laleş dibêje ku polîtîkayeke kurdan ya li ser ziman û çand ya mayînde tune ye û axaftina xwe wiha berdewam dike: “Divê bernameyek bê sazkirin. Em nikarin xwe bigihînin her derê. Rewlşeke kurdan ya karibe enerjiyê bike ser hev û bimeşîne tune ye. Gelek astengî hene.”

Mehmet Çakmak: Kurdî gihiştiye astekê, lê ev ne bes e

Edîtorê Weşanên Aramê Mehmet Çakmak li ser rewşa weşangeriya kurdî û xwendina pirtûkên kurdî dibêje ku kurdî niha gihiştiye astekê, lê belê ev ne bes e. Çakmak radigihîne ku gelek astengî li pêşiya kurdî hene û wiha diaxive: “Bivê nevê dema em tirkî û kurdî didin berhev hevsengiya wan ne wek hev e. Ji aliyê xwendinê ve di vî warî de zehmetî gelek in. Pirtûka kurdî dema ku em derdirxînin em dizanin ku zû bi zû neyê xwendin. Lê ev ne hincet e. Ji ber ku dibistan û zaningeh tune ne.”

Edîtorê Weşanên Aramê Çakmak dibêje ku wan weke weşanxane biryar daye ku divê qet nebe qasî yên tirkî pirtûkên kurdî bên çapkirin û wiha dewam dike: “Asta ku em hatinê ne merhaleyeke biçûk e. Ji ber ku ji bo çapkirina kurdî bazarek pêwîst e, xwendin hewceye. Di vî warî de bazara kurdî pir qels e. Eger bazara kurdî xurt bûya, xwendinzêde bûya di vî warî de hejmara weşangeran wê gelek zêde bûya. Ligel van bêderfetiyan jî herkes ji aliyê xwe ve hewl dide ku pêş bixe. Xwediyên weşanxaneyan bi karekî din jî mijûl in. Ev ne tercîh e lê nikarin debara xwe bi vî karî bikin. Ji bo zimanekî ku xwedan vê gelheyê helbet gelek qels e lê şer û merc jî xerab in. Vî şerî jî bandorek neyînî  li ser weşangeriya kurdî kir. Dera şer lê hebe mirov nikarin pêşiya xwe bibînin, belavkarî disekin e.”

“3 hezar pirtûkên me hatin desteserkirin”

Çakmak her wiha bibîr dixe ku nêzî 3 hezar pirtûkên Weşanxaneya Aramê hatin desteserkirin û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: “Taybet li ser weşanxaneya me gelek zext hene, pirtûkên ku em çap dikin di bin lêpîrsînê de ne. Ji bo ku qedexe bikin û asteng bikin hewldaneke der yasayî heye. Ev me asteng dike. Nêzî 3 hezar pirtûkên me di Fuara Îzmîrê de hatin destserkirin.”

Songül Keskin: Rewşa kurdî li gor berê baş e, lê divê xebateke zêde bê kirin

Berpisyara Weşanên Avestayê Songül Keskin jî eşkere dike ku rewşa pirtûk û weşangeriya kurdî li gor salên beriya niha gelekî baş e, lê têrî nake û divê xebatek zêde bê kirin. Keskin di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku rewşa kurdî û tirkî ne wek hevdû ye. Heta mirov nikare bi de ber hevdû û wiha diaxive: “Mirov dikare tenê bi kurdî bi kurdî re bi de ber hevdû. Li gor berê gelek gelek zêde ye. Li gor derfetên kurdî bi ya min ne kêm e.

Yên xelkê zaningeh hene. Lê kurdî ji vê bêpar e. Kurdî herkesek bi dilxwazî û bi dilê xwe vî karî dimeşîne. Ji ber ku dibistan an zaningeh bi kurdî tune ye. Siyaseta me bi tirkî ye. Ji bilî Başûr parçeyên din jî di vê rewşê de ne. Zarok bi vî zimanî naxivin, zaningeh tune ne, dibistan tune ne. Xwendevan zêde bûne. Em nikarin kurdî bidin ber tirkî. Her derfetê wan heye. kurdî nemiriye lê li ber mirinê ye.” 

“Siyaseta kurdan ne bi kurdî ye û ev jî problemek mezin e”

Keskîn her wiha eşkere dike ku  zehmetî zêde ne. Xeter herî zêde li ser zazakî ye. Soranî xwe xilas kiriye û lêbelê metirsî li ser kurmancî heye. Herwiha Keskîn wiha dibêje: “Her tişt bi siyasetê diqede. Eleqeya wan bi kurdayetî û kurdî tune ye û ev problemeke mezin e. Avesta îsal sala wê ya 21’ê ye. Ewilî pirtûkên me yên kurdî negirt in. Wê demê me got eger hûn kurdî belav nekin em tirkî jî nadin.Bi rêya malperan em xwe digihinin xwendevanan. Kêmasî hene, rêxistin tune ye. Rewş niha gelek baştir e. Karê tê kirin têr nake. Divê  kurdî li dibistanan bê xwendin. Ew jî zehmet e. Dibistan û perwerde girîng e. Zimanekî ku zarok pê ne xwînin pêşeroja wî tune ye. Divê zarok biaxivin.” 

Süleymen Çevik: Bazar li gor gelheya kurdan gelek qels e

Berpirsyarê Weşanên Nûbiharê Süleyman Çevik dibêje ku li gor salên berê pêşketinek heye û radigihîne ku li gor berê qelîte jî zêde bûye û pirtûkên baştir ku naveroka wan dewlemend e tên çapkirin. Çevik wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: “Lê bazar jî li gor gelheya kurdan gelek kêm e. Kurd bi milyonan in, lê kitêbên wan bi hezaran nayên firotin.” Berpisyarê Nûbiharê amaje bi wê yekê dike ku pêşketin hêdî dimeşe û dibêje ku  li gor serjimara kurdan rewş ne baş e. Çevik axaftina xwe didomîn e: “Piştî şer di bazara pirtûkan de jî sekinînek heye. Vî şerî bandoreke neyînî li ser vê bazarê jî kir. Îro zimanê kurdî bêstutuye û nikarin bi vî zimanî kar bikin, ev jî ziman nake tercîh. Eger statuyek hebe ziman bibe zimanê bazar û perwedeyê wê bi pêşbikeve.” 

“Em nikarin xwe bigihîn in her derê”

Çevik sedemên vê rewşê jî wiha rêz dike: “Şîrketek belavikirinê tune ye. Herkes bi îmkanên xwe hewldide pirtûkên xwe belav bike. Em nikarin xwe bigihînin her derê. Eger saziyeke ku hemû weşanên kurdî belav bike hebûya wê rewş baştir bûya. Şîrketên heyî ji aliyê tîcarî ve li meselê dinêrin. Ya ku jê qezenc dikin wan belav dikin. Nêrîna wan jî li hember kurdî xerab e. Divê kurd ji xwe re saziyeke belavkirinê ava bikin. Îro rewşa kurdî gelek ne baş e” 

Azad Zal: Xwendevanên kurdî êdî li qelîtê digerin

Berpirsyarê Weşanên J & J Azad Zal jî balê dikşîneser piyasa kurdî ku niha di nav lêgerînekê de ye û wiha dibêje: “Beriya niha qedexe û bêderfetî hebû û ji ber wê yekê jî her pirtûkên kurdî dihatin xwendin. Lê niha ew dem derbas bû. Weşanxane zêde bûn, pirtûk zêde bûn. Berê zimanê kurdî biqîmet bû kê dinivîsand ew pirtûk dihat xwendin. Ev bi pêşiya krîterên din diket.

Ji salên 2000 û vir ve bi taybet jî 2007 – 8 – 9 û şun de ev pêvajo xilas bû. Xwendevanên kurdî jî li qelîtê digerin. Ji ber vê yekê lêgerînek heye serê xwendevan û nivîskaran tevlûhev e.” Zal radighîne ku weşanxane jî mecbûrin ber bi weşangeriyek biqelîte ve biçin. Nivîskar jî êdî ne tenê nivîsîna bi kurdî, divê tiştekî bi qelîte binivsîne û wiha dewam dike: “ Ziman çiqas xurt an lawaz e ? Çi dinivsîne?  Li ser çi dinivsîne?  xwendevan van dipirsin. Bazara kurdî lê bazara naverok biqalîtê” 

“Bazara Tirkiyê jî naxwaze pêşiyê li zimanê kurdî veke”

Zal di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê dike ku derfet baş in, derfetên nivîsê yên vê qadê gelekî baş in. Bikaranîn neyînî ye. Azad zal axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Nakokîyek heye. Di aliyê hiqûqî de jî astengî kêm bûne. Lê mixabin derfet nayên bikaranîn. Belavkarî problemeke mezin e. Bazara me tune ye. Li Tirkiyê gelek dezgehên belavkariyê hene lê ji bo kurdan ev tune ye û dezavantaj e. Kurd dezgehên xwe nikarin ava bikin. Bazara Tirkiyê jî naxwaze pêşiyê lê veke. Bi hezaran birtûkan em çap dikin 100-200 bazara me heye. Dema pergaleke belavkariyê hebe ev hejmar wê pir zêde be. Ev jî bi siyasetê ve girêdayî ye û siyaseta kurdan zêde li ser nasekine. Em pê re mijûl jî bûn lê belê li ser vê mijarê nasekin in. Pirtûkên xelkê digirin destê xwe û reklama wê dikin.” 

Çavkanî: www.basnuce.com

Murat Özdemir

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply