2. Fuara Pirtûkan a Amedê destpê dike

Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Fuara Pirtûkan a Amedê cara pêşîn sala par li dar xistibû, fuara îsal di navbera 17-22’yê Gulanê de li Sumerparkê tê lidarxistin.

Fuara Pirtûkan ku malovaniya 72 weşanxaneyan dike, dê tê de panel, helbestxwendin, gotûbêj, semîner, pêşangeh û konser zêdetirê 80 çalakî bêne pêkanîn. Di van çalakiyan de pirzimanî heye û şair û nivîskar dê di rojên îmzeyê de bi xwendevanên xwe re bêne cem hev. Fuara Pirtûkan 17’ê Gulanê saet 12.00’an bi axaftina hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli û Komîteya Fuarê dest pê bike û mêvanê rûmetê yê îsal nivîskar Ehmed Huseynî ye.  

Fuara pirtûkan şeş rojan berdewan dike her roj saet di navbera 10.00 û 20.00ê de ji bo pirtûkhezan vekiriye û Komeleya Nivîskarên Kurd, PENa Kurd, Egîtîm-Sen, KURDÎ-DER, Weşanxaneya Aram, J&J û HÎVA jî piştgiriya lidarxistina vê fuarê dikin.

Sadak: Bernameya me berfireh e Seroka Daîreya Çand û Hunerê Cevahir Sadak der barê amadekariyên fuarê de agahî dan û got ku amadekarî bi dawî hatine. Sadak, eşkere kir ku 2. Fuara Pirtûkan a Amedê bi piştgiriya gelek saziyan tê lidarxistin û got ku fuar dê li Sumerparkê di konekî 2 hezar û 500 metrekareyî de bê pêkanîn. Sadak diyar kir ku fuar bi beşdariya 72 weşanxaneyan pêk tê, di fuarê de nêzî 80 çalakîyên wêjeyî têne lidarxistin û weha axivî: “Fuara me di navbera 17-22’yê gulanê de li Sumerparkê tête pêkanîn.

Fuara me îsal bi şîara ‘azadî’ tê lidarxistin. Li welatê me ji her tiştî bêhtir pêdivî bi azadiyê heye. Me xwest îsal mêvanekî mey ê rûmetê jî hebe. Ehmed Huseynî ku bi helbestên xwe ruhî dide vî zimanî me got bila mêvanê rûmetê be.” Sadak, bi bîr xist ku ew li bendê ne ku ji bajar û navçeyên derdorê jî beşdarîya.

Çavkanî: basnuce.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply