Pêncşem , 22 Cotmeh 2020

KOVARA ZAREMA

ZAREMA

KOVARA REXNE Û TEORIYÊ ZAREMA, JI GULANA 2014’AN BI VIR VE JI ÇAR MEHAN CAREKÊ DERDIKEVE. HEJMARA 9EM A KOVARÊ, JI BO ZIMANÊ KURDÎ DI QADA ZANISTÊN CIVAKÎ, REXNEYA WÊJE Û HUNERÊ DE XURTTIR BIKE, DERKET.

EV HEJMAR BI GOTARA “KURD Û ÇÊKIRINA XWETIYÊN NETEWEYΔ YA KEMAL SILÊMANÎ DEST PÊ DIKE.

“SÎNEMAYA ALÎ KEMAL ÇINAR: ÎMTIHANA BI MEKANÊ RE II-VEŞARTΔ WEK DEWAMA DOSYEYA SÎNEMAYA KURDÎ YE. DUYEM NIVÎSA HÜDAÎ MORSÜNBÜL JI RÊZENIVÎSÊN DERBARÊ SÎNEMAYA ALÎ KEMAL ÇINAR DE, LI SER FILMA “VEŞARTΔ HÛR DIBE.

UMRAN ARANÊ KU BI HEJMARA 7AN TEVLÎ KOVARÊ BÛYE, BI GOTARA “KARNAVALA MÎXAÎL BAXTÎN Û GENGEŞEYÊN DERBARÊ WÊ DE”  SEKINIYE Û  VÊ CARÊ TEORÎSYENÊ RÛS BAXTÎN, BI RIYA NÎQAŞÊN LI SER TEORIYA WÎ YA KARNAVALAN DE DIDE NASANDIN.

MEZHER ÎBRAHÎMÎ DI HEJMARA 6AN DE TEORIYA VLADIMIR PROPP DABÛ NASANDIN. ÎBRAHÎMÎ DI VÊ HEJMARÊ DE, BI NIVÎSA “DÊSMANA ÇÎROKÊN EFSANEWÎ YÊN KURDΔ ÇÎROKÊN KURDÎ LI GORÎ TEORIYA VLADIMIR PROPP TEHLÎL DIKE.

MÊHDÎ JAFARZADEH JÎ BI GOTARA XWE, MÎTOLOJÎSTÊ EMERÎKÎ JOSEPH CAMPHELL Û TEORIYA WÎ MONOMÎTÊ DIDE NASANDIN.

ZEYDÎN GÜLLÜ BI TEHLÎLA BINEMAYA LEYL Û MECNÛNA ŞÊX MIHEMED CAN, MIJAREKE GIRÎNG A WÊJEYA KURDÎ YA KLASÎK LI PÊŞ XWENDEVANAN RADIXE.

 

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Kurd Araştırmaları e-Dergisi – 3

Kovara Kurd Araştirmalari bi arîkariya gelek lêkolîner, nivîskar û akademîsyenan û bi naverokek dewlemend, li …