Kitêba Bahoz Baran, “Qîza Bavê Xwe” derket!

Weşanxaneya Wardozê kitêba çîrokan a Bahoz Baran ya bi navê “Qîza Bavê Xwe” weşand. Bahoz Baran beriya kitêba xwe ya dawî du kitêbên çîrokan ên bi navê “A baş” û “Derb” nivîsîbûn.

Di vê pirtûkê da çardeh çîrokên modern hene, ev çîrok hem ji hêla zimanê xwe ve û hem jî ji hêla mijarên xwe ve balê dikişînin ser xwe.

Navên çîrokan ev in:
• GELO MELA ÇIMA MIR? • HEZAR CARÎ HELA • KENÊ BÊTORE • MELA ŞEKIR • XALTÎYA EYŞO
• NÎVCO • XEZEB • CARNA MIROV DOZA TIŞTÊN NEBAŞ JÎ DIKE! • DOLMÎŞA XALÊ MIHEME
• BAŞ E KU DÊYA MIN NEÇÛYE MEKTEBÊ • ŞAHEVÎN • MEKTÛBA GORBAÇOVÎ • QÎZA BAVÊ XWE • XÎRETA GUNDÎYAN

Ji çîroka “Nîvco”yê

“Li vê dinyaya destedewran, mirovî çi jî bikira boş û betal bû, beredayî bû, mirov binbêjing bû, her kes li ser pif û nîvekê bû. Li vê dinyayê ez bar bûm û kesên din tev ji min ra serbar bûn. Li rastê bûm, esil li vê dinyayê her kes li rastê bû, lê kêm kesî bi xwe derdixist. Emrek bû û carek bû. Hefsarê hespê hebûnê ji destê min filitîbû û nema dihat zevtê. Xelk li ser koka xwe şîn hatibû, ê min ez li ser terîya xwe. Loma çênedibûm. Loma a wisa her nîvco bûm.”

Bahoz Baran kî ye?

Bahoz Baran, di sala 1982’yan li lîcêya Amedê  ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşê perwerdeyê xilas kirîye. Edîtor û yek ji avakarê Weşanxaneya Wardozê ye.
Berhemên wî:
-Rêzimana Kurmancî (Bi M. Bilbilî ra, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008.)
-A baş (B. Baran, Weşanên Belkîyê, Çîrok, 2010.)
-Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Belkîyê, Ziman, 2012.)
-Derb (B. Baran, Weşanên Avestayê, Çîrok, 2014.)
-Ferhenga Bişaftinê (B. Baran, Weşanên Wardozê, Raman, 2017.)
-Motik (B. Baran, Weşanên Wardozê, Meselok, 2017.)
-Rêzimana Kurmancî (B. Baran, Weşanên Wardozê, 2018.)

(MB/bianet) Çavkanî: Wardoz

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply