Kelem (Helbest)

Ger rojekê

An bi kûraniya hêviyên demekê

An bi qasî ketina dilopek av

Ji ser *sîvleka xanî ta omiza keçekê

te nikarî xwe bikira dar

heya tu dikarê

şax be

û ger hewaya gerdûnê

bi kîn gote te

tu car nakim bi a te

û ne jî dibim parêzvanê xwastekên te

ya jî ji germa

an ji serma

te nikarî tevî hembêza hêviyan

li deştekê

an li zozanên kurdustanê zîl bida

ya  jî piştî pûçbûnek dirêj

mîna *dimozî te ji nişkava nûjen bida

bi coşa ciwanekî te bi xortî şiqin bida

û ger di tariyê de te nikarî xwe bikira fener

an tu bibuya niçîrvanê xeternakiyê

di hemû gelî û newalên herêma xwe de

heya tu kanê di bapeşkên dijwar de

bi avsîn be

da ku bedena te ji fîdanek nazik ra

bi talde be

lê ger te dîsa nikanî

û li ser gozemînê hema qenciyeke te jî rû neda

bi kêmanî ne *kelem be.

 

Majêd A Mihemed-ÇANDNAME

14/10/2016

ــــــــــــــــــــــــــــــ

Dimozî: Xwediyeke di efsaneyên gelê Babiliyan de li navçeya Mozebotamiya, û wek dergevanê deriyê asîman dihat nasîn di çanda wê gelî de wê demê û him jî  berpirsyarê gera demsalê bû, xudêya ku her şeş mehan bi ganvedihat piştî mirina xwe ya demkî an daketina wî ya jêr zemînê.

Sîvlek: Kenara banî ya li dora xaniya ji aliyê derva da tê danîn.

Kelem: Cûreyek ji giya ye ne dar e lê weke tûmekî gewre ye, kelem bi xwe di vê helbestê de wek astenk hatiye bikaranîn.

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply