Di derheqê loriyan de kurteyek

1.LORÎ/LORIK

 

Ji bo geşadana zarokan tişta herî girîng lorî ye. Lewre lorî ji bo ziman û edebiyata zarokan cihekî pir girîng digire.

 

1.1. Lorik çi ye?

Lorî hinek deveran jî dibêjin lorik. Lorî stran in, anjî ew gotinên di ber razandinê de tê gotin in. Lorî gorê ritmekê tê gotinin, lê hevce nîn e pêşiyê de hatibine nivîsandin. Hinek lorik ji aliyê dayikê ve di hemandemê de têne çêkirin û têne gotin, hinek jî gelerî ne, ji pêşiyê de hatine ji ber kirin paşê hatine gotin. Hinek lorî jî ji bo şabûna zarokan têne gotin.

1.2. Sûdên Loriyan

1-   Lorî, ji bo zarokan hînbûnê hêsan dike û qabîliyete fêmkirinê pêş dixe

2-   Lorî, zarokên hîperaktîf êmin dike.

3-   Lorî, têkiliya zarokan a derdora xwe erênî dike.

4-   Lorî, zarokan rihet dike û hersa wan li ser wan radike.

5-  Zarok bi loriyan, haja hestên xwe dibin.

6- Razandina zarokan hêsantir dike.

 

1.3.Ji bo Loriyan Çend Mînak:

  1. Lorî Lorî
  2. Hayê Hayê
  3. Du Bilbil

 

  1. Lorî Lorî

Lorî lorî lorî lorî lorî

Berxê min lorî lorî lorî

Dê razê lorî lorî lorî

Dayê tu gorî gorî gorî

 

  1. Hayê hayê

Dê hayê hayê

sebra’m bê te nayê

Dê razê lawo razê

dayê qurban canê.

 

  1. Du bilbil[1]

Li te heye du bilbil

Navên wan mem û zîn

Difirin silesil

Dibin ji me re du evîn

Du çivîkên biçûk in

Ji welatê hîndê ne

Pûrtnazîk û tenik in

Sebr û tebata hev

Bedreddînê WANî- kürddiliedebiyatı.com

Derbar ziman

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply