Pêncşem , 1 Cotmeh 2020

Jiyana Zarokên Kurdan…

Çîroka jîyana her zarokî cuda cuda ye. Çîroka Jîyana her dayikê jî ji hevdû cuda ye. Her zarok an jin, jîyanê ku ji dil xwestîye nejîyaye. Her dê, ji mêj ve xwestîye ku  navê zarokê xwe lê bike û bi wî navî zarokê xwe mezin bike. Lê mixabin li Tirkîye’yê şensê (Suûdê) dayîkên zarokên Kurdan sî çil sal in derfeteke wiha nedîtîne. Navê zarokên xwe bi zimanê xwe lê nekirîye. Ji ber ku zimanê Kurmancî qedexe bû. Her dê û zarok ev tengasî, mixabin bi salan kişandîye. Bi hatina dinyayê çîroka jîyana wan  bi destê wan dest pê nekirîye û heta mezinbûna wan. Helbet meriv dikare vê gotinê ji bo jinan jî bibêje. Li welatê Tirkîye jîyana jinên Kurd zehf zor e.
Ji berê de, zarokên Kurdan bi hatina dûnyayê dibe hemwelatîya pola dûyemîn. Bi navlêkirinê ev zehmetî dest pê dike, heta perwerdehîyê, kar destxistin û mirinê. Ger mirov mînakek piçûk bide, zarok tarîxa rojbûna xwe nizane. Lewra tarîxa wan jî şaş hatîye qeyt kirin. Mixabin Jîyana wan ne xwuya ye wekî nav û tarîxa rojbûna wan. Nifşek wisa di nav dem û dewranê de winda bûn û çûn. Gelo kesek fikirî ku guhertinên wisa di bin hişê mirov de hestên çawa bi cih dike? Guhertinên wisa Pîsîkolojîya dê û bavan çawa dike bin bandora xwe? Ew zarok bi kîjan hestan tên xwedîkirin? Sedemên pîsîkolojîyeke xirab, tenê evna nîn in. Feqirî, belangazî, paşdemayîn, jîyaneke newekhevî û hwd.dibin sedem. Dema ku vana tên cem hevdû nifşekî wekî bombe hatîye holê. Ji ber vê yekê, zarokên Kurdan jîyana xwe wekî zarokên mîlletên din bi rehetî nikarîye bijî. Helbet niha ne wekî berê ye, hinek tişt hatine guhertin lê belê ev guhertin hîn jî ne bes e. Heger zarokek bikaribe bi zimanê xwe perwerdehî bistîne, di kolanan de bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxive, lîstikên xwe bileyîze, tiştên ku naxwaze, gava bikaribe bi eşkere bîne ziman û hwd. wê demê zarokên Kurdan wê azad bibin.

Helbet di vê derê de dîsa piştgirî li ser milên dayîkan e. Dayîk bila dev ji zimanê xwe bernedin. Divê jinên Kurd zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin, lorikê xwe bi zimanê xwe bistrên, navên Kurdî li zarokên xwe bikin û hwd. Meriv demên berê û niha dide ber hevdû dîsa jinên berê ji jinên niha xurtir bûne. Ji bin her barê giran rabûne. Wan çaxana ziman çikas  qedexe bû jî, disa di nav malê de bi zimanê xwe bang li zarokê xwe dikirin, lorikên xwe digotin. Lê belê dem çiqas dibore, em jî ew qas ji çanda xwe dûr dikevin. Bi gelempêrî jî  jinên ku li bajarên mezin dijîn, ji çanda xwe, ji zimanê xwe dûr ketine. Bila kesek nebêje ku wê ziman ji min re çi bide qezençkirin. Rojek wê were her kes wê zikê xwe bi zimanê xwe têr bike. Ji bîr nekin ger ziman nebe; çand, kultur, dîrok û millet nabe..

Zarokên Kurd gelekî  zehmet dîtine. Bi zehmetî, tadeyî mezin bûne. Feqirî, birçîbûn, mirin, kuştin û hwd. Di navbeyna  du kulturan de hatine mezinkirin. Hinekan jî koç kirine Ewrupa’yê. Helbet zarokên malbatên ku çûne derveyê welat li gor van derana piçekî dî jî bi suûd bûne. Ji ber ku wan li Ewrupa’yê derfeta perwerdehîya bi zimanê zikmakî dîtine.. Zarokên Kurdên Tirkîye’yê ne ew qasî bi şens in. Lê belê hêdî hêdî her kes wê vegere ser eslê xwe. Nayê vê wateyê ku ewê zarokên Kurd her tim wisa bijîn. Ev ne qeder e. Êdî him zarok him jî jin hişyar bûne. Dinya dinyayeke global e. Êdî zarok her tiştî dipirsin, vedikolînin û nas dikin.Di vê demê de lazim e mezinên zarokan jî piştgirî bidin zarokan, li wan şîret û pêşnşyaran bikin, rêyên rast nişanê wan bidin. Bila êdî zarok xwe nas bikin, ji hevdû hez bikin, bikevin pey hestên hevpar û berîya her tiştî bila bibin insan.

Sevda Kaplan

www.candname.com

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Li Gor Bedîuzzeman Zimanê Zikmakî

Dema ku dîroka Tirk û Kurdan tê likolînkirin şera Melezgirdê (1071) şunda qawşaxa duyemîn dewr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.