Brusella

Brusella, cureyeke ji bakterîyan e. Nexweşîya ku bi van bakterîyan ve çê dibe, jê re bruselloz tê gotin. Brusella ji ajalan wekî pez, dewar, gamêş û ji berazan tê vegirtin.

Çawa Tê Vegirtin?

Pirtir şîrê xav ê perokî û tiştên ku bi vî şîrê nekelandî tê çêkirin (penêr, krema, bestenî.. hwd.) hatibe xwarin, bi vî awayî tê vegirtin. Li welatê me jî pirahî bi vî terhî tê vegirtin. Jê cuda bi goştê ajalên perokîbûyî, şilavîyên laşê wan (mîz, herkên zayînî… hwd.) jî tê vegirtin. Welatê me de li gundan û zozanan de şîr nekelandî tê bi kar anîn û penêr tê çêkirin. Bi vî awayî mîkroba brusella namire û demeke dirêj zindî dimîne.

Nexweşî bi mast ve nayê vegirtin. Çimkî dema ku mast tê çêkirin, teqez şîr tê kelandin. Kesen ku bruselloz bû ye, bi dilekî rehet dikarin bixwin.

Mîkroba Brusella Çi Qas Bitirûş e?

Brusella di germahîya 60°C de 10 deqîqe û germahîya kelê de 5 deqîqe bimîne dimire. Ev mîkrob di tozên axurê de 6 hefte, di avê de 10 hefte, di bestenîyê ku bi şîrê xav hatiye çêkirin de 30 roj, penêrê ku sûravka %10 xwêy tê deye, 45 roj (li gor hin çavkanîyan 3 meh) zindî dimîne.

Ji bo van sedeman penêrê ku bi şîrê nekelandî ve hatibe çêkirin, divê neyê xwarin. Penêrê ku bi sûravkirî, divê ser wî mêjû bête nivîsandin û beriya 45 rojan neyê xwarin.

Brusella Ji Mirovan Tê Vegirtin?

Ji mirovan vegirtin gelek kêm e. Kêm caran ji dayikên ku şîr didin, dikare derbasî pitikên wan bibe, lê kêm car e.

Bruselloz Kîjan Gazinan Re Dibe Sedem?

Gazinên nexweşîyê, pirahî piştî xwarina şîr û penêrên perokî ve 2-3 hefte şunve derdikeve.

Nexweşî bi pirahî bi bêhalî, bêmicezî, êşa bedenê û pêsûsê dest pê dike. Yanê ev nîşaneyên gelemperî ê enfeksîyonê ne.

Bruselloz paşê, bi şevan tayeke ku bi cirifînê bilind dibe ve, êşên masûlke û livokên mezin ve xwe dide nîşan.

Bruselloz Nexweşiyeke Xeternak e?

Di nav malbetekê de ajaleke nexweş hebe û şîr û penêrê wê bête xwarin, herkes wekhev li bin bandora nexweşîyê de namîne. Hin kes bê nîşaneyen, hin kes sivik û hin kes jî girantir derbas dike u divê 6-8 hefte darû bête dayîn. Lê di destpêka nexweşîyê de nîşaneyên wê ji bo ku gelemperî ye antîbîyotîk tê dayîn û nîşaneyên wê kêm dibe û her car derdikeve. Çimkî mîkrob namire. Alozîyên gelek xeternak re dibe sedem. Ji bo van sedemanan dema ku nexweş bên li ba bijîşk, divê xwarina şîr û penêr û têkiliya ajalan bête pirsîn.

Alozîyên Brusellozê Çine?

Bruselloz, dikare hemû organên mirovê bigre. Herî girîng dil e, parzûna hundir a dil bigre (endokardît) û tedawî ne be, heta ber mirinê ve diçe (%2). Livokên mezin û marîpişta mirovan bigre, alozîyên bêveger wek kûtbûyînê, şehtê dikare bide encam. Testis û mejûyan jî dikare bigre, dikare menenjît û kerr bike.

Em ê Xwe Ji Brusellayê Çawa Biparêzin?

Divê şîrên pastorîze an jî ê kelandî bête vexwarin.

Li şûna penêrê teze, penêrê ku sûravkirî de maye bête tercîh kirin. Li ser penêrên sûravkirî mêjû bête nivîsandin. Beriya 45 rojan neyê xwarin.

Ajal hîn ku nexweş nebûne, li ber bijîşkê weterîner bête parzayî kirin.

Ajalên ku çêlikên wan ji ber biçe û êdî kêmtir şîr bide û êdî nezayok be, divê li ser brusellayê bête guman kirin. Divê weterîner bibîne. Ajalên ku nexweşî hatiye tesbît kirin, divê ji kerîyê bête cuda kirin.

Karkerên axur û selexanayê û weterîneran divê lepik û rûpoş bi karbînin.

Ferhengok:

  • Perokî: contaminate, bulaşmış olan
  • Şilavî : liqiud, sıvı
  • Herk: flow, flux, akıntı
  • Bitirûş: enduring, dayanıklı
  • Bêmicezî: anorexia, iştahsızlık
  • Pêsûs: fever, ateş
  • Ta: fever, yüksek ateş, sıtma
  • Nîşane: symptom, belirti
  • Livok: articul, eklem
  • Alozî: complication, komplikasyon
  • Parzûn: membran, zar
  • Şeht: paralysis, felç
  • Parza: vaccine, aşı

Derbar Nûjiyan Xan

Ji Rihayê ye, Li Îzmîrê perwerdeya tibe dixwêne.

Check Also

Gelo Sûda Kenînê/Beşişînê Çi Ye ?

-Sîstema jibexşînê xurt dike -Beşişîn gerdûnî ye -Dema ku em dibeşişin 53 masûlkê rûyan dişuxilin …

Leave a Reply