Ji Weşanên J&J 2 Berhem

Du pirtûk yek jê roman û ya duyemîn werger… Her du ji Weşanên J&J derketin.

Wekî kurdekî jiyana min
Nûredîn Zaza / Werger: Adil Qazî / Weşanên J&J / 252 rûpel / 20017

Nûredîn Zaza şexsiyetekî girîng e di nav dîroka kurdan de. Wî çîrok nivîsîn, nivîs nivîsîn, di nav xebata siyasî de cih girt, rojele wî ya girîng di nav PDK’ya Sûriyeyê de hebû û ew gelek caran ji ber xebatên xwe ket girtîgehê. Zaza piştî 50 saliya xwe berê xwe dide Swîsreya ku her qala pesnê wê yê demokratî dida. Li wê derê zewicî, li wê derê nivîsî û li wê derê di sala 1988’an de wefat kir. Yek ji van xebatên wî jî “Ma vie de kurde” (Wekî kurdekî jiyana min) bû ku jiyana xwe nivîsî. Wî ev xebata xwe bi fransî nivîsî. Ew pirtûk li hin zimanan hatin weşandin. Li tirkî jî hatibû wergerandin û weşandin. Niha ew pirtûk ji tirkî ji bo kurdî hat wergerandin û ji Weşanên J&J’yê derket.

Pirtûk ji aliyê Adil Qazî ve hatiye wergerandin. Qazî ku ji Sîsê ya Licêya Amedê ye çîroka wî jî balkêş e: ji ber xebatên xwe yên siyasî di dawiya sala 1990’î de diçe Swêdê lê mafê wî yê penaberiyê nayê qebûlkirin, di sala 1993’yan de wî radestî Komara Tirkiyeyê dikin û pêvajoya wî ya 15 salan a li girtîgehê dest pê dike. Qazî vê pirtûkê jî li girtîgehê werdigerîne û di sala 2003’yan de temam dike. 2008’an de derdikeve lê pirtûk hê nû tê weşandin.

‘Wekî kurdekî jiyana min’ şahidiya serdemekê bi zimanê dayikê yê Nûredîn Zazapêşkêş dike.

Cengel
Kovan Sindî / Roman / Weşanên J&J / 160 rûpel / 2017

Nivîskar Kovan Sindî ku ji Zaxoyê ye yek ji pêşmergeyên salên 80’yî ye, piştî Enfalê li Amedê di kampek de bi cih dibe, di sala 1991’ê de diçe Ewropayê, li Almanyayê bi cih dibe. Ew ji sala 1998’an ve li Danîmarkayê bi cih dibe.

Yekem pirtûka wî di sala 2006’an de li Duhokê (Çirayê Şev, Helbest) tê weşandin û heta niha ew helbest û romanan dinivîse. Weşanên J%E di sala 2014’an de romana wî “Ferdeyên Burcan”, 2016’an de romana wî “Bagerên Reş” û niha jî romana wî “Cengel” diweşîne.

Vaye parçeyek ji romanê:

“…… Wî xortî destên xwe bi ser serê xwe ê rût de birin, li rûyên wan nihêrî û li wêneyî temaşe kir,“an ku ez, ne mirov im, ez jî weke te rûtekê li ser cadeyan û li ber van dîwaran im. Rûtekên weke te, pergendeyên weke min diaferînin, ma ne weha ?!.” Li wê jinê zivirî û çavên xwe yên rengzeytûnî bi ser rûyê wê de zîq kirin,“gava me hevdu parast, hîngê em mirov in, gava me hevdu xwar, bizane hîngê ne tu mirovê û ne ez !.”

Çavkanî: DiyarName

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply