Kî Mezin e?

Hebû kes ji Xwedê mezintir tunebû. Rojek ji rojan rehmet li civata haziran, sê heval heval hebûn. Tert, Qirşik û Gêrik. Ev her sê heval dixwazin mezinahiya xwe nîşanî hev bidin. Û peyva xwe li ser yê din bixin. Ango xwe wekî xwişka mezin nîşan bidin. Pesnê xwe vedin. Û xwe bi vê bipesirînin, qurre bikin.

Belêêê. Çi dema ku bigîhaştana hev, ji hev re digotin; kî mezin e? Ê ma ji Xwedê mezintir heye. Helbet tune. Lê ev her sê heval tê nedigihiştin û xwe mezin didêrand.

  • Tertê digot; ez mezin im.
  • Qirşikê; digot; ez mezin im.
  • Gêrikê digot; ez mezin im.

Her demê xirecira wan li ser vê mijarê bû.

Rojekî carde gîhaştin hev. Û carde behsa xwe û mezinahiya xwe kirin..

Tertê got: Ez mezin im. Ez ji axê hatime. Hemî dar û ber bi saya serê min hêşîn dibin. Ez tune bim tiştek namîne.

Qirşikê got: Na lo herê. Tu mistek axa reş û tarî yî. Li ber avê dikevî û dibî herî. Û tu çem û çem diherikî. Lê belê ez dar im. Ji min her her tişt çê dibe. Ez despêka cîhanê me.

Gêrikê li wan nihêrt û got: Ha hewwwww. Ma hûn nizanin. Hinge bav û kalên min ji demên dûr û dirêj hatine. Ez wusa biçûk û reş mame. Ma kî ji min mezintir e.

Vana xwe wusa pesirandin. Xwe qurre kirin. Ku xwe û ezmanê şîn yek didîtin. Heta ku ezmanê şîn jî di bin xwe didîtin. Lê belê Xweda ji yên qurre û kibr û pesirenêr hez nake.

Belêêê. Bi destûra Xwedê, baranek haaat. Baranek haaat. Tê bibêje qeyn ezman qelişiye. Hew qas baran hat. Tert heliya. Ji xwe ji axê bû. Çenik baran bihata jî dê biheliya. Erê ew jî heliya. Û ber avê, çem û çem çûûû.

Paşê bayek rabûûû. Bayek rabûûû.. Kevir li ser kevir nema. Ji xwe ji bo Qirşikê çenik ba jî bes bû. Belê Qirşik firiya. Û çima neket tenûrê. Erêêê di tenûrê qîjot qîjotî bû. Bû xwelî. Û ew jî miiiiiiir.

Tenê ma Gêrik. Gêrikê li wan nihêrt, ji dêleva ku ders û fêrê ji wan bistîne. Tew xwe bêtir pesirand. Û li halê wan keniya. Û keniyaaa, keniyaaa. Ava reş ji çavê wê hat. Dil û cegera wê teqiyaaa. Û ew jî wunda bû û çûûû.

De xwedevan tu jî binêr
Ders û fêrê bigir ji wan
Encam çi bû l-pesirenêr
Na serkevî dewr û zeman

Mezinahî bi Xweda ye
Ewê ku her tiştan daye
Bo ev însan û mirovan
Ba û baran be wunda ye

Ji ber vê li ser me ferz e
Bîbin Ew mezin û berz e
Reş û sipî çi be bizan
Emê herin bibin berze

Bêlêêê

Rehmet li dê û bavê guhdaran
J-bilî cenderme û tehsîldaran

Çîrok; Ji herêma Şemrexê navçeya Mêrdînê.
MUSTAFA RÊZAN
12.06.2017 Amed

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply