Darika Zavatiyê

Dema ku pîrekekê dûa ji yeka din re bikira, yan jî spasiya xwe ji yeka din re pêşkeş bikira, digot “Filankesê Xweda kurê te bi xêr bibe ber darikê, yan jî digot “Filankesê tu  û birayê xwe li ber darikê bimînin,” yan jî digot “Lawê min tu bi xêr herî ber darikê.”

Mexsed ji vê darikê ew darika zavatiyê bû, dema zewacê de ku bûk dihat berî têkeve hundirê malê, hevalbendên zavê diçûn ji bexçeyên gund, gulîyekî darê dianîn li ser devê derê ku wê bûk derbasî hundir bibe diçikandin, kursiyek ji zavê re li bin darê datanîn, zava li ser kursiyê xwe li bin wê darêkê rûdinişt, derbasbûna bûkê di wê rewşê de pêk dihat, di çanda kurdande ev çûyîna xortekî ber wê darikê, xem û xiyala her xortî bû.

Wateyê wê çibû û çewa pêk dihat? Wek tê zanîn avahiyên gundên Kurdan bi giştî, dîwarên wan ji kelpîçê ku ji  heriyê dihatin çêkirin,  ser banê wan jî ji kirş, qesel û li ser wan xwelî hebû, ew darika ku ji guliyê darekê dihate jê kirin, ne zaf mezinbû, destên meriv digihişte serê wê, dianîn gîsinê ku malê pê cotê xwe dikir, di ser dehma devê derî de ku wê bûk têde derbasî hundir bibe diçikandin, vî guliyê darê têde bi cih dikirin,  vê darikê bi fêkîyên curbicur dixemilandin. Dîkekî serjê dikirin bi gulîyê darê yê herî nizm ve dadileqandin, ji zavê re kursiyekî di xemilandin li bin wê darikê datanîn, xortên gund bi kilam û lîstokan zave dianîn li bin wê darikê rûdiniştandin.

Piştî van zave ji pêşwaziya bûkê re amade bû, bûk siwarê hespê dihat li ber devê derî disekinî, hinek bûk carina ji hespê peya nedibûn, doza diyariyan li zavê dikir, merivên zavê li ser navê zavê hinek sozan pê re didan wê peya dikirin. Dayîka zavê cêrek dianî nava wî tijî nok û mewîj dikir, dida destên bûkê, bûkê ew cêr li erdê dida hûr hûrî dikir. Zavê jî di wê navberê de, du tiştan dikir; a yek hindik perêyên hûr ku amade kiribî bi ser serê bûkê de direşand, ay dido  ji wan fêkiyên ku bi darika wî ve daleqandine, ji nava wan sêvan hiltanî di bûkê de wer dikir, zavêye jê hatî sêvek dudo li nava ser û gohên bûkê da hûr dikir, bi vî hawayî bûk derbasî hundir dibû, êdî ew bûk bû ehlê wê malê.

Piştî ku bûk derbasî hundir bû, karê wê darikê diqediya. Xortan wê darikê tevî fêkiyên pê ve ji zarokên gund re diavêtên jêr.  Zarok li ser kom dibûn wan jî nesîbê xwe didan hev, gereka zava biçûya maleka din, yan merivên zavê yan dostên zavê, zilamên ku nû zewûcîbûn bela xwe li zavê dixistin, tiştên zavê wek şikal, kevnikan direvandin ji bûkê re dibirin. Yên bûkê jî ji zavê re dianîn, doza diyariyan dikirin. Xortan jî zaveyê xwe diparastin, tiştê ku ji wan dihat, ji nûzewacan re dibûne asteng, di nava wan de gengeşiyeka mezin dest pê dikir, belê piştî ku zava birin, çûn mala dosteki wî ev kar jî bi dawî dihat.

Ew dîkê ku bi darikê ve di hate daleqandin, diçû wê mala ku zave lê ye, xortên dora zavê dest pê dikirin. Çi merivên zavê yê nêzîk hebûn ( Bira, kurap, zavayên wê malê û hwd. ) wan cirm digirtin pereyekî didan hev, wê perê û dîkê ku bi darikê ve hatibû daleqandin ji xortan û zavê re li wê malê dibû şîv.

Wateya van çibû : Gîsin delîla xwelî çandiniyê bû. Darik delîla bereketê bû. Fêkiyên darikê delîla Zarokên delal û salihbûn. Ew cêrê ku dayîka zavê dida destên bûka xwe dişikand Delîla aqûbeta malê bû. Dîk jî delîla qurbanê bû.

Mihemed Seîd Temel

 

Derbar ziman

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply