Îlyadaya Homeros û Şerê Troyayê-1

Du destanên Homeros ên deng vedaye hene: Îlyada û Odysseia. Herdu jî bi şêweyên helbestî hatine nivîsîn. Îlyada beşeke ji Şerê Troyayê dihundirîne. Destana Odysseia jî piştî şer li vegerê bûyer û serboriyên têne serê leheng Odysseus vedibêje. Ji ber ku Homeros li tevahiya edebiyata cîhanê kartêkeriyeke nayê texmînkirin kiriye, divê em bi çend hevokan wî binasin.

 

Navê Homeros di Serdema Navîn de di belgenameyên nivîskî de hetanî sedsala heftan ya berî zayînê dihere. Gelek kes hemfikirin ku B. Z. li dora salên 850î de li keviya Behra Egeyê hatiye dinyayê. Wê çaxê li keviya Behra Egeyê -der û dora Îzmîrê- şaristaniya Îyonyayê hebû. Bi vê boneyê Homeros jî parçeyeke wê şaristaniyê ye. Lê ev agahiyek mîsoger nîne. Çimkî herî kêm heft bajerê heleniyan Homeros wekî hemwelatiyê xwe dibînin û dibêjin ew li bajarê me hatiye dinyayê.

 

Homeros wekî peyv di çend maneyan de dixuye. Yek jê maneya “kesê êsîr” dide ku ji peyva homereîayê der bûye. Ya din jî di maneya “kesê çavên wî kor/nabîne” de, ye. Lê fîlozofek Proklos ji wateya duyem gelek aciz bûye û wiha bertek nîşan daye. “Ew ên ku ji Homeros re dibêjin kor, ew bi xwe kor in, çimkî ew di serî de seqet in.” Û bi ser de jî wiha dibêje. “Gelo li dinyayê kesekî bi qasî Homeros pir tişt dîtiye, heye?” Bi rastî jî dema mirov destanê dixwîne ewqas pêrgî teswîr û teşbîhan tê ku ancax kesekî pir li xwezayê çavdêrî kiribe dikare wan gotinan rêz bike. Homeros kevneşopiya dengbêjiyê bilind nirxandiye û bi xwe jî qonax bi qonax geriyaye û destana xwe jiber xwendiye. Ewilîn ev destan bi devkî ji neslekê neqlî nesleke din bûye û bi demê re tê de hinek guhertin jî çêbûne û pir dûre derbasî qeyda nivîskî bûye. Çimkî destan piştî Şerê Troyayê diqewime û diqede, nêzî pênc sed salî dû re hatiye nivîsîn. Lê gumanek heye gelo Homeros destana xwe bi xwe “nivîsî” an piştî mirina wî di qonaxeke din de ji hêla hin kesên din ve neqlî nivîsînê bû.(1)

 

ÎLYADA

Destana Îlyada beşek ji Şerê Troyayê vedibêje ku bi revandina jinekê/Heleneyê dest pê dike. Ev şer bi texmînî B. Z. di 1200î de qewimiye.

Du aliyên şer hene ku ji îttifaqên fireh pêk tên. Aliyê yek kral û kralgehên ji hêla yûnaniyan pêk tên ku ez ê bi kurtasî jê re bibêjim akhayî. Aliyê din jî ji kralgeha Troyayê û alîkarên wan yên ji hin herêmên Anadolê hatine, pêk tê. Ez ê wan jî wekî troyayî bi nav bikim.

Bi kurtasî şer şerê akhayî û troyayiyan e. Akhayî wekî nûnerên Rojava, Troyayî jî wekî nûnerên rojhilat dixuyin. Wisa tê bawerkirin ku ev şer ê yekem yê rojava û rojhilat dikevin qirika hevdu ye.

 

Cihê dîrokî yê Troyayê, li gorî arkeologan peyitandiniye, li Nîvgirava Bîgayê, çend kîlomêtre ji bajarê Çanakkalêyê dûr e. Vî şerî bi tevahî li dora sî salî dewam kiriye. Lê şerê li dora Troyayê neh salan dajo û di sala dehan de akhayî serkeftinê bi dest dixin, Troya hildiweşe.

 

Îlyada di yûnanî de wekî Îlîas derbas dibe. Ev destan destana bajarê Troyayê/Îlyonê ye. Mijara wê, Şerê Troyayê ye. Lê tenê beşeke biçûk ya şerê Troyayê. Ger xwendevan di vê destanê de li sî salên berî şer û hetanî bûyerên piştî şerî qewimiye, bigere, dê xeyalşikestineke mezin bijî. Ji ber vê vegotina beşek biçûk, mirov dikare bibêje ev esas destana Akhilleus e. Akhilleus bi lehengê troyayî Hektor re şerekî dijwar dimeşîne. Wî dikuje, bi paş erebeya xwe ve girê dide û li dora sûrên Troyayê kaş dike, di dawiyê de radestî bavê wî -Priamos- dike. Priamos di heman demê de kralê Troyayê ye. Û destan bi vê radestkirinê diqede.(1)

 

Destan ji 24 beşan pêk tê. Bi temamî bi qasî 16.000/şazdeh hezar rêzikî dadigire. Bi şêweyeke helbestane hatiye nivîsîn. Îlyada beşek ji şerê sala nehemîn vedibêje. Neku hemû şerê Troyayê. Tenê 51 rojên şerê sala nehem tê vegotin.

Wisa tê qebûlkirin ku Destana Îlyada ewil li hêla Anadoliyê bi zaravayê Îonî/Îonyayiyan hatiye nivîsîn, dû re li Yûnanistanê bi lehçeya Attîkayê ji nû ve hatiye nivîsîn. Lê dema ji nû ve bi lehçeya Attîkayê tê nivîsîn hinek beşên wê, rêzikên wê li gorî qewmiyeta xwe diguherînin û Akhayiyan mezin, serkeftî nîşan didin.

Ez dixwazim Destana Îlyadayê beş bi beş bi we bidim nasîn. Ji bo vê jî her beşê bi hejmarekê ravî dikim. Berî dest bi vegotina beşan bikim, dixwazim çend lehengên navê wan pir derbas dibe bi we bidim nasîn.

Zeus: Kurê Kronos e. Bavê hemû xwedayên Yûnanistana Antîk e. Navê jina wî Here/Hera ye. Li Çiyayê Olymposê dijî. Çi dema bixwaze ewran dicivîne û gurîniyê bi asîmanan dixe.

Agamemnon: Serekê artêşa akhayiyan/yûnaniyan e. Kralê Mykenê ye.

Menelaos: Kurê Atreus, kralê Lakedaimon/Spartayê ye. Şer ji ber revandina jina wî                 -Heleneyê- dest pê dike. Ew û Agamemnon birayê hev in.

Here: Xwedawend e. Jina Zeus e. Li hember troyayiyan gelek bi kîn e.

Hades: Xwedayê welatê binê erdê ye.

Afrodite: Qîza Zeus e. Xwedawenda eşqê ye. Alîgirê troyayiyan e.

Akhilleus: Serekê qewmê bi navê Myrmidoniyan e. Ji bakurê Yûnanistanê hatiye û tevlî şer bûye.

Odysseus: Kralê Îthakeyê ye. Di heman demê de lehengê sereke yê Destana Homeros ya bi navê Odysseia ye.

Thetis: Xwedawendeke behrê ye. Dayika Akhilleus e.

Patroklos: Hevalê Akhilleus yê herî nêzîk e. Ji hêla Hektor ve tê kuştin. Ev rewş Akhilleus pir diêşîne, hêrsa wî radike û dike ku bi çargavî here qada şer.

Poseidon: Xwedayê behrê ye. Birayê Zeus e. Bi erdhejan, bi pêlên mezin yên ji behrê bilind dike, tirsê dike dilê herkesî.

Diomedes: Kralê Argosê ye. Di bin fermandariya Agamemnon de ye. Lehengek sereke ye di şer de.

Priamos: Kralê Troyayê ye. Bavê Hektor e.

Hektor: Kurê Priamos e. Lehengê herî bi hêz e li Troyayê.

Andromakhe: Jina Hektor e.

Paris: Kurê Priamos e. Birê Hektor e. Jina Menelaos -Helene- revandiye û bûye egera Şerê Troyayê.

Helene: Jina Menelaos ê Kralê Spartayê ye. Ji hêla Paris ve bi zorê tê revandin.

Apollon: Xwedayê rojê ye. Kurê Zeus e. Alîgirê troyayiyan e.

Îris: Qasidê xwedayan e.

Û gellek xweda û xwedawendên din jî hene dê hûn di vegotina destanê de pêrgî wan û şêla wan werin.

 

BEŞÊN ÎLYADAYÊ

 

  1. Destan bi gengeşiya ji ber jinekê ya di navbera Agamemnon û Akhilleus de çêdibe, dest pê dike. Navê jinikê Briseis e. Ev jinik di dema halan û talanekê de, ji hêla Akhilleus ve wekî kole tê bi destxistin. Lê wextek şûnde Agamemnon wê bi zor ji Akhilleus digire û herdu leheng ji wê lehzê şûn de ji hev dixeyîdin. Akhilleus dev ji Şerê Troyayê berdide, vedikişe bereqeya xwe û tenê şer temaşe dike. Ev rewş bi kêrî troyayiyan tê. Lê hinek giregirên wekî Nestor navbeynkariyê dikin ku Akhilleus vegere şer. Di vê navê de Zeusê ewran dicivîne û gurîniyê bi asîmanan dixîne, bobelatan bi ser akhayiyan/yûnaniyan ve tîne, wisa dike ku akhayî ji ber troyayiyan bireve. Lê keçika Zeus, xwedawend Athena wan ji bo şer serwext dike û nahêle ji qada şer birevin.

 

  1. Di vê beşê de qala hêza herdu aliyan tê kirin. Homeros bi hemû kitekitan çiqas kral û fermandarên yûnanî û ên troyayiyan yên tevlî şer bûye, vedibêje. Hetanî hejmara leşker û keştiyan jî kifş dike. Bibîranîna evqas bajar, herêm û mirovî xwendevan di şaşwaziyê de dihêle. Bi qasî 12 rûpelî li ser van agahiyan e. Di vî şerî de fermandarê troyayiyan Hektor e. Fermandarê hêla yûnaniyan jî Agamemnon e.

 

  1. Di vê beşê de êdî herdu artêş li hemberî hev in. Em pêrgî şerê tekatek yên du lehengan tên, jê yek Menealos e ku jina wî hatiye revandin, yê din jî Parîs e ku Helene revandiye. Pêşniyarek tê kirin: Yê ku bi ser bikeve dê hem Heleneyê hem jî mal û milkê wê bigire. Bi vê re jî dê şerê herdu aliyan biqede, dijminatiya herdu aliyan jî bi dawî bibe. Ev pêşniyar ji hêla herdu aliyan ve bi kêfxweşî tê qebûlkirin. Di vî şerî de tam wexta Menelaos dike ku Parîs tûşî têkçûnê bike, xwedawend Afrodît, Parîs ji nav dest û lepê Menelaos direvîne.

 

  1. Bi sorkirina xwedayan re troyayî êrîşî akhayiyan/yûnaniyan dike. Sehneya şer dest pê dike. Menelaos bi derba tîrê birîndar dibe û tamtamên şer lê didin. Fermandarê giştî yê artêşa yûnaniyan Agamemnon, serdana hemû yekîneyên şer dike û wan amadeyî şer dike. Û şerekî erjeng dest pê dike. Homeros vê rewşa erjeng wiha vedibêje:

“Lodeke troyayî, lodeke akhayî wê rojê,

Vezeliyabûn di nava ax û tozê de,

Va ye wiha pişt paldane piştê, li cem hevdu.”

 

  1. Bi temamî bi sehneyên şer yên tije êş û izdirab dagirtiye. Homeros vê êş û izdirabê wiha tîne ziman. Lehengê şer Diomedes li hevalê xwe deng dike:

“Were heval, kurê Kapaneus, ji erebeyê xwe bavêje,

Derxe ji pişta xwe vê tîra bi jan.”

Di şer de êdî şervan ewqas çavtarî dibin, xweda û xwedawendan jî birîndar dikin. Aphrodite ji hêla akhayiyan ve ji destê xwe ve tê birîndarkirin. Xweda jî dibin alîgirên şer. Here û Athene bi hêz û destûra Zeus, Aresê alîgirê troyayiyan birîndar dikin. Ares lehengekî ji rêzê nîne. Çimkî hem lawê Zeus e hem jî xwedayê şer e. Wisa dibe ku xwedayê şer jî di şer de birîndar dibe. Şer wiha geş bûye ku xweda û xwedawend bûne du beş û li hev bûne dijmin.

Yên wekî Aphrodite, Apollon, Ares, Artemis, Leto alîgiriya troyayiyan dikin, Athene, Here, Poseidon, Hermes û Hephaistos jî alîgiriya akhayiyan dikin.

 

  1. Şerê herdu aliyan bi hemû hêza xwe ve didome. Dema Menelaos dixwaze yekê troyayî bibexşîne, birayê wî Agamemnon vê rewşê dibîne û wiha deng lê dike:

“Hey Menelaos bi xwe ve were,

Tu çi ji xwe re dike derd vî zilamî,

Qey te di hêlîna/mala xwe de ji troyayiyan hurmet dît.

Tek yek kes jî bila ji dest û lepê me xelas nebe,

Bila xelas nebe ji çala mirinê yek kesek,

Dil bila bi dergûşa di malzaroka dayikê de jî neşewite,

Li Îlyonê topa wan/hemû tune bibin,

Şîna wan neyê girtin, li dû qet yekî,

Şopekê jî bila nemîne qet ji yekî.”

Dema şer digihêje ber deriyên Troyayê, Helene xwe wekî tewanbara bûye sedema şer hîs dike û wiha deng li tiyê xwe Hektor dike:

“Ax tiyê min,

Ez kûçikek im ku min xerabiyên jê nayê kişandin kiriye,

Xwezila roja diya min ez welidandim,

Tofaneke tirsnak bihata,

Bigirtama ez, biavêtama serê çiyayekî,

An jî ez berdama nava deryayeke dike xuşexuş,

Pêlan ez kaşdikirim dibirim,

Mirovan jî ev rojên bi êş nedidîtin.”

 

Tiyê Heleneyê -Hektor- jî hestyariya ji bêînsafiya şer diwelide, wiha tîne ziman:

“Ez ê herim ên di mal de bibînim,

Jina xwe ya delal dê bibînim, dergûşa xwe, tekaneya min,

Carek din an vedigerim an venagerim,

Bi destê akhayiyan belkî xwedê min tune dike.”

 

Û Hektor ji bo xatirxwestinê diçe cem jina xwe Andromakheyê. Lê veqetîna ji malbatê ya Hektor pir bi hestên dilşewat dagirtiye…

 

  1. Di vê beşa destanê de em dibînin va ye xwedayên wê demê destdirêjiya şer dikin. Xweda dişêwirin û dixwazin herdu alî tekatek şer bikin. Akhayî bi pişkeyê şervanê xwe kifş dikin. Kurê Telamon -Aias- derdikeve pêş. Yê troyayiyan jî Hektor e. Herdu leheng bi hev re dikevin cenga tekatek. Dema Hektor êdî dike ku binkeftinê bijî, tarî dikeve erdê û dev ji şer berdidin.

Di vê beşê de tişta balkêş ew e ku ji bo laşê kesên di şer de mirine ji meydanê tov bikin, agirbestê îlan dikin. Miriyên xwe piştî tovkirinê li gor baweriya xwe dişewitînin.

 

  1. Zeus lijneya xwedayan dicivîne û ji wan daxwaz dike ku bila tu xweda têkilî şer nebe. Di vê hêlê de wan şiyar dike. Lê dema troyayî dike ku zora akhayiyan bibe Here û Athene dixwazin mudaxilî şer bibin. Ev herdu xwedawend naxwazin Hektor akhayiyan ji holê rake lê Zeus destûrê nade vê yekê, akhayî gelek windahiyan didin.

 

  1. Serleşkerê akhayan Agamemnon fêhm dike ku Zeus alîkariya wan nake, li hember wî serî hildide, ji akhayiyan daxwaz dike ku şûn de vekişin:

“Haydê, em hemû bi ya min gotî bikin,

Li keştiyên xwe siwar bibin, em birevin axa bavê xwe yê ezîz,

Girtina Troyayê êdî ji bo me bû xeyal.”

Li ser vê daxwaza Agamemnon lehengê akhayî Diomedes wiha lê îtiraz dike:

“Ger di dilê te de hesreta warê bav û kalan heye, lêxe here haydê,

Va ye rê, va ye di behrê de keştî,

Va ye birrek keştiyen te ji Mykeneyê aniye,

Em akhayiyên porgur dê li vir bimînin,

Hetanî me Troya hilweşand û tune kir.

Bila kerem kin yên wekî te,

Siwar bibin li keştiyên xwe herin axa bavên xwe.

Sthenelos û ez, em dê şer bikin li vir,

Hetanî ku me dawî li Îlyonê anî,

Em bi emrê xwedê hatin vir.”

 

Ji bo qezenckirina şer akhayî dixwazin Akhilleus qanî bikin û vegerînin qada şer. Qasidan dişînin cem wî. Ger vegera li şer qebûl bike dê bi gelek diyariyên wekî zêr, hesp û jinan ve were xelatkirin. Lê Akhilleus van xelatan qebûl nake û vegera li welatê xwe difikire.

 

  1. Li hêla akhayiyan lijneyek ji kral û lehengan dicive û biryara êrîşa ber bi ser troyayiyan ve tê girtin. Bi cerd û êrîşê leşkerek troyayî êsîr tê girtin û derheqê hemû planên Hektor ên leşkerî de agahiyan digirin. Li gorî van agahiyên leşkerî, akhayî bi şev êrîşî troyayiyan dike û bi dehan kes tên kuştin û ewqas jî êsîr, pê re gelek hespên xweşik jî wekî xenîmet bi dest dixin.

 

  1. Herdu aliyên şer dîsa amadehiyên xwe pêk anîne û şerekî xedar dest pê dike:

Agamemnon dema ji troyayiyan du birayan diqefilîne ya tîne serê wan ka em ji Homeros guhdar kin:

“(…) avêt jêr Peisandros ji erebeyê;

Rima xwe çikand singê wî,

Mêrik ket, li ser axê gevizî,

Hippolokhos xwest bireve, lê nekarî bireve,

Agamemnon ew jî kuşt li erdê,

Jêkir destê wî bi şûrê xwe, qelaşt stûyê wî,

Gewdeyê wî avêt nava qerebalixê wekî kevirekî,

Reviya ber bi cihê muthîş yê lê hevdu digewixandin,

Akhayiyên bi çokparêz yên bedew ên din jî reviyan,

Yên peya, dikuştin peyayên direviyan,

Siwaran siwar dikuştin,

Di bin lingê hespên reqînî jê dihatin de,

Ewrek ji tozê bilind dibû li deştê.”

 

(Berdewamî heye)

Mahmut Özçelik

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply